Karasû: Bicihkirina penaberên ne ji herêmê, dagirkerî ye

"Dewleta Tirk bi israr dixwaze sîstema azad demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê têk bibe. Li dijî vê yekê yekane tişta divê bê kirin ew e ku xwe ji şerekî demdirêj re amade bikin û Bakurê Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê veguherînin çiravê."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû planên dewleta Tirk ên ji bo bicihkirina penaberên li Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û guhertina demografiya herêmê di gotara xwe de ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê nirxand.

Karasû diyar kir, tifaqa AKP-MHP'ê ya bi serkêşiya Tayyîp Erdogan dijminatiya xwe ya li Kurdan bi rengekî eşkere li Rojava û Bakurê Sûriyeyê nîşan dide.

Karasû got, "Ji destpêkê ve ji bo Kurd li Sûriyeyê nebin xwedî statuyeke siyasî û ji bo Sûriye demokratîk nebe, piştgirî da çeteyên El Nûsra, DAÎŞ û OSO. Kir ku ev çete êrîşî Kurdan û rejîma Sûriyeyê bikin. Piştî ku DAÎŞ û El Nûsra têk çûn û rejîm li ser piyan ma weke armanca esasî Kurd kirin hedefa êrîşên xwe. Destpêkê gotin 'em ê rê nedin korîdora Kurdan', piştre qala 'korîdora terorê' kirin. Timî propaganda kir ku 'sîstema xweser a li Bakurê Sûriyeyê' gefê lê dixwe. Dagirkerî xiste rojevê û hewl da atmosfereke welê biafirîne ku dagirkirin mafê wan e."

'KIRASEKÎ NÛ LI DAGIRKERIYÊ DIKE'

Karasû destnîşan kir ku ti hincetek ji bo dagirkeriyê nîne û got, "Berevajî; ev rewş ne rewa ye. Lê belê xwe dispêre hevsengiyên li herêmê û têkiliyên siyasî yên bi dewletan re û bi vî rengî dixwaze dagir bike. Desthilatdariya AKP'ê û Erdogan dixwaze bi rêya vê dagirkeriyê desthilatdariya xwe bidomîne."

Karasû bi bîr xist ku dijminatiya Tayyîp Erdogan a li demokrasiyê û li gelê Kurd gelekî teşhîr bûye, lewma dixwaze kirasekî nû li armanca xwe ya dagirkeriyê bike û got, "Niha jî şert û mercên jiyanê yên penaberan îstîsmar dike û hewl dide deverekê ji wan re peyda bike. Di vê çarçoveyê de penaberan li dijî Ewropayê weke şantajê bi kar tîne û hewl dide piştgiriyê ji hewldana xwe ya dagirkeriyê re peyda bike, rewa bike. Welê propaganda dike ku her roj dibêje 'wê bexçeyê xwe jî hebe, bi deh hezaran avahî wê bên çêkirin û penaber li wan deveran bên bicihkirin'. Dixwaze penaberên ji her devera Sûriyeyê li van deveran bi cih bike û bi vî rengî hem wan bikin dagirker hem jî demografiya herêmê biguherîne. Rastiya jiyana bi hev re ya Kurd û Ereban jî dixwaze ji bo rewakirina dagirkeriya xwe bi kar bîne. Rêveberiya Bakurê Sûriyeyê gelek caran ragihand ku penaberên ji herêmên wan derketine dikarin vegerin. Diyar kirin ku ji bilî çeteyan mirovên din dikarin bi rengekî ewle vegerin warê xwe. Armanca Tayyîp Erdogan û desthilatdariya wî ya faşîst ne vegera penaberan li warê xwe ye. Ew dixwaze penaberên ji herêm û bajarên din li van herêman bi cih bike û bi rêya wan li ser Sûriyeyê polîtîkayê bimeşîne."

'LI EFRÎNÊ NIFÛSA KURDAN DAKET 20 JI SEDÎ'

Karasû mînaka Efrînê bi bîr xist û got, "Tişta ku piştî dagirkirina Efrînê kirin li holê ye. Bi sed hezaran Efrînî ji warê wan kirin û li şûna wan çete û malbatên wan bi cih kirin. Niha nifûsa Kurdan a li Efrînê 20 ji sedî ye. Ew jî bi zext û zordariyê neçar tên hiştin ku koç bikin."

Karasû anî ziman ku pirsgirêka penaberan a li Tirkiyeyê naşibe pirsgirêka penaberan a li devereke din a dinyayê û got, "Beşeke mezin a pirsgirêka penaberên li Tirkiyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve bi zanebûn hatiye afirandin." Karasû diyar kir ku 80 ji sedî yê penaberên heyî bi teşwîqa desthilatdariya AKP'ê hatine Tirkiyeyê.

'BICIHKIRINA PENABERAN LI ROJHILATÊ FIRATÊ'

Karasû anî ziman ku dewleta Tirk niha jî dixwaze penaberan veguherînin hincetek ji bo dagirkirina rojhilatê Firatê û got, "Tirkiye wê ji bo çi bikeve wê deverê? Vê yekê ji bo parastina desthilatdariya AKP'ê pêwîst dibînin. Yên ku destekê didin dagirkeriyê, destekê diin desthilatdariya AKP'ê. Bêguman dagirkeriyeke bi vî rengî di ser dijminatiya li Kurdan û dijminatiya li demokrasiyê tê kirin."

Karasû destnîşan kir ku plana bicihkirina penaberan bi tena serê xwe nîşan dide ku desthilatdariya AKP-MHP li dijî Sûriye û Kurdan xwedî armanceke çiqasî qirêj e û got, "Banga wan a ji bo destekkirina polîtîkaya wan a ji bo bicihkirina penaberan li bakurê Sûriyeyê piştgiriya ji bo polîtîkayên qirkirina Kurdan e. Bicihkirina penaberên ne ji Girê Spî û ne ji Serê Kaniyê ji aliyê gelê van herêman ve nayê qebûlkirin û rêveberiya xweser jî vê yekê qebûl nake. Bicihkirina penaberên ji herêmên din li van deveran dagirkerî ye. Lewma dema ku dibêjin 'piştgiriyê bidin polîtîkaya min a der barê penaberan' mebesta wan ew e ku destekê bidin polîtîkaya wan a dagirkeriyê."

'BILA KES HESABÊN ŞAŞ NEKE'

Karasû destnîşan kir ku ti hincet ji bo dagirkirina rojhilatê Firatê nîne û got, "Ev dagirkerî ne rewa ye. Dagirkeriyeke bi vî rengî qirkirin e, binpêkirina nirxên exlaqî, çandî, civakî, siyasî yên gerdûnî ye. Yên ku li dijî vê ranewestin hingî dibin hevkarê sûcê dagirkeriyê yê qirkirin û bêexlaqiyê. Ti mafê Tirkiyeyê nîne ku der barê Sûriyeyê de biaxive. Li Sûriyeyê yekane hêza dagirker niha Tirkiye ye. Hêzên derve yên mîna DYE, Rûsya û Îran li Sûriyeyê hêzên piştevan in, lê belê Tirkiye yekser hêzeke dagirker e."

Karasû diyar kir ku divê kes hesabê şaş neke, xwe nexapîne û got, "DYE, Rûsya û Îran dagirkeriyeke bi vî rengî li gorî berjewendiya xwe dibînin." Karasû destnîşan kir ku eger dagirkeriyeke bi vî rengî pêk were wê DYE berpirsyar bê dîtin û got, "Hem bi peymana bi Tirkiyeyê re daxwazên Tirkiyeyê rewa kirin, hem jî bi vê helwesta xwe rê dan dagirkeriyê. Li gorî hesasiya yên ku li dijî DAÎŞ'ê têkoşiyan tevnegeriyan, li gorî hesasiyeta yên ku piştgirî dan DAÎŞ'ê û çeteyên li dijî mirovahiyê tevgeriyan."

'DIVÊ XWE JI ŞEREKÎ DEMDIRÊJ RE AMADE BIKIN'

Karasû got, "Ya eşkere ew e ku dewleta Tirk wê ji bo têkbirina sîstema demokratîk a azad a li Bakurê Sûriyeyê israr bike. Yekane tişta ku li dijî vê yekê bê kirin ew e; xwe ji bo şerekî demdirêj amade bikin û li dijî dagirkeriyê şerekî demdirêj bikin, Bakurê Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê veguherînin çiravê. Derfetên vê yekê hene. Yên ku bi 10 hezar şehîdan Rojava û Bakurê Sûriyeyê azad kirin bêguman wê bi dayina berdêlan destketiyên şehîdan biparêzin û teqez bi ser bikevin."