Karasû: Di 1'ê Gulanê de divê têkoşîna hevpar bê geşkirin

Karasû: 1'ê Gulanê divê bibe ew roj ku dijberên AKP-MHP'ê, hêzên ku li dijî faşîstan têkoşîna antî-faşîst dimeşînin li hev bicivin. Di 1'ê Gulanê de divê hêzên antî-faşîst û hêzên demokrasiyê li hev kom bibin. Divê têkoşîna hevpar bê geşkirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, 1'ê Gulanê Cejna Karkeran ji ANF'ê re nirxand.

Karasû got, "1'ê Gulanê ku ji bo Tirkiyeyê, Kurdistanê û mirovahiyê rojeke girîng e, wê were pîrozkirin. Bi wesîleya vê 1'ê Gulanê, 4 pêşengên karkeran ên sala 1887'an hatin darvekirin û 34 şoreşger, demokrat û karkerên sala 1977'an li Taksîm a Stenbolê hatin kuştin, şehîdên 1'ê Gulanê hemûyan bi minet û rêzdarî bi bîr tînim. 1'ê Gulanê ji bo mirovahiyê rojeke gelekî girîng e. Dîroka li pişt vê rojê gelekî girîng e."

Karasû diyar kir, yekane roja ku niha li tevahiya dinyayê ji aliyê mirovahiyê ve bi rengekî hevpar tê pîrozkirin 1'ê Gulanê ye û got, "Roja ku nirxên hevpar ên tevahiya mirovahiyê derketine holê, 1'ê Gulanê ye. 1'ê Gulanê karker, kedkar ji bo dinyayeke azad têdikoşin. Di 1'ê Gulanê de kedkar ji xwe bawer dikin, yekîtiya xwe dibînin, hêza yekbûnê dibînin û bi vî rengî baweriya xwe ya bi paşerojeke azad zêdetir dikin."

'PKK'Ê ALA 1'Ê GULANÊ TIMÎ BILIND KIR'

Karasû anî ziman, dîroka 1'ê Gulanê ya li Tirkiyeyê dîrokeke xwedî têkoşîneke dijwar e û got, "Mirov dikarin bêjin; Li Tirkiyeyê 1'ê Gulanê ji gelek welatan bêhtir bi wate ye. Ya ku ev wate daye 1'ê Gulanê şehîd in, berxwedêr in, kedkarên li Tirkiyeyê ne, gel in ku qadên 1'ê Gulanê dagirtine. 1'ê Gulanê veguherandin roja têkoşîn, piştevanî û yekîtiya li dijî desthilatdariyên faşîst. Ji ber vê yekê 1'ê Gulanê li Tirkiyeyê bi rastî jî gelekî girîng e. Sala 1977'an zêdeyî pênc sed hezar kedkar, rewşenbîr û demokrat ku ez bi xwe jî di nav de bûm, 1'ê Gulanê li hev civiyan. Hêzên faşîst nekarîn xwe lê rabigirin, hêzên kûr ên dewletê li Taksîmê êrîş kirin û 34 karker, kedkar û rewşenbîr kuştin."

Karasû bal kişand ser girîngiya 1'ê Gulanê ji bo Kurdistanê jî û got, "Bêguman ji bo Kurdistanê jî 1'ê Gulanê girîng e. Ji ber ku demokratîkbûna Tirkiyeyê ji bo azadiya gelê Kurd girîng e. Gelê Kurd jî, tevgera me jî ji destpêkê ve bi kedkar, şoreşger û demokratên Tirkiyeyê 1'ê Gulanê pîroz kirin. Em 1'ê Gulanê di heman demê de weke roja yekîtî û piştevaniya gelê Kurd ku gelekî kedkar e dibînin. Weke rojeke piştevaniya gelê Kurd bi bindest û demokratên Tirkiyeyê re dibînin. Weke roja piştevaniya kedkarên gelê Kurd bi kedkarên dinyayê re dibînin. Ji ber vê yekê 1'ê Gulanê ji bo me timî girîng e. Li her devera em lê bûn em tevlî çalakiyên 1'ê Gulanê bûn. Rola PKK'ê gelekî girîng e ku 1'ê Gulanê bi xurtî gihîştiye vê serdemê. Ji ber ku PKK timî xwedî lê derket. Nepejirand ku ala 1'ê Gulanê bikeve. Ala 1'ê Gulanê timî bilind kir. PKK îro nûnerê sosyalîzmê ye û bi vî rengî 1'ê Gulanê pîroz dike. Di 1'ê Gulanê de piştevaniya kedkaran û gelan dike."

'ROJA TÊKOŞÎN, PIŞTEVANÎ Û YEKÎTIYÊ YA MIROVAHIYÊ YE'

Karasû destnîşan kir, 1'ê Gulanê di serdema heyî de wê bibe deverên ku feraset û hişmendiya sosyalîzmê ya nû lê diafire, bi pêş dikeve û got, "Rêber Apo piştî hilweşîna sosyalîzma reel gihîşte wê baweriyê ku êdî sosyalîzm bi dewletê nikare bimeşe, bi desthilatdariyê nikare bimeşe; ancax bi rêbazên demokratîk ên li derveyî desthilatdarî û dewletê, bi rêveberiyên gelan sosyalîzm dikare bê. Bi vê bîr û baweriyê Rêber Apo li dijî feraseta sosyalîzma dewlet û desthilatdarparêz, xwe spart konfederalîzma demokratîk a rêxistinbûyî, civaka demokratîk a rêxistinbûyî û bi feraseta sosyalîzma demokratîk li ser bingeha sîstema konfederal a demokratîk dest bi têkoşînê kir. Sosyalîzm êdî ji bo me bêdewlet e. Feraseteke sosyalîzmê ye ku xwe dispêre konfederalîzma demokratîk. Ji vî alî ve 1'ê Gulanê êdî ew roj e ku hişmendiya sosyalîst lê nû dibe, di sosyalîzmê de kûrbûn pêk tê û antî-kapîtalîst hemû di nava sosyalîzmê de li hev dicivin."

Karasû got, "1'ê Gulanê êdî ji her demê bêhtir ji bo gelan, ji bo mirovahiyê, ji bo me pêwîstiyek e. Lewma em vê 1'ê Gulanê li platformên hîn berfireh pîroz dikin."

'JI BO TIRKIYE JI FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê BÊ RIZGARKIRIN DIVÊ GEL TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN'

Karasû destnîşan kir, li Kurdistan û Tirkiyeyê niha faşîzm heye û got, "Faşîzm dijminê kedkaran e, dijminê Kurdan e, dijminê jinê ye, dijminê ekolojiyê ye. Dijminê nirx û çanda mirovahiyê ye. Lewma desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê dijminê bindestan, çandan û gelên Tirkiyeyê ye. Dijminatiya xwe ya li jinan li pêş çavan e. Lewma, çawa ku di hibijartinên 31'ê Adarê de hêzên demokrasiyê hemû li hev civiyan û kirin ku faşîzma AKP-MHP'ê têk biçe, 1'ê Gulanê jî divê bibe ew roj ku dijberên AKP-MHP'ê û hêzên antî-faşîst ên li dijî faşîstan têdikoşin li hev bicivin. Êdî lawazkirina AKP'ê tenê di hilbijartinan de têrê nake. Ji ber ku ev desthilatdarî naxwaze bi hilbijartinê biçe. Derfetên dewletê hemûyan bi kar tîne û hewl dide li ser piyan bimîne. Zextê li gelê Kurd, li kedkar û jinan dike. Lewma divê hêzên antî-faşîst û hêzên demokrasiyê di 1'ê Gulanê de li hev bicivin. Li platformên hevpar divê têkoşîna hevpar mezin bikin. 1'ê Gulana îsal xwedî berpirsyariyeke wiha ya dîrokî ye. Divê kes xwe ji vê venegire. Bi têkoşîna bi serê xwe faşîzma AKP-MHP'ê lawaz nabe. Di hilbijartinên 31'ê Adarê de hate dîtin, yekkirina hêzê û meşa ber bi armanca hevpar girîng e û encamgir e. Faşîzm têk diçe. Faşîzma AKP-MHP lawaz bûye. Di dema xwe ya herî lawaz de ye. Eger hêzên demokrasiyê, hêzên azadiyê, hêzên sosyalîst li hev bicivin, têkoşîna antî-faşîst bi hevparî bimeşînin û bi feraseta piştevanî û yekîtiyê hêzên xwe bikin yek, pêkane ku faşîzma AKP-MHP'ê di demeke kurt de bê têkbirin û pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê were vekirin. Firsendeke bi vî rengî derketiye pêşiya gelên Tirkiyeyê. Firsendeke wiha ketiye destê hêzên demokrasiyê. Ji bo jinan, ciwanan û bindestan hemûyan firsendeke wiha dîrokî derketiye holê. Ya ku divê were kirin ew e; cudahiya nêrîn, plan-bernameya xwe deynin aliyekî û bi bernameyeke ji bo lawazkirina faşîzma AKP-MHP'ê di xalên hevpar de li hev bicivin û têkoşînê geş bikin. Dema ku ev hate kirin hingî emrê desthilatdariya AKP'ê kurt e. Ji xwe ji ber ku di têkoşîna hêzên demokrasiyê de mirina xwe dibîne ewqasî hêrs û êrîşkar bûye. Emrê desthilatdariya AKP'ê kurt bûye. Tenê têkoşîn divê. Hêrsa gelan mezin bûye, hêrsa gelê Kurd mezin e. Hêrsa jinan, hêrsa gelên Tirkiyeyê mezin e. Faşîzma AKP-MHP'ê ji her demê bêhtir Tirkiye parçe kiriye. Ji bilî alîgirên xwe her kesên din dijmin dibîne. Ev yek ji xwe nebaşiya herî mezin e ku li Tirkiyeyê hatiye kirin. Lewma ji bo Tirkiye ji vê nebaşiyê, ji vê zîhniyeta ku Tirkiyeyê parçe dike, ji vê desthilatdariya faşîst rizgar bibe, divê gel hemû li hev bicivin û têkoşînê geş bikin."

'DIVÊ GELÊ KURD LI HER DEVERÊ DI ASTA HERÎ XURT DE TEVLÎ 1'Ê GULANÊ BIBE'

Karasû ji bo 1'ê Gulanê jî bang kir: "Bang û bendewariya me ya ji 1'ê Gulanê wiha ye. Gelê Kurd li her devera lê ye divê di asta herî xurt de tevlî 1'ê Gulanê bibe. Di 1'ê Gulanê de pêwîste têkoşîna li dijî tecrîdê bê xurtkirin. Divê têkoşîna li dijî tecrîdkirina Rêber Apo bi hêzên demokrasiyê yên gelên Tirkiyeyê re bimeşîne. Niha li zindanan bi hezaran hevrêyên me li ber mirinê ne, lewma divê hêzên demokrasiyê hemû, jin, saziyên mafên mirovan, partiyên siyasî li hev bicivin, li dijî vê faşîzmê, li dijî tecrîdkirina Rêber Apo, li dijî tecrîda li zindanan, li dijî tecrîdkirina gelên Tirkiyeyê têkoşînê geş bikin, dengê xwe bilind bikin. Hem Kurd hem jî gelên Tirkiyeyê yekîtiya Kurdan û gelên Tirkiyeyê dixwazin. Me di hilbijartinên 31'ê Adarê de dît. Lewma gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê divê daxwaz û hesreta gelê Kurd bibînin; gelê Kurd jî azadiya xwe di demokratîkbûna Tirkiyeyê de bibîne û bi gel û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê re li platforma hevpar têkoşînê geş bike."

Karasû di dawiya axaftina xwe de 1'ê Gulanê li kedkar û gelên dinyayê hemûyan pîroz kir.