BI DÎMEN

Karasû: Têkoşîna Mahîran têkoşîna afirandina Tirkiyeya nû ye

Karasû li ser komkujiya Kizildere ya 30'ê Adarê axivî û got, "Têkoşîna Mahîr, Denîz û Îbrahîman û têkoşîna azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya PKK'ê tê meşandin, daneheviya demokrasiyê ye. Têkoşîna Mahîran, têkoşîna afirandina Tirkiyeya nû ye."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, di salvegera 45. a komkujiya Kizildereyê de, ku Mahîr Çayan û 9 hevalên wî di sala 1972'an de hatin kuştin, axivî û got, "Ez Mahîr Çayan û 9 hevalên wî, ku di sala 1972'an de li Kizildereyê hatin kuştin, di salvegera 45. de careke din bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim.

Mahîr Çayan û hevalên wî, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya, ji aliyê dîroka Tirkiyeyê ve, ji aliyê dîroka demokrasî û sosyalîzmê ve, ji aliyê dîroka têkoşîna azadiyê ve xwedî girîngiyeke gelekî mezin in. Têkoşîna wan di dîroka Tirkiyeyê de serdemeke biryardayînê bû. Ev yek wê di dema pêş de, dema ku Tirkiye demokratîk û azad bibe, wê rola Mahîran, Denîzan, Îbrahîman di demokratîkbûn, azadbûna Tirkiyeyê de, di meşa li ser rêya sosyalîzmê de bê dîtin ku diyarker e."

Karasû ev nirxandin kir:

"Mahîran, Denîzan, Îbrahîman, di sekna xwe ya şoreşgerî de qala çareseriya pirsgirêka Kurd, biratiya gelan dikirin. Her wiha di salên 1973-74'an de, gelek derdorên çepa Tirk qala federasyonê dikirin. Bêguman vê sekna şoreşgerî ya Mahîran, Denîzan, Îbrahîman, tevî pêşketina tevgera şoreşger a Tirkiyeyê, bandor li pêşketina têkoşîna azadiyê ya Kurd jî kir. Ji ber vê yekê, Rêber Apo ev rastî dît, dît ku ev ê rê li ber kîjan encaman veke, di dema qetilkirina Mahîran de boykot kir û piştî ji girtîgehê derket di rêxistinbûna DHKPC a li Zanyarên Siyasî de bi roleke pêşengiyê rabû. Rêber Apo ji bo dilsoziya bi bîranîna Mahîran re li Fakulteya Zanyarên Siyasî, li Enqereyê ji bo pêşveçûna tevger û ciwanên şoreşger bi rola pêşengiyê rabû. Hemû tevgerên şoreşger ên li Tirkiyeyê bi vê dizanin. Di rêxistinbûna ADYOD'ê de rola Rêber Apo diyarker e. Ji vî alî ve jî divê em qîmeta ku Rêber Apo dide vê têkoşîna Mahîran bibînin. 

Vê têkoşîna Mahîran bêguman li Tirkiyeyê tevgereke girîng a şoreşgerî afirand. Axa Tirkiyeyê ser û bin bibû. Salên 1970'ê ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng in. Hin hene dixwazin tevgera şoreşgerî ya salên 1970'î reş bikin. Ev yek, bi rastî jî tarîkirina rastiyê ye. Qaşo dibêjin 'şerê çep û rastgiran hebû, hemû jî di destê hêzên emperyalîstan de bûn'. Tiştekî bi vî rengî nîne. Gelan, şoreşgeran teqez li dijî emperyalîstan têkoşiyan. Dibe ku ev hebe; dibe ku hin hêzên xwe berdabin nav. Lê belê ev yek rastiya bingehîn naguherîne. Rastiya têkoşînê ya tevgera şoreşger a salên 1970'î ya li dijî sîstema heyî, naguherîne. Rastiya afirandina civakeke nû naguherîne. 

Di salên 1970'î de civakeke nû, ciwantiyeke nû, zîhniyeteke nû derket holê. Ji ber vê yekê, artêşa NATO ya ser bi emperyalîzmê darbe kir. Ev darbe li dijî vê şoreşê, li dijî vê tevgera şoreşê kiriye. Li dijî astiya demokratîk, ku vê tevgera şoreşger li Tirkiyeyê afirand, ev darbe hat kirin. Li Tirkiyeyê rastiya civakeke demokratîk êdî xwe da der. Rastiya civakeke nû xwe da der. Bi darbeya leşkerî re hat xwestin, ev rastiya civaka demokratîk a nû bê tasfiyekirin. Belê, tevgerên şoreşger hatine binpêkirin, lê belê êdî nepêkan e ku ev rastiya dîrokî û civakî li demên berê bê vegerandin. Guhertina civakî ya di salên 1970'î de rû da bûye havêna Tirkiyeya nû. Pêwîste ev rastî were dîtin. Li aliyê din, şerê gerîla yê bi pêşengiya PKK'ê û Rêber Apo di sala 1984'an de li dijî faşîzma leşkerî ya 12'ê Îlonê hat destpêkirin, pêşî li dewleta Tirk girtiye ku vê rastiya civaka demokratîk û tevgera şoreşgerî bi temamî ji holê rake. Eger îro hê jî kevneşopiya şoreşger demokratîk a salên 1970'î di astekê de dewam dike, hê jî ew rastiya civaka demokratîk a di salên 70'î de hat afirandin bandorê li têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê dike, weke dînamîkeke demokrasiyê hê hebûna xwe diparêze, di vir de bêguman rastiya berxwedana têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya li dijî faşîzma 12'ê Îlonê heye.

Dikarin vê yekê bi hêsanî bêjim; Eger îro li Tirkiyeyê têkoşîneke demokrasiyê hebe, rastiyeke civaka demokratîk hebe, dînamîkek hebe ev yek bi berxwedana Denîzan, Mahîran, Îbrahîman a destpêka salên 1970'î dest pê kiriye. Ev rastiya civakî bi vî rengî derketiye holê. Piştî ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li vê zêde bû, Tirkiye bû xwedî dînamîkek mezin a şoreşê. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji ber ku ji vê dînamîkê ditirse dixwaze rejîmeke otorîter ava bike. Ji pêkhatina şoreşa demokratîk, ji hilweşîna desthilatdariya xwe, ji hatina demokrasiyê ji bo Tirkiyeyê ditirsin. Ya ku ev tirs afirand, daneheviya demokrasiyê ya têkoşîna Mahîran, Denîzan, Îbrahîman û têkoşîna PKK'ê ye. Pêwîste ev rastî were dîtin. Ji ber vê yekê, têkoşîna Mahîran, têkoşîna afirandina Tirkiyeya nû ye. Di salên 1970'î de, bi berxwedana Mahîran, Denîzan û Îbrahîman re ketina nava rastiyeke ya nû ya Tirkiyeyê dest pê kiriye. Destpêk ew der e. Destpêka Tirkiyeya nû, berxwedana şoreşger demokratîk a van ciwanan pêk hatiye. Ji ber vê yekê, kevneşopiya wan îro weke hêzeke demokratîk şoreşger dewam dike. Bêguman, ya ku divê niha bê kirin, çawa ku Mahîr di salên 1970'î de got 'Enî', lê belê eniyeke rasteqîn nekarî bê afirandin, pêwîstiya îro ya Tirkiyeyê bi eniyeke demokratîk heye. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê, li dijî vê tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ku ji bo tepisandina hêzên demokratîk şoreşger ên Tirkiyeyê hatiye avakirin, ji bo bîranîna Mahîran, Denîzan, Îbrahîman, ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê, pêwîste li Tirkiyeyê eniyeke demokrasiyê bê afirandin, yekîtiya hêzên demokratîk bê avakirin. Li ser vê bingehê, di salvegera 45. a qetilkirina Mahîran de, ez hemû şoreşgeran, demokratan dikim, ku ji bo bîranîna wan, ji bo pêkanîna Tirkiyeya demokratîk ku hesreta wan bû, ji bo pêkanîna şoreşa demokratîk li hev bicivin û bi hev re têkoşîneke hevpar bimeşînin."