Kandemîr: Dewletê bi êrişê bersiv da bangên ji bo aştiyê

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Garîp Kandemîr diyar kir, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan li dijî tevahiya Rojhilata Navîn e û got, "Dewletê bi êrişan bersiv da bangên Birêz Ocalan ên ji bo aştiyê. Bi vî rengî rûyê xwe yê şer careke din nîşan da."

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Amedê Garîp Kandemîr têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Kandemîr da zanîn ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zirarê dide gelên Rojhilata Navîn û wiha axivî: "Tecrîd ji sala 1999’an û vir ve bi rêk û pêk, li ser gelê Kurdistanê û tevahiya gelên Rojhilata Navîn tê meşandin. Bi taybetî jî tecrîd li ser Kurdan tê meşandin. Ev polîtîkaya qirkirin û asîmlasiyonê ne tenê Kurdan tevahiya gelên Rohilata Navîn dixe nava xeteriyê. Ji dîroka komarê heta roja îro polîtîkayên qirkirinê li dijî Kurdan tê meşandin, çavkaniya vê pirsgirêkê jî hişmendiya neteweperest a dewletê ye. Ji bo ku pirsgirêk bi rêyên demokratîk û aştiyane bên çareser kirin gelek hewldanên Rêber Gelê Kurd çêbûn. Lê mixabin ji bo hikûmet xwe li ser lingan bigre weke her carê polîtîkaya xwe ya şer xiste dewrê. Pêwîstiya Rohilata Navîn bi proje û modela çareseriyê yên Rêber Apo hene. Lê mixabin hêzên serdest li Sûriye, Lîbya, Iraq, Îran û Tirkiyeyê bi polîtîkayên şer rageşiyê çê dike. Divê feraseta tafaqa faşîsta ya AKP-MHP’ê bê guhertin. Heta ku ev feraset neyê guhertin wê rageşiya heyî bidome."

'OCALAN AKTORÊ SEREKE YÊ MUZAKEREYAN E'

Di berdewama axaftina xwe de Kandemîr anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di rewşa herî krîtik de ji bo aramiya gelên Tirkiyeyê hewldanên xwe yên çareseriyê domandine û got: "Birêz Ocalan di hevdîtin û muzakereyan de yên ji bo atmosfera aştî û aramiyê çêbibin aktorê sereke ye. Li gel ku ev rol û rista wî ya çareseriya pisgirêkan tê zanîn jî, ev 21 sal in li Girava Îmraliyê, li dijî wî tecrîteke girankirî heye. Bi tecrîda li dijî Birêz Ocalan hikûmet dixwaze xwe li ser linga bigre. Eger pirsgirêka Kurd were çareserkirin û Tirkiye aram bibe û bigihêje aştiyê wê ev hikûmet ji binî de birûxe."

'LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎN'

Kandemîr destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê ji her alî de di nava pirsgirêkan de ye û got: "Ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê û israr di tecrîdê de her ku diçe rewşa aboriya Tirkiyeyê xirab dibe. Li Tirkiyeyê ji ber ku mirov nikarin nan bibin mala xwe xwe dikujin û dawî li jiyana xwe tînin. Bêkarî û betalî di asta herî jor de ye. Esnaf li her derê derabeyên xwe tînin xwarê. Lê ev ne xema AKP û hevkarê wan MHP’ê ye. Ji bo bikarin hebûna xwe bidomînin gelên Tirkiyeyê feda dikin. Her wiha rêyên siyasetê hemû hatine xitimandin. Ji bo ev rageşî ji holê rabe, divê ji her demê xurttir têkoşîn ji bo bi dawîkirina tecrîdê bê maşandin. Heta tecrîd bi dawî nebe rewşa Tirkiyeyê aram nabe. Bi pêkanînên li Îmraliyê, AKP-MHP peymanên navneteweyî yên di derbarê maf û azadiyan de binpê dikin."

'OCALAN CAREK DIN BÊHN ANÎ BER TIRKIYEYÊ'

Kandemîr bal kişand ser hevdîtinên piştî grevên birçîbûnê yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin kirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Rêber Ocalan careke din bêhn anî ber Tirkiyeyê û civakê bêhnek girt. Rêber Ocalan carek din got, 'Eger aqlê dewletê bikeve dewrê em dikarin vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bikin'. Birêz Ocalan di hevdîtina de anî ziman ku ew bi hişmendiya sala 2013'an nêzî pêvajoyê dibe. Lê ev aqilê dewletê neket dewrê û berovajî vê yekê êrîşî nirxê Kurdan kirin. Li ser banga aştiyane ya Birêz Ocalan, qeyûm tayînî şaredariyên Kurd kirin û bi tang û topan êrîşî Rojava kir. Dewletê carek din rûyê xwe yê şer nîşan da."