Karayilan: AT4, li piyaseya çekan tê firotin

Endamê Komîteya Rêvebir ê PKK’ê Karayilan ji bo çeka AT4 diyar kir ku gotina Erdogan a ku dibêje ‘Amerîkayê daye YPG’ê û YPG’ê jî daye PKK’ê’ derew e .

Endamê Komîteya Rêvebir ê PKK’ê Mûrat Karayilan têkildarî salvegera avabûna PKK’ê û pêşveçûnên rojane, di Stêrk Tv’yê de rojev nirxand. Karayilan di nirxandina xwe de li ser derewên dewleta Tirk ên têkildarî Rojava, manîpulasyona çeka AT4 û li ser realîteya Ocalan sekinî ya ku Bakurê Kurdistanê jî derbas kiriye.

Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk herî zêde têkildarî Rojava derewan dike û bi bîr xist ku dewleta Tirk bi Hevserokê PYD’ê rûnişt û bi YPG’ê re civiya û bi alîkariya YPG’ê Tirba Suleyman Şah neqil kirine û lê piştre jî dewleta Tirk ji ber berjewendiyên xwe ji YPG’ê re dibêje ‘rêxistina terorê’.

MESELEYA ÇEKA AT4 A KU MALÊ SWÊDÊ YE

Karayilan têkildarî vê çeka AT4 jî got ku, “Niha van hemû derewan ji bo hundir jî dikin. Ji ber hinek tiştên ew dibêjin, xelk rastiyê dizane, derve dizane. Ew meseleya çekan; çekên AT4’in, yanî roket in. Ez bawer dikim çekeke malê Swêdê ye û ev roket ne ligel Amerîka heye, ne jî Amerîka yan jî hêzên din nedane YPG’ê. Di destê YPG’ê de nîn e ku heta YPG bide me. Ev roket di destê YPG’ê de nîn e û kesekî jî nedaye wan. Lê di destê me de heye. Me ji ku anî? Li piyasayê heye. Li piyasayê her cure çek hene, em ji xwe re temîn dikin. Çawa ku em van hemû çekên xwe yên din ji piyasayê digirin, çekên AT4 jî me li piyasayê, li bazara çekan kirî ye û niha tê firotin. Heta herî dawiyê ji ber hinek buha bûn, me kirîna wan kêm kir. Lê ev wezîr û serokomarê dewleta Tirk dibêjin, “Bi vê çekê li qereqola Çemanê li me xistine, ev çek jî Amerîka daye YPG’ê, YPG’ê jî daye PKK’ê. Va ye piştrast bû, belge di destê me de ye.” Belgeya xwe jî derew e, bingeh nîn e. Amerîka jî, hemû cîhan jî baş dizane ev çek li cem YPG’ê nîn e. Yanî dewleta Tirk wisa ye, her tiştê xwe li gorî xwe dibêje, derew-rast ji bo wan ne zêde girîng e. Ew derewên xwe wisa tînin ziman û dibêjin, bila her kes wisa qebûl bike. Di vê der heqê de gelek caran tiştên wisa derewîn dibêjin, lê bingeh tune ye. “

HÊZA PARADÎGMAYA OCALAN

Karayilan axaftina xwe wisa domand, “Heqîqet ev e; Rêber APO ji bo giştî Kurdistanê, heta ji bo giştî herêma Rojhilata Navîn û cîhanê paradîgmayeke nû bi pêş xistiye. Yanî bîrdozî û felsefeyeke nû bi pêş xistiye. Li ser vê bîrdoziyê li Kurdistanê partî saz dibin. Her partiya ku li ser bîrdozî û ramana Rêber APO ava bûyî, nayê wê wateyê ku ew PKK ye. Dibe ku Apocî bin, lê bes PKK bername û sîstemeke xwe heye. Sibe mumkûn e li Erebîstanê jî partiyeke Apocî ava bibe. Li gorî ez dizanim, ciwanên Arjantînê jî hewl didin partiyekê bi fikir û ramanên Rêber APO saz bikin. Ma wê ew hemû wek PKK bên hesibandin? Na. Heqîqet ev e ku, Rêber APO wekî rêberek hemdem ji çarçoveya Kurdistanê derketiye, fireh bûye. Gelên Rojavayê Kurdistanê jî Rêber APO ji nêz ve nas dikin. Kesên yekser bi Rêber Apo re hevdîtin kirine, li ser fikra wî ji bo xwe xebat meşandine, rêxistin ava kirine, têkoşîn bi pêş xistine tu eleqeya xwe ya organîk bi PKK’ê re tune ne. Ji ber sedemên siyasî û rewşên heyî heta mesafe jî di navbera me de heye. Ev heqîqet wisa ye, lê rayedarên dewleta Tirk vê wisa berevajî dikin, dixwazin li gorî xwe bimeşînin û her tiştî li gorî xwe digirin dest.”