Kara: Hikumeta Iraqê sozên xwe bi cih naîne

Yûsif Kara bi bîr xist ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûrê ji bejahî nayên kirin, lewma ti wateya têlkirina derdora wargehê nîne û got, "Rêveberên Iraqê heta niha gelek soz di hevdîtinan de dane me. Lê belê ti ji wan bi cih neanîne."

Ji meha Hezîrana 2021’ê û pê ve hin hevdîtinên şandeya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û bi şandeya hikûmeta Iraqê re hatin kirin. Herî dawî jî dema ku şandeya wargeha Mexmûrê ji bo pirsgirêka mazotê çûn Bexdayê, şandeya Iraqê li wir daxwaza hevdîtinê ji wan kirin. Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yûsif Kara, têkildarî sozên Iraqê yên di hevdîtinan de hatin dayîn, êrîşa dawî ya di 29’ê Tebaxê de li ser Mexmûrê pêk hatî ku di encamê de Ebû Zêyd Abdullah jiyana xwe ji dest da, daxwaz û nêrînên her du aliyan ên di hevdîtinê de, ji ANF’ê re axivî.

Yûsif Kara da zanîn ku ji bo rewşên awarte, êrîşên hewayî yên li ser wan pêk tên wan bi awayek nivîskî daxwaza hevdîtinê ji Iraqê kirin û got: “Lê hevdîtinên di van demên dawî de çêbûyî, ne li ser esasê pirsgirêkên giştî yên wargehê bûn, tenê ji bo mazota ku bê dabînkirin bû. Ew pirsgirêk jî heta radeyekî hatibû çareserkirin, dosyayek mabû ku divê ew dosya ji Bexdayê hatiba û çûba Misûlê çareser biba. Ji ber wê du hevalên me yek weke nûnerê şarewanî û yê din jî nûnerê komîteya ji derve, çûn Bexdayê û li gel komîteya koç û koçberan a wezareta navxweyî hevdîtin pêk anîn. Xwestin vê pirsgirêka mazotê çareser bikin. Wan li wir biryara xwe ya di derbarê pirsgirêka ewlehiya wargehê de dan pêş. Hevalên me gotin em ne ji bo van pirsgirêkan hatine em ji bo pirsgirêka mazotê hatine, em dixwazin hûn pirsgirêka mazotê ji bo me çareser bikin, rewşa şêniyên wargehê di vê germahiya Havînê de ne asayî ye.” 

‘TU TÊKILIYA NÊRÎN Û DAXWAZÊN IRAQÊ YÊN TÊLKIRINA DORA WARGEHÊ, BI EWLEKARIYÊ RE NÎNE’

Kara diyar kir ku dîrokek diyar a hevdîtinan nîne û wiha got: “Ji meha Hezîranê û heta îro me zêde hevdîtin nekirine, piştî hevdîtina li ser pisgirêka mazotê û hinek daxwaz, wek protokolekê ji me kirin û gotin em dixwazin li ser vê protokolê bên derdora wargehê têl bikin. Yanî daxwazên Iraqê yên di vê pêvajoyê de piranî girêdayî ewlekariyê bûn. Gotin di bin navê ewlekariyê de em ê wargehê têl bikin, dorpêç bikin û kuleyan deynin û ji bo astengkirina êrîşên dewleta Tirk em neçarin projeyek wiha deynin. Lê di rastiya xwe de nêrînên ku ew di derbarê ewlekariyê de didin pêş ne rast in. Ji ber ku ti têkiliya xwe bi êrîşên dewleta Tirk ên ku bi hevkarên xwe re pêk tînin nîne, yanî êrîşên dewleta Tirk ne ji bejahî ve ne, bi balafirên bêmirov çêdibin. Yanî têlkirin û kule danîna li derdora wargehê, ji êrîşên hewayî re nabe çareserî. Midûrê wan a rêveberiya koç û koçberan a wezareta navxweyî, li gel me ye. Li seytereyê polîsên wan hene, li jêrî wê nîzamiya wan heye, li Bakur û Başûrê wargehê hêzên Iraqê û pêşmerge hene. Yanî bi tu şêwazan tu têkiliya nêrîn û daxwazên wan ên têlkirina dora wergehê, bi ewlekariyê re nîne. Nêrînên me berevajî yên wan in. Yanî em dibêjin ev 30 sal in em li vir dijîn, heta niha tu kesê derdorê me têl nekiriye û bi tu şêwazan em têlkirina derdora wargehê wek çareseriya ewlekariya wargehê nabînin. Em wek xelkê Mexmûrê vê nêzîkatiyê napejirînin û rast jî nabînin.” 

‘EW BIRYARÊN IRAQ DIXWAZE LI SER ME BISEPÎNE, BIRYARÊN DEWLETA TIRK Û MALA BARZAN IN’

Her wiha Kara îşaret pê kir ku têkiliya hemû êrîşên ku li ser wargeha Mexmûrê çêdibin, bi van hevdîtinan heye û wiha pêde çû: “Em nikarin vê ji hev qut bikin. Ji ber ku em di pratîkê de vê eşkere dibînin. Dema ew protokol ji bo me rêkirîn, wek meclîsa wargehê gef li me xwarin. Gotin, ew biryarên wek dewleta Iraqê dayîn. Lê ew biryar ne yên Iraqê ne. Ew biryarên Iraq dixwaze li ser me bisepîne, biryarên dewleta Tirk û mala Barzan in û bi vê yekê dixwazin wargehê vala bikin. Êrîşa ku li ser me pêk hatî jî girêdayî vê biryarê ye. Em nikarin van êrîşên ku li ser me çêbûyîn û van biryaran ji hev qut bikin. Her wiha ev êrîşa herî dawî li ser wargehê çêbûyî û êrîşên ji beriya wê, ji bo tirsandin, xirakirina derûniya wargehê û kole kirinê tên kirin. Ji ber wê yekê rasterast bavê 6 zarokan di deriyê mala wî de, di nav beran 2-3 malan de hedef girtin û bi dehan mal ji wê êrîşê bandor bûn.” 

‘DEWLETA TIRK KOMÊN GIRÊDAYÎ XWE YÊN LI IRAQÊ XURT DIKE Û WAN DIKE MEKANÎZMAYA BIRYARÊ’

Kara ragihand ku di meha Hezîrana 2021’an de, şandeyek a Iraqê hatin serdana wargehê, gotin em ê hinek pirsgirêkên wargehê çareser bikin û wiha bilêv kir: “Yanî wek wezareta tenduristî, wezareta perwerdeyê, wezareta şarewanî û weke wezareta koç û koçberan û ji bo xizmetguzariya wargehê, em dixwazin serjimêriyekê bikin, di vê serjimêriyê hejmara şêniyên wargehê teyît bikin, xanî û malên di wargehê de em sererast bikin û yanî wek Iraqê em alîkariya vê wargehê bikin. Di gelek projeyan de xebata serjimêriyê meşandin, di nava wargehê de geriyan, bi gelek malbatan re rû bi rû hevdîtin kirin. Dîtin ku wargeh ne wekî ku dewleta Tirk dibêje wargehek leşkerî ye, wargeh a sivîlan e ku ji zarok, ciwan, kal û xwendevanan pêk tê. Di wê demê de gotin em ê biçin bi wezareta xwe ya giştî re bicivin û ji bo pirsgirêkên wargehê biryarekê bidin. Dema ku vê dikin, dewleta faşîst nasekine. Em dizanin ku Iraq di nava krîzekê de ye, Iraqê hikûmetek ji bo xwe sererast pêk neaniye û pirsgirêkên wan ên siyasî hene. Dewleta Tirk ji van pirsgirêkên siyasî sûd werdigre û komên girêdayî xwe xurt dike û heta astekî wana dikin mekanîzmaya biryarê jî. Ji ber wê hema di nava çend rojan de gotin, me ji bo ewlekariyê biryar daye ku derdora wargehê têl bikin. Lê bi tu şêwazan û di ti hevdîtinê de yên dema hatin wargehê û yên dema ku şandeya wargehê di 2021’an de jî çûbû Bexdayê, qala têlkirinê nekirine.” 

‘TEVÎ SOZÊN DAYÎN JÎ, BI TU ŞÊWAZAN ALÎKARIYA ME NEKIRINE’

Kara destnîşan kir ku ji sala 2014’an piştî êrîşên DAÎŞ’ê û şûn ve ne dewleta Iraq, ne saziyên sivîl, ne Neteweyên Yekbûyî (NY) di aliyê tenduristî, perwerde, xizmetguzariya hundirîn de, bi tu şêwazan alîkariya wargehê nekirine û wiha bilêv kir: “Dema sala 2021’an hatin vir, gotin me di aliyê alîkariya wargehê de gelek biryar girtine. Lê heta niha tevî sozên dayîn jî, bi tu şêwazan alîkariya me nekirine.

Hetanî niha me her tim ji wan re gotiye ku xweseriyek me li wargehê heye û em dixwazin hûn li hemberî vê xweseriya me bi rêzdar bin. Eger ku hûn rêzdar bin li hemberî vê yekê, tiştên ku em bi hev re gotûbêj nekin nîn in. Lê eger na bi dewleta Tirk û hevkarên wan re, hûn nêzîkatiyek ji bo têk birina me, rewakirina êrîşên li ser me nîşa bidin em qebûl nakin. Me her tim ji wan re gotiye, ji bo berjewendiyên xwe yên bi dewletên din re, li ser me bazirganiyê nekin, yanî divê hûn wê kerameta xwe binpê nekin. Yanî civakek sivîl di bin serweriya xaka welatekê de, welatek din bê hemû tevgerên xwe yên nemerdane û bêrûmetiyê li ser vê civakê pêk bîne û ew bibin hevkarê wê û çavê xwe li ber bigirin.” 

‘DIVÊ XELKÊ IRAQÊ VÊ ZILMÊ QEBÛL NEKE’

Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yûsif Kara wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em ê bi hev du re jiyanê esas bigirin û wê demokratîkbûna netewan ji bo me rêgez û bingeh be. Bi tu şêwazan em nabêjin, ev Ereb e, Ecem e, ev Asûrî ye, ev Tirkmen e û hwd em dixwazin civak û netew hemû bi hev du re bijîn. Lê tu kes zilmê li ser yê din neke. Çavê me ne tenê li pêwîstiyên rojane yên mirovî ne, lê belê ew jî pêk nayê. Peyama min ji bo gelê Iraqê ew e ku bûyerên niha li ser pêk tên û bûyera li Perex çêbûyî, heman tişt e. Eger ku xelkê Iraqê xwedî li zarok, jin û ciwanên ku li Perexê hatin qetilkirin derket, divê li hemberî dewleta faşîst a ku serweriyan xaka wê binpê dike jî, xwedî helwest be. Ji hikûmet û rayedarên xwe re qebûl neke ku ev zilm bê pêkanîn.”