Karasû: Sîxurî sûcekî giran e, wê teqez bê cezakirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû xwest, bi 'ruhê Raperîn' xwedî li endamê Konseya Serokatiyê Diyar Xerîb bê derketin. Karasû sîxur jî hişyar kir û got, "Sûcekî giran e. Yên ev sûc kirine wê bên cezakirin. Wê teqez bên cezakirin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bû mêvanê bernameya 'Ulkeden' a Medya Haber TV û bersiv da pirsên Ararat Suveyda.

Karasû endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb ê 5'ê Tîrmehê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da, bi rêz û minet bi bîr anî û got, "Hevalê Helmet di nava tevger, têkoşîn û partiya me de xwedî cihekî girîng bû. Ewladekî hêja, şoreşgerekî gelê Başûrê Kurdistanê bû. Êşên bi dehan salan, têkoşîna gelê Başûrê Kurdistanê baş zanîbû, hestên xwe yên welatparêziyê xurt bû û bi biryardarî têdikoşiya."

KEDA DIYAR XERÎB GELEKÎ ZÊDE YE

Karasû bi bîr xist ku Diyar Xerîb di astên bilind de li nava tevgera azadiyê bi berpirsyarî tevgeriya û diyar kir, di rêxistinkirina gelê Başûrê Kurdistanê de, di afirandina zîhniyeta civakîparêz, demokratîk de keda Diyar Xerîb gelekî zêde ye.

Karasû anî ziman, ku Diyar Xerîb li Başûrê Kurdistanê ji aliyê gel, hêzên siyasî, jin û ciwanan ve dihate naskirin û got, "Teqez komkujiyeke plankirî ye, ku bi rêya noker û sîxuran hatiye kirin. Naxwe ne rewşeke welê ye ku ji hewayê bi keşfê hatibe tespîtkirin û balafirên şer bi vî rengî lê da bin. Di nav de teqez noker hene. Sîxur hene. Ya ku mirovan pê diêşîn e jî ev e. Ya ku mirovan pê diêşîn e ew e ku hin kesên li nava Kurdan ên xwe bi pereyan firotine îstîxbarat pêşkêş kirine û rê li ber şehadeta hevrêyê me Diyar Xerîb vekiriye. Bêguman hin bûyerên din ên bi vî rengî hene.

'DIVÊ GELÊ KURD LI DIJÎ ÊRÎŞÊN BI VÎ RENGÎ RAWESTE'

Karasû diyar kir, "Me tespît kir ku li Behdînanê gelek êrîş bi destê sîxuran hatine kirin. Li wê deverê hin kesan bi pereyan dikirin. Em di serdema kapîtalîzmê de ne, hin mirov hene ku nirxên xwe yên neteweyî lawaz bûne, nirxên civakî lawaz bûne, nirxên çandî û însanî lawaz bûne. Mirov li pey madiyat û pereyan dibezin. Hinek hene ji mirovbûnê derketine, her tiştên wan bi madiyat û pereyan tê kirîn an jî di karên bi vî rengî de tên bikaranîn.

Bêguman em bi vê diêş in. Di vê mijarê de em hişyariyê didin. Em bang li gelê Kurd dikin ku di vê mijarê de hişyar be. Li devera ku lê ye eger hinek sîxuriyê dikin, divê wan deşîfre bike. Karê sîxuriyê karekî qirêj e. Yên ku sîxuriyê dikin dijminê Kurdan e. Divê were zanîn ku ew dijminatiyê li Kurdan dikin. Lewma divê gelê me li dijî van dijminên mirovahiyê hişyar be."

'ŞERÊ LI DIJÎ TEVGERA AZADIYÊ TÊ WATEYA ŞERÊ LI DIJÎ TEVAHIYA KURDAN'

Karasû bal kişand ser daxuyaniya hin rêveberên Başûrê Kurdistanê ku PKK'ê ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê weke hincet nîşan didin û got, "Eger Tevgera Azadiyê ya Kurd were tasfiyekirin wê kes nikaribe destketiyên li Başûrê Kurdistanê biparêze. Divê her kes bi vê zanibe. Ji ber vê yekê şerê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd şerê li dijî Kurdan hemûyan e. Êrîşa li Başûrê Kurdistanê jî hewldanek ji bo armanca dagirkeriyê ye. Bi vê yekê re hewl didin Başûrê Kurdistanê gav bi gav dagir bikin û tevlî desthilatdariya xwe bikin. Dixwazin wîlayetên Mûsil-Kerkûkê tevlî Tirkiyeyê bikin."

Karasû bi bîr xist ku DAÎŞ'ê beriya niha xwestibû herêmê dagir bike, lê bi ser neketibû û got, "AKP niha dixwaze vê yekê bi xwe bike. Hêzên başûrî di vê mijarê de xwe kor dikin. Ya ku nabînin çi ye? Belê em dikarin bêjin ku ew kor in. Nêçirvan Barzanî di vê mijarê de daxuyanî da. Got, 'dewleta Tirk her tim alîkarî da me'. Spasiya dewleta Tirk kir. Em ji Nêçirvan Barzanî bipirsin; dema ku DAÎŞ'ê êrîş kir, dema ku xwe gihand Hewlêrê helwesta dewleta Tirk çawa bû?

'GERÎLA BI BAYÊ BEZÊ ÇÛ KERKÛKÊ'

Ne Mesûd Barzanî bû ku got, dewleta Tirk destek neda me? Gilî û gazin ji vê nekir? Dewleta Tirk destek nedida DAÎŞ'ê? Yê ku vê dibêje Mesûd Barzanî ye, ne em in. Heman Mesûd Barzanî piştre çû Mexmûrê, li gel gerîla rûnişt û spasiya wan kir. Gelo gotinên Nêçirvan Barzanî li kîjan rastiyê tê? Rewş bi vî rengî ye? Gelo dewleta Tirk her tim alîkarî da wan, ya jî Tevgera Azadiyê ya Kurd di dema herî krîtîk de Hewlêr parast?

Gerîla çû Kerkûkê. Daxwaza ji bo çûyîna gerîla ji Kerkûkê re ji kê hat? Ji YNK'ê hat. Belê, Kerkûk vala dibû, Silêmaniye bi tirs û fikar bû. Dema ku DAÎŞ biketibûya nava Kerkûkê wê piştre berê xwe bida Silêmaniyeyê. Gerîla çi kir? Bi bayê bezê çû Kerkûkê. Her kesî dît, Ranyayê dît, Silêmaniyeyê dît. Bi al û çekên xwe çûn û DAÎŞ ranewestandin? Di nava rastiyeke wiha de, pejirandina êrîşên dewleta Tirk, bi taybetî pejirandina êrîşên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd gelo li Kurdîtiyê tê?

Dema ku Kurd tengav bû, wê kî alîkariyê bi kê re bike? Dema ku tengav bû em ê alîkariyê bi hev re bikin." Karasû xwest, rewşenbîr, nivîskar û gelê Başûrê Kurdistanê vê rastiyê bibîne.

'NÊÇIRVAN BARZANÎ NE DIJMIN LÊ YÊN TÊDIKOŞIN DIKE HINCET'

Karasû destnîşan kir, eger Kurd bibin yek, helwesteke hevpar nîşan bidin wê dewleta Tirk nikaribe li Başûrê Kurdistanê tiştekî bike û got, "Sedema êrîşa dewleta Tirk a li Rojava, li Bakur û Başûrê Kurdistanê ew e ku Kurd ne yek in, yekîtiya Kurdan nîne. Ji ber vê yekê dewleta Tirk dibêje, 'Em ne li dijî Kurdan e, em li dijî PKK'ê ne'. Bi PDK, YNK û rêxistinên din ên Kurdan re têkiliyê datîne û dibêje, 'Ez ne li dijî Kurdan im, ez li dijî PKK'ê me'.

Em dixwazin tiştekî destnîşan bikin; Nêçirva Barzanî di êrîşa berî çend rojan de PKK weke hincet nîşan dida. Dema ku Saddam bi dehan salan bombe li Kurdan dibaran, PDK hincet nîşan nedida, we hincet nîşan nedida? Li Bakurê Kurdistanê jî bombeyan dibarîne, mirovan dikuje û PKK'ê hincet nîşan dide. Dijminê Kurd hebûna Kurdan qebûl nake, lewma wê bi vî rengî bêje. Şerm e. Li dijî van komkujiyan, li dijî van êrîşan li şûna ku helwestê li dijî dijminê Kurdan destnîşan bikin, têkoşeran hincet nîşan didin. Ev yek şerm e. Divê gelê Kurd vê bibîne û li dijî nêzîkatiyên bi vî rengî helwestê nîşan bide."

'XIYANET WÊ BÊ CEZAKIRIN'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir, eger niha di nava gelê Kurd de ji aliyê hişmendiya azadî, demokrasî û dîrokê ve pêşketin hebe, di vê mijarê de rola Diyar Xerîb heye û got, "Di vê mijarê de em dixwazin ku gelê me xwedî lê derkevin. Em dixwazin di şexsê hevalê Helmet de xwedî li sekn, helwest û Nêrîna wî dekevin. Wî dixwest gel li dijî dagirkeriyê, li dijî mêtingeriyê rabe ser piyan. Dixwest Başûrê Kurdistanê demokratîk bibe, daxwaza yekîtiya neteweyî dikir. Li dijî her şêwe êrîşan daxwaza Raperînê dikir ku di ruhê gelê Başûrê Kurdistanê de heye. Li Şeladizê çawa ku ev ruhê Raperînê rabû ser piyan, li dijî vê dagirkeriyê jî divê heman ruh rabe ser piyan. Divê gelê me bi ruhê Raperînê xwedî li hevrê Helmet derkeve.

Her wiha em careke din yên ku sîxuriyê ji dewleta Tirk re dikin hişyar dikin. Dijminatiya li Kurdan e, sûcekî giran e. Em ê êdî giraniyê bidin ser wan. Yên ku ev sûc kirine wê bên cezakirin. Wê teqez bên cezakirin, bila piştre kes nebêje çima bi vî rengî bû. Yên ku sûcên ewqasî giran kirin bêguman sûcê şer kirine. Xiyanet e, wê bê cezakirin. Divê kes li Kurdistanê ji bo pereyan, ji bo tiştekî din dijminatiyê li Kurdan nekin, tevlî sûcên bi vî rengî nebin. Ti hêza siyasî jî divê hevkarî û sîxuriya bi vî rengî rewa neke."

Karasû diyar kir ku ji bo bîranîna Diyar Xerîb wê Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk biafirînin.