BI DÎMEN

Karasû: Destûra Bingehîn a nû ji ya 12'ê Îlonê bêhtir faşîst e

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir, ku Destûra Bingehîn a nû ku tifaqa AKP-MHP'ê daniye ber Tirkiyeyê, ji Destûra Bingehîn a 12'ê Îlonê bêhtir faşîst e.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, referandûma 16'ê Nîsanê ya li Tirkiyeyê û sedema dengê 'NA' yê gelê Kurd ji ajansa me re nirxand.

Karasû da xuyakirin, tifaqa AKP-MHP'ê tifaqa li dijî hêzên demokrasiyê ye û destnîşan kir, ku destûra bingehîn a niha hatiye amadekirin ji destûra bingehîn a 12'ê Îlonê bêhtir faşîst e.

Karasû got, "Di rewşa heyî de dixwazin destûra bingehîn a 12'ê Îlonê bikin xwedî rêveberiyeke hê otorîter. Ew bi xwe jî dibêjin, 'guhertina di rêveberiyê de'. Yanî dixwazin ji rêveberiya Kenan Evren bêhtir rêveberiyeke faşîst û otorîter ava bikin."

'REFERANDÛMA LI SER DESTÛRA BINGEHÎN VEGUHERIYE TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ'

Karasû da xuyakirin, ku rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê ji bo Kurdan bi vî rengî ye: "Alîgirê her tiştên demokratîk e, dijberê her tiştên ne demokratîk e. Her tişta demokratîk li berjewendiyên Kurdan tê, her tişta ne demokratîk dijminê Kurdan e. Pêwîste rewş bi vî rengî were binavkirin. Niha ev referandûma li ser destûra bingehîn veguheriye têkoşîneke demokrasiyê. 12'ê Îlonê ji xwe li dijî Kurdan bû. Niha jî dixwazin 12'ê Îlonê bêhtir otorîter bikin. Ji ber vê yekê, çawa ku Kurd li dijî rejîma 12'ê Îlonê tevî hêzên demokrasiyê têkoşiya û helwest nîşan da, di vê referandûmê de wê li ber rêveberiya sîstemeke ji 12'ê Îlonê hê otorîter rabin û bêguman bêjin NA. Ji ber vê yekê, di vê referandûma ji bo restorekirina destûar bingehîna 12'ê Îlonê de pêwîste Kurd û hêzên demokrasiyê bêjin NA. Ji xwe dibêjin NA."

'KURD CIVAKA HERÎ POLÎTÎK E'

Karasû destnîşan kir, ku referandûma 16'ê Nîsanê ji her alî ve veguheriye têkoşîneke demokrasiyê, veguheriye têkoşîna navbera hêzên demokratîk û hêzên ne demokratîk.

Karasû diyar kir, Kurd nikare xwe ji têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê vegirin, nikarin bi bêalî tevbigerin û got, "Eger têkoşînek ji bo demokrasiyê hebe, Kurd wê di nav de cih bigirin. Ya jî, Kurd neçar in bibin pêşengê têkoşîna demokrasiyê. Pêwîste herî zêde Kurd di nava têkoşîna demokrasiyê de cih bigirin. Gelo pêkane ku Kurd bi xemsarî tevbigere, bêdeng bimîne? Tê dîtin, ku 2 sal in çi tînin serê Kurdan. Kê ev kir? AKP û MHP ên ku piştî 7'ê Hezîranê bûn tifaq, ev kirin. Gelo wê Kurd li hemberî vê yekê helwestê nîşan nedin? Kurd wê li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ku du sal in jiyan li Kurdan herimandine, helwestê nîşan nedin? Bêguman wê helwestê nîşan bidin. Têkoşîna demokrasiyê Kurdan eleqedar dike. Nabe ku Kurd bêdeng bimîne. Kurd civaka herî polîtîk e. Civaka ku divê herî zêde polîtîkayê bike, Kurd e. Nabe ku Kurd xwe ji polîtîkayê, ji têkoşîna demokrasiyê vegire. Nabe ku bêje 'çi ji min re ji guhertina destûra bingehîn'. Gotina 'ya Tirkan e, ya Tirkiyeyê ye' demagojî ye. Li her devera cîhanê, yên têkoşîna azadiya neteweyî, têkoşîna rizgariya neteweyî, têkoşîna azadiyê, têkoşîna ji bo maf meşandine, her tim bi hêzên demokrasiyê re tevgeriyane. Eger Kurd dixwazin ne tenê li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn ji bo azadî û demokrasiyê têbikoşin, neçar in ji têkoşîna demokrasiyê re bibin pêşeng. Îro li Sûriyeyê pêşengên têkoşîna azadiyê ne. Li Tirkiyeyê pêşengên têkoşîna demokrasiyê ne. Divê li Îranê, li Iraqê li her derê bi vî rengî be. Ji ber ku ancax di nava demokrasiyê de Kurd karibin bi gelên din re di nava aştî û biratiyê de bijîn.

'NEÇÛNA SER SINDOQÊ NAYÊ WATEYA ALÎGIRIYA HÊZÊN DEMOKRASIYÊ'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû da xuyakirin, ku neçûna ser sindoqan helwestek nîne û wiha dewam kir: "Biçe ser sindoqan, tu çima naçe? Tu ji bo çi naçe? Ji ber ku li holê têkoşînek heye. Di vê referandûmê de dayîna dengê 'NA' tê wateya rabûna li ber desthliatdariya AKP-MHP'ê, rabûna li ber kiryarên wan ên du salên dawî. Rabûna li ber destûra bingehîn a 12'ê Îlonê ye. Û rabûna li ber hemû destûrên bingehîn ên ji sala 1924'an û vir ve hatine amadekirin e. Divê bi vî rengî bê dîtin. Di heman demê de divê helwest li aliyê demokrasiyê ve bê danîn. Eger Kurd biçe ser sindoqê wê çi bike? Yanî wê nebêje erê. Wê bêje NA. Divê bêje NA. Neçûna ser sindoqê nayê wê wateyê, ku alîgirê hêzên demokrasiyê ye. Gelo helwesta 'Çi ji me re ji wan, çi ji me re ku li Tirkiyeyê çi diqewime?' helweste rast e? Em di nava sînorên Tirkiyeyê de ne, di nava sînorên Tirkiyeyê de ji bo demokrasiyê têdikoşin. Ji bo xweseriya demokratîk em têdikoşin. Em ê vê têkoşînê çawa bimeşînin? Eger em tênekoşin, em ê çawa van mafên xwe bi dest bixin? Hinek qala federasyonê dike. Baş e, tu yê federasyonê çawa bi dest bixe? Tu yê ji bo demokrasiyê têbikoşe, bi rêxistin bike ku karibe bi dest bixe. Bi gotina 'çi ji min re?' tu yê kîjan mafî li Tirkiyeyê bi dest bixe? Ev yek bi rastî jî şerê taybet e. Xefika desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Lazim e Kurd nekevin vê xefikê. Divê tevî hêzên demokrasiyê helwestê nîşan bidin."

'DESTHILATDARIYA AKP'Ê DIJMINÊ ŞEHÎDAN E'

Karasû wiha dewam kir:

"Bi vê wesîleyê dixwazim vê bêjim; qaşo wê hikûmeta oldar dengan ji oldaran bigire, qaşo bang li Kurdan dike, bang li mûxafazakarên Kurd dike. Bila her kes vê bibîne; birêz Îhsan Elîaçik bi berfirehî dinirxîne, em lê guhdarî dikin. Yanî eşkere dike bê AKP çiqasî li dijî Îslamê ye. Rêbertî ji xwe gelek caran ji bo desthilatdariya AKP'ê got; ev dijberê Îslamê ne, ti eleqeya wan bi Îslamê re nîne. Di nava hemû olan de wijdan, exlaq, edalet, wekhevî hene. Lê bi qasî vê desthilatdariya AKP'ê desthilatdariyeke bê wijdan, bê exla, bê edalet nîne. Rastî ji xwe li holê ye. Ma ne Erdogan bû ku got 'jin jî be, zarok jî be ya pêwîst çi be wê were kirin'. Û ev yek pêk anî.

Gelo li Cizîrê nekir? Cizîr li ku ye? Cizîr cihê herî oldar, herî mûxafazakar ê Kurdistanê ye. Gelo çi bi Cizîrê hat? Çi kirin? Ser û bin kirin. Ji ber ku oldarî û Misilmantiya Cizîrê, Misilmantiya maf, edalet û wijdanê ye. Misilmantiya li ber wekhevî û zilmê radibe. Ji ber ku herî zêde Cizîr li ber zilmê radibû, beriya her tiştî êrîşî Cizîrê kirin. Sembola mûxafazkariya Kurdan Mele Ebdirehman e. Mele Ebdirehman kî ye? Yek ji girîngtirîn şagirt û seydayên medreseyên Kurd e. Lewma ti eleqeya desthilatdariya AKP'ê bi Îslamiyetê, bi Misilmantiyê re nîne. Çawa ku eleqeya DAIŞ'ê bi Îslamiyetê re nîne, ya AKP'ê jî nîne. DAIŞ li cihê dagir dike, çi dike? Bombeyan li goran, li tirban dibarîne. Ev desthilatdariya AKP'ê jî dijminê şehîdan e, dijminê goristanan e. Dijminê cesedê mirovan e. Vaye herî dawî li Mêrdînê çi bi cesedan kir? Dema ji vî alî ve mirov li rewşê binêrin, ne tenê oldarên Kurd, hemû oldarên li Tirkiyeyê û her kes dizane ku ti eleqeya AKP'ê bi Îslamiyetê, Misilmantiyê re nîne. Tê dîtin, ku AKP dijminê ol, dijminê exlaq û dijminê edaletê ye."

'DENGÊ NA WÊ BIBE HELWESTA GELÊ KURD'

Li ser helwesta Kurdan a di referandûmê de Karasû ev nirxandin kir: "Kurd wê bêjin, 'Ez ji pêkanînên we re nabêjim erê'. Lewma dengê 'NA' wê bibe helwesta Kurdan. Wê weke helwesta Kurdan derkeve pêş. Wê bibe helwesta li dijî zilma li Kurdan tê kirin. Ji ber vê yekê gelekî girîng e. Têkoşîneke demokrasiyê ye, helwesteke demokrasiyê ye. Helwesta yekbûna bi hêzên demokrasiyê re ye. Yanî zindîkirina ruhê 7'ê Hezîranê ye. Di 7'ê Hezîranê de çawa ku Kurd û hêzên demokrasiyê li hev civiyan, bûn Hêzeke girîng û bandoreke xurt kirin, niha jî di vê referandûmê de bi ruhê 7'ê Hezîranê, ruhê Gezî, ruhê têkoşîna demokrasiyê wê tevbigerin. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ewqas şehîd dan. Gelo gelê Kurd wê helwesta Mehmet Tûnç ji bîr bike? Çi got Mehmet Tûnç? Got, 'em ê serî netewînin'. Mebesta wî ji serî tewandinê, serî tewandina li ber zilma li gundan, li her cihî bû. Li Rojavayê Kurdistanê hinekî mafên xwe bi dest xistine, dixwazin li wir jî serî bidin tewandin. Êzidiyan li Şengalê hinekî mafên xwe bi dest xistine, dixwazin wan jî têk bibin, serî bidin tewandin. Bêguman Kurd wê li hemberî vê helwestê nîşan bidin. Ji ber vê yekê, dengê 'NA' wê beriya her tiştî helwesta Kurdan be."

'XÊR DI DENGÊ NA DE HEYE'

Karasû destnîşan kir, ku bi vê helwestê re wê gelê Kurd xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkeve û got, "Rêber Apo ev tişt gotibû, 'Bila gelê me zanibe, em avabûna sîstema otorîter hegemonîk a AKP û Erdogan qebûl nakin, em ê li ber rabin'. Ji ber ku dît, dît ku xwe nêzî çareseriyê nake. Mijûl dike, niyeta xwe avakirina sîstema hegemonîk otorîter e. Ji ber vê yekê got, 'Li hemberî Erdogan, AKP a vê pêvajoyê bi vî rengî dinirxîne, em ê helwestê nîşan bidin'. Li hemberî Erdogan/AKP a ku mutabaqata Dolmabahçeyê red kir, gelo wê helwest neyê nîşandan? Li hemberî yên ku 7'ê Hezîranê tine hesibandin wê helwest neyê nîşandan? Wê bê nîşandan. Ji ber vê yekê bang li hemû Kurdan û hêzên demokrasiyê dikim, ku di referandûmê de dengê 'NA' bidin."

Karasû di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir, ku di dengê 'NA' de xêr heye.