Karasû: Erdogan tengijî xwe li derewan digire

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû got AKP derbarê Qendîlê gel dixapîne, tenê li qadên vala dixin û domand, ‘’Erdogan, her ku hilbijartin nêz dibin derewan dike. Ev jî nîşan dide ku AKP 24’ê Hezîranê wê ji desthilatê bikeve.’’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû bal kişande ser derewên dewleta Tirk a li ser êrîşên Qendîlê û got:

 ‘LI QADÊN VALA DIXIN’

Şefê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê Tayyîp Erdogan her ku hilbijartin nêz dibe propagandayên bi derewan dike. Ev nişana wê ye ku AKP 24’ê Hezîranê wê ji desthilatê bikeve. Va îro nûçeyên bi derewên ên mîna ‘Em ketin Qendîlê, me li Qendîlê xist’ hene. Derew e ku li ser Qendîlê tevgera bejahiyê kirine. Êrîşên hewayî her roj hene. Ji berê de ji qada hewayî êrîşê tînin Bi êrîşa hewayî ya dawî li gundê Enzekê li qadeke vala dixin. Dibêjin, ’Me li cihê civîna PKK’ê xist’. Bi rastî jî jî ev nişana wê ye ku Erdogan tengijî ye.  Ti têkiliya xwe bi cihê civîna rêveberiyê nîn e. Ev ji hêlekê ve têkildarî wê ye ku politikaya şer a AKP-MHP’ê ji gerîlayan derb xwariye. Gerîla li her devera Kurdistanê derbên giran li leşkeran dixin lê ji van pir kêm didin.

Operasyonek, êrîşek li ser Qendîlê, rêveberiyê tine. Go neynûka rêveberiyeke me biêşiya televizyonên Tirkan wê qiyamet rakirina. Ji bo ku şowenîzmê rakin ser piyan her roj derewên wiha dikin.’’

Karasû got ji ber ku ji hilbijartinan re çend roj mane, bi fikra ku wê derewa wî hişkere nebe gel dixapîne.

Karasû ev peyam da, ‘’Gelê me, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê, bi têkoşîna xwe wê dawiya AKP’ê bîne.’’

PIRSÛS

Karasû derbarê kuştina HDP’yiyan a li Pirsûsê got, ‘’Li Pirsûsê bav û kürek hatin kuştin; ên ku hatin kuştin sûcdar kirin. Derewînekî mezin e. Xwestin civakê li hev sor bikin. Lê Tirkiyê, raya giştî ya cîhanê, Rihayê dît bûyer ne wiha ye. Êrîş birine ser HDP’yiyên esnaf, bi hovîtî ew kuştine.’’

Karasû got li dijî provakasyon, derewan divê gel îradeya xwe teqez li ser sendoqê nîşan bide.