Karasu: Kurd nema li ber dagirkeran serî ditewîne

Karasu bi bîr xist ku gelê Kurd gelê Newrozê ye û got, mîna berê êdî nepêkane ku ji nasnameya xwe bireve û serê xwe bitewîne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mustafa Karasu bû mêvanê bernameya Dilistan a radyoya Dengê Welat û li ser êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û berxwedana serdemê bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tunç.

Karasu destnîşa nkir ku Şoreşa Rojava bûye bingeha demokratîkbûna Sûriyeyê û diyar kir, dewleta Tirk a ku vê yekê ji xwe re weke xeteriyê dibîne, êrîşên ku nekarî bi rêya çeteyên xwe bi ser bixîne, vê carê bi xwe dike.

Karasu got, êrîşa li ser Efrînê êrîşa li dijî jiyana azad û demokratîk e, êrîşa li dijî demokratîkbûna Rojhilata Navîn e.

Mustafa Karasu ragihand, dewleta Tirk nobedarê despotîzm û paşverûtiya Rojhilata Navîn e, lewma dixwaze Şoreşa Rojava ji holê rake û êrîşî Efrînê dike. Karasu got, "Li Efrînê li ser xeta azadiya jinê şoreşeke demokratîk pêk tê ku jin lê bi bandor in. Sîstemeke demokratîk ava dibe. Ev sîstem ji bo faşîzma AKP-MHP'ê xeterî ye. Bicihbûna sîstemeke bi vî rengî tê wê wateyê ku rejîma faşîst a li Tirkiyeyê teşhîr dibe û gel vê rejîmê qebûl nake. Ji ber vê yekê demokrasiya li Efrînê, konfederalîzma demokratîk a li Efrînê pêk tê ji bo faşîzma AKP-MHP'ê xeteriyeke paşerojê ye."

DIXWAZE GELÊ KURD JI EFRÎNÊ DERXÎNE

Karasu işaret bi komkujiya ku dewleta Tirk li Efrînê dike û destnîşan kir ku bi kuştina jin, zarok, extiyar û hemû sivîlan re dixwaze gelê Kurd ji Efrînê derxîne û wiha pê de çû: "Ji bo vê jî qirkirinê ferz dike. Şefê desthilatdariya faşîst Erdoğan dibêje 'em ê penaberan li wir bi cih bikin'. Bi vê gotinê armanca xwe eşkere dike. Îdîa dike ku Efrîn 'bajarekî Kurdan nîne' û hewl dide guhertina nifûsa wê derê, derxistina Kurdan ji Efrînê û êrîşên xwe yên qirkirinê rewa nîşan bide. Cîhan jî li pêşberî vê yekê bêdeng e."

BAJAREKÎ BIÇÛK Û DUYEMÎN ARTÊŞA HERÎ MEZIN A NATO'YÊ

Mustafa Karasu bi bîr xis tku demokrasiya Efrînê û îstema demokratîk a azadîparêziya jinê ya li Efrînê zêdeyî 50 roj in li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li ber xwe dide û got, "Efrîn tevî ku bajarekî biçûk e li dijî artêşa duyemîn a herî mezin a NATO'yê bi xurtî li ber xwe dide. Ji ber vê karaktera xwe, demokrasiya li Efrînê hê di meha destpêkê de li dijî faşîzmê bi ser ketiye. Nîşan da ku li cihê demokrasî lê hebe wê gel li ber xwe bide. Gelê Efrînê bi lehengî li ber xwe dide."

BERXWEDANA TEVAHIYA MIROVAHIYÊ YE

Karasu destnîşan kir ku berxwedana gelê Efrînê bêhempa ye û got, hem Kurd hem jî hêzên demokratîk ên ji gelemperiya cîhanê li Efrînê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Karasu got, "Şervanên enternasyonal hatin li Efrînê li ber xwe dan û şehîd bûn. Erebên ji şerê li Sûriyeyê reviyan û xwe li Efrînê girtin, hatin kuştin. Civaka Ereb û Tirkmenên li Efrînê li dijî êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê helwest nîşan dan. Lewma berxwedana Efrînê her wiha berxwedana hemû mirovahiyê ye, berxwedana gelên Rojhilata Navîn e."

KURD NEMA SERÎ DITEWÎNE

Endamê Komîtey Rêveber a PKK'ê Mustafa Karasu diyar kir ku Newroz nîşaneya herî xurt a îradeya jiyana demokratîk û azad, nîşaneya hebûna gelê Kurd e û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd dibêje gelê Newrozê ye. Karasu got, "Wateya 'gelê Newrozê' gelê berxwedanê ye. Gelê ku îradeya demokrasî û azadiyê nîşan daye, bi nasname û çanda xwe îradeya jiyana demokratîk û azad ji her alî ve radixe pêş çavan. Ji ber vê yekê Kurdan asta krîtîk derbas kirine. Nepêkane ku Kurd êdî ji nasnameya xwe bireve û vegere rewşa gelê ku serî ditewîne."

Karasu destnîşan kir ku Kurdan bi rêbertiya Ocalan û bi pêşengiya PKK'ê kefenê ku mêtingerên qirker lê dikirin çirandine û berê xwe dane jiyaneke azad û demokratîk. Karasu got, nepêkane ku Kurd ji vê rêyê bê vegerandin.

Karasu got, gelê Kurd wê teslîmî faşîzma AKP-MHP'ê nebe û tevî gelên herêmê wê êrîşkariya faşîzma AKP-MHP'ê teqez bişikîne.

WÊ DAWÎ LI FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê WERE ANÎN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mustafa Karasu diyar kir, heta ku hêviya azadiyê ya gelê Kurd gerîla hebin, wê kes nikaribe hêviya azadiyê ya gelê Kurd bişikîne û got, "Êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê wê ne tenê li Efrînê, her wiha li her devera Kurdistanê zêde bibin. Gerîla û gelê me wê bi heybetî li ber van êrîşên qirker rabin û dawî li faşîzma AKP-MHP'ê bînin. Îsal wê bibe sala berxwedanê. Li çar aliyên Kurdistanê wê berxwedan geş bibe."

Karasû herî dawî got, "Xeta Rêber Apo û şehîdên me xeta berxwedana di nava her şert û mercên zehmet de ye. Em ê vê yekê nîşanî her kesî bidin."