Kaplan: Hişmendiya qeyûm bi ser nakeve

Alîkarê Hevserokê HDP'ê Salim Kaplan got hişmendiya qeyûm li Kurdistanê nikare bi ser bikeve.

Alîkarê Hevserokê HDP'ê, Ji Rêveberiyên Xwecih Berpirs Salim Kaplan got ji 2015'an ve, bi gurbûna şer re dewleta Tirk êdî Kurdan weke dijminekî derve dibîne, bi vê re şikandina vîna giştî, jiholêrakirina vînê, bênirxkirina giştî kiriye armanca xwe.

Kaplan diyar kir qeyûm parçeyek ji vê arestebûna dewletê ye, amûra rêveberiya nû ya desthilata Tirk e û got, ''Desthilat bi vê arestebûnê dixwaze rejîmeke bi wesayatê ava bike. Qeyûm weke avakirina rejîma nû li pêşberî me ye.''

Kaplan her wiha got, ''Desthilat hebûna xwe di tinekirina mitleq a Kurdan dibîne. Rastiya gel ku dikare bi rêveberiya xwecih xwe rê ve bibe û bi vê xurt bibe, ji bo AKP-MHP'ê ku dixwazin desthilata xwe daîm bikin weke astengiyeke herî mezin hate dîtin. Ji bo ku bigihijin vê hedefa xwe ya siyasî seraqet û bi rengekî lê rawestiyayî li ser rejîma qeyûm disekinin.''

Kaplan wiha got: ''Paradîgmayeke demokratîk, gelparêz, ekolojîk û azadiya zayendîparêz a HDP'ê heye. Em behsa hişmendiyeke wiha ya gerdûnî dikin ku dikare bibe alternatîfa yekparêz, desthilatdarîxwaz, burokratîk, hîyerarşîk û zayendî ya avaniya îdareya kamûyê ya Komaraya Tirkiyê.''

Kaplan êrîşên qeyûman ên li ser polîtîkayên pirzimanî, ên li ser saziyên jinan ên di bin şaredariyê de, êrîşên li ser nirxên çandî yên Kurdan bi bîr xist û got, ''Ev hemû weke encama polîtîkayên qirkirina bîr û nirxan bi rengekî sîstematîk têne kirin. Bi van kirinan ispat bû ku qeyûm rewşa rojenebûnê ya polîtîkayên asîmîlasyonê ye ku bi sedan sal in didomin. Êrîşa li ser şaredariya me ya Kayapinarê ku di bîrê de maye, ya li ser krêşa me ya ku perwerdehiya pir zimanî dida, vê pir aşkere radixe ber çavan.''

Kaplan êrîşên li ser HDP'ê şibandine kirinên Naziyan û got, ''Desthilata li pêşberî me xwedî hişmendiyeke kambax a hemonîk e. Rewşeke neqenciya rêxistinî ye. Êrîşên kolektîf ên ji Elmanyaya  Nazî ya salên 1933-1934'an wêdetir hene.''

Kaplan li dijî êrîşan got, ''Bi milyonan endamên civakê ku ji rewşê nerazî be, ji bo ku tifaqa demokratîk ava bikin, ji bo ku xeta têkoşîna demokratîk a karîger û encamgir geş bikin, HDP pir lê hûr dibe û ber bi biryarbûnê ve diçe. Çend rojên li pêşiya me, em ê helwesta xwe ya demokatîk a polîtîk bi gelên Tirkiyê re par ve bikin.''

Kaplan bal kişande ser ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser rêveberiyên xwecih û got, ''Birêz Ocalan diyar dike çareseriya pirsa Kurd 95 ji 100'î pirsa rêveberiyên xwecih e. Ji ber vê, ji bo çareseriya pirsa Kurda a bi rêyên aştî mîsyoneke dîrokî li rêveberiyên xwecih bar dike .Bi rengekî pri mafdar dibêje bi tevlêbûneke aktîv a welatiyan a li rêveberiyê ti pirsgirêkeke nîne ku neyê çareserkirin.''

Kaplan herî dawî got Kurdistan ne cografyayeke wiha ye ku bi xebatên laboratûvarê ya serdestan teslmî were girtin û got, ''Ji vê saetê û şûn ve jî bibe ew vê berevahî herka dîrokê be. Desthilat wê ti encamê nestîne. Hezar sal jî derbas bibin li vê cografyayê ne pêkan e ku hişmendiya qeyûm di hilbijartinê de bi ser bikeve û encamê bistîne. Lê ev gav êşên heyî girantir dike û me ji aştiya civakî dûr dixe. ''