Kalkan: Ya ku tifaq têk bir rêveberiya PDK'ê bû

Kalkan diyar kir, ew amade ne bi partiyên Kurdan de di çarçoveya berjewendiyên yekîtiya neteweyî de têkiliyê deynin û got, "Pîvanên protokola sala 1983'an a bi PDK'ê re hate amadekirin dikarin bibin pîvanên bingehîn ên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan plana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û polîtîkayên PDK'ê nirxand. Kalkan bersiv da pirsên ANF'ê.

Di navbera Tevgera Apoyî û PDK'ê de hevdîtinên destpêkê kengî û çawa pêk hatin?

Hîn di dema avabûna koma îdeolojîk de Rêber Apo diyar kiribû ku li Kurdistanê di çarçoveya eniya neteweyî de rêxistinbûneke ji hemû tevgeran wê rast be. Bi vê armancê sala 1975'an bi berpirsyarên hemû partî û rêxistinên Kurdistanî re hevdîtin kiribû. Di nava wan de Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê jî hebû. Weke ku tê zanîn ev partî weke baskekî PDK a Iraqê li Bakurê Kurdistanê xwe bi rêxistin dikir. Lê belê wê demê ji hevdîtinan ti encam derneket. Ti rêxistin tevlî pêşniyara Rêber Apo ya rêxistinbûna bi vî rengî nebû, wê demê berpirsyarê T-KDP diyar kiribû ku nêrînên Rêbertî ji bo gel û Kurdistanê wê gelekî metirsîdar be.

Piştî ku Rêber Apo derket derveyî welat û darbeya 12'ê Îlonê pêk hat li qada Lubnan-Filistînê, li Sûriye, li Rojhilata Navîn kete nava lêgerîn û hewldanên avakirina eniya Kurdistanî û Tirkiyeyê ya li dijî faşîzmê. Destpêkê sala 1981'ê bi partiyên ji Bakurê Kurdistanê li paytexta Sûriye Şamê hin civîn pêk anî û nîqaş kir. YNK a bi serokatiya Celal Talabanî ku yek ji tevgerên ji Başûrê Kurdistanê bû bi xurtî hêz û destek dida van nîqaşan. YNK bi partî û komên din ên li Bakurê Kurdistanê re xwedî têkiliyeke baştir bû. Bingeha PDK'ê wê demê lawaz bû. Lê belê mîna sala 1975'an, di sala 1981'ê de jî di nîqaşên avakirina eniya neteweyî de yên li Şamê encamek nehate wergirtin. Kom û rêxistinên din xwe nedan ber ku bi PKK'ê re eniyeke neteweyî ava bikin. Zanîbûn û fêhm dikirin ku PKK wê li dijî sîstema qirker, mêtinger, faşîst dest bi berxwedana çekdarî bike, ji ber ku PKK der barê vê de diaxivî, propaganda dikir û dinivîsand. Beriya darbeya 12'ê Îlonê di çarçoveya berxwedanên Hîlwan û Sêwerekê de di vî warî de gava destpêkê hatibû avêtin. Ji vê ditirsiyan û xwe jê vedigirtin. Lewma dixwestin PKK bi temamî dest ji berxwedana çekdarî berde û mîna wan be. Bêguman PKK'ê nikarîbû vê qebûl bike. Di encamê de civîn bi ser neketin. Rêber Apo ji wan koman re got, 'Bêyî PKK'ê eniyeke neteweyî bi rêxistin bikin, li dijî rejîma faşîst a mêtinger li ber xwe bidin û eger vê bikin wê PKK bêşert piştgiriyê bide wan' û ji civînê vekişiya. Piştre çend civîn pêk anîbin jî partî û rêxistinên din hev sûcdar kirin û xwe ji civînê vekişandin. Hevdîtinên ji bo avakirina eniyê bi encam man.

Heman demê lêgerînek bi wî rengî li zemîna Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî hebû. Di havîna sala 1980'î de komek bi pêşengiya hevrê Mehmet Karasûngûr derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû. Wê demê desthilatdariya şah hilweşiyabû, li Îranê şoreş pêk hatibû, li Rojhilatê Kurdistanê serweriya dewletê nemabû. Rêveberiyeke rêxistinên Kurdan hebû. Ji bo pêkanîna têkiliyan li wê qadê, ji bo wergirtina destekê ji birêxistinkirina Têkoşîna Berxwedana Neteweyî li Bakurê Kurdistanê, hevalê Mehmet Karasûngûr hatibû wezîfedarkirin. Di heman demê de navenda PDK'ê jî li Rojhilatê Kurdistanê bû. Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Iraqê piştî têkçûna sala 1975'an navenda xwe biribû Îranê û li Îranê xwe ji nû ve komî ser hev dikir û hewl didan bibin rêxistin. Şerê Îran-Iraqê dest pê kiribû. Li hin qadên Başûrê Kurdistanê artêşa Iraqê vekişiyabû, valahî pêk hatibû. Li deverên ku piştî sala 1975'an hatin valakirin gel xwe ji nû ve komî ser hev dikir. Di rewşeke wiha de li zemînê Rojhilatê Kurdistanê hevrê Mehmet Karasûngûr bi partî û komên bi Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê re têkilî danî, tifaq pêk anî. Di asta rêxistinbûn û piştevaniya hev de ev yek pêk dihat. Di nava vê de rêxistinên ji Başûrê Kurdistanê yên li wê zemînê jî hebûn. Di heman demê de bi hemû rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê re jî di astekê de têkiliyek hatibû danîn.

Di pêvajoyeke wiha de têkiliyên PKK-PDK'ê pêk hatin. Ev têkiliyên destpêkê ku bi rengekî cidî bi pêş ket li zemînê Rojhilatê Kurdistanê bi têkiliyên ku hevrê Mehmet Karasûngûr bi rêveberiya PDK'ê re danî, derkete holê. Wê demê PDK nû xwe bi rêxistin dikir, Mesûd Barzanî bûbû serok. Îdrîs Barzanî alîkarê wî bû, navenda PDK'ê bûn. Alî Abdullah Sekreterê Giştî bû. Hevrê Mehmet Karasûngûr bi wan re di astekê de têkilî pêk dianî. Pêwîstiya her du partiyan bi têkiliyeke wiha hebû. Pêwîstiyên PKK'ê yên pratîkî têkiliyeke bi vî rengî ya bi PDK'ê re ferz dikir. Pêwîstiyên PDK'ê yên siyasî, her wiha dervemayina wê ji YNK û rêxistinên din ên Kurdan ku ketibû rewşeke tecrîdê, ferz dikir ku bi PKK'ê re têkiliyê deyne.  Rewşeke welê bû ku YNK a bi pêşengiya Celal Talabanî hewl dida Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bêyî PDK'ê birêxistin bike. Bi vî rengî dixwest PDK'ê bi temamî tecrîd bike. Rêber Apo li dijî vê nêrînê derket, rast nedît. Diyar kir, 'Eger wê kongreyeke neteweyî pêk were divê hemû partî û rêxistinên Kurd beşdar bibin. Divê nakokiyên navbera partiyan nebin asteng li pêşiya pêkhatina kongreya neteweyî, divê derbasî zemîna kongreya neteweyî nebin'. Ev nêrîneke girîng bû. PDK bi vî rengî hinekî tecrîd û tengav bûbû. Pêwîstiya xwe bi têkiliyên bi PKK'ê re hebû.

Wekî din biryareke sîstema mêtinger-qirker hebû ku digotin, 'Divê PKK ji Mêrdînê derbas nebe, xwe negihîne Botanê'. Biryareke bi vî rengî ji aliyê sîstema mêtinger a global ve hatibû dayin. Ji bo ev yek ji holê bê rakirin û li nava Kurdistanê karê rêxistinî bê kirin pêwîstiya PKK'ê hebû ku piştgiriyê ji PDK û rêxistinên din werbigire. Di çarçoveya vê pêwîstiyê de di mehên navîn ên sala 1982'an de têkilî hinekî din hatin xurtkirin û dawiya sala 1982'an ne şaş bim protokoleke ji neh xalan hate amadekirin. Her du aliyan metna protokolê qebûl kirin, bi vî rengî di navbera PKK û PDK'ê de bi rengekî fermî têkilî û tifaq pêk hat. Di pêvajoya bihara sala 1983'an de di çarçoveya serdana Mesûd Barzanî ya Sûriyeyê de protokol hate îmzekirin. Bi navê PKK'ê Sekreterê Giştî Abdullah Ocalan mohra xwe danî binê protokolê. Bi navê PDK'ê jî Serokê Giştî Mesûd Barzanî mohra xwe danî binê protokolê. Bi îmzeya payebilindên asta herî bilind ên her du partiyan têkiliya tifaqê fermî bû. Hîn xurt bû û kete meriyetê.

Ev têkiliya tifaqê heta bihara sala 1985'an domiya. Salên 1983-84 û 85'an di çarçoveya protokolê de her du partiyan bi hev re tifaq-têkilî danîn, piştevaniya hev kirin, hevdîtin kirin û alîkarî dan hev. Bi dîtina min têkilî û karê di çarçoveya wê tifaqê de destketiyên gelekî girîng ji bo her du partiyan afirandin. Ji aliyê siyasî ve destketiyeke mezin da PDK'ê. PKK'ê jî ji bo pratîkê di çarçoveya vê têkiliyê de pêşketinên girîng afirand. Protokola ku tifaq afirand di çarçoveya pîvanên demokratîk ên neteweyî de bû. Me her tim got, îro jî dibêjin ku di çarçoveya heman xalan de em amade ne bi PDK û partiyên din ên Kurd re têkiliyê deynin. Pîvanên di wê protokolê de hebûn dikarin bibin pîvanên bingehîn ên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê. Neteweyî bûn, demokratîk bûn, piştevanî bûn, ne li dij hev bûn. Berevajî, ne li dij ti partiyê bû. Ji bo afirandina yekîtiya demokratîk neteweyî ya Kurdan bû. Ne şaş bim Hezîrana sala 1985'an bû ku me bi rêveberiya PDK'ê ya Behdînanê re hevdîtinek kir. Wê demê berpirsyarê wan kesekî bi navê Dr. Cercîs bû, endamê Komîteya Navendî bû, rêveberiya Behdînanê jî hebû. Wan helwesteke neyînî nîşan dan. Ji bo berxwedana çekdarî ya di çarçoveya Pêngava 15'ê Tebaxê de hate kirin gotin, 'zorê dide wan, ji sînor derbas dikin û dikin, divê neyê kirin'. Me jî ji wan re got ku ne welê ye, çalakî li Dersimê tê kirin, li Amedê, li Semsûrê, li Serhedê tên kirin, têkiliya xwe bi Başûrê Kurdistanê re nîne, ti koma gerîla ji vir derbasî Dersimê nabin û çalakiyan nake, astengî nebe jî mirov ancax sê mehan ji vê derê xwe bigihîne Dersimê. Me hewl dan bidin fêhymkirin, lê belê ew bi dewleta Komara Tirkiyeyê re ketibûn nava hin têkiliyan. Dewleta Tirk gef li wan xwaribû, têkilî red dikirin, helwesteke bi vî rengî nîşan didan. Piştre bawerim meha Tebaxê bû ku bi navê rêveberiya PDK'ê daxuyaniyek dan. Ji raya giştî re ragihandin ku wan peymana navborî betal kirin. Ya ku ji têkiliyê vekişya PKK nebû, ya ku ji têkiliyê vekişiya û tifaq têk bir rêveberiya PDK'ê bû.

Em zanin ku gerîlayên PKK'ê piştî sala 1982'an giranî dan ser Başûrê Kurdistanê. Lê belê 'operasyona derveyî sînor' a destpêkê ya dewletê sala 1983'an pêk hat. Ev hewldana destpêkê ya ji bo dagirkeriyê çawa bû?

Belê di çarçoveya têkiliyên bi PDK'ê re bi taybetî bi encamên perwerdeya li qada Lubnan-Filistinê ya salên 1981-1982'an PKK'ê dawiya Tebaxa 1982'an kongreya xwe ya duyemîn pêk anî û di çarçoveya biryara kongreyê de ji Îlona sala 1982'an û pê ve komên gerîla ji sînorê Sûriyeyê derbasî sînorê Botan-Behdînanê kir. Komên gerîla ji rêgehên cuda ketin qada Botanê. Beşek jê derbasî nava Başûrê Kurdistanê bûn. Li qiraxên Xabûr û Zapê, li Deşta Heyetî û derdora Lolanê kamp ava kirin. Di heman demê de beşek jê jî derbasî sînorê Rojhilat bûn.

Hevrê Mehmet Karasûngûr û Mahsûm Korkmaz berê li van qadan bûn, ji bo gerîla amadekariyên pratîkî kiribûn. Di çarçoveya van pratîkan de gerîlayên PKK'ê di zivistana salên 1982-1983'an de vegeriyan sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Şerê Îran-Iraqê dest pê kiribû, ji 20'ê Îlona 1980'î û pê ve her du dewletan artêşên xwe vekişandibûn ser sînor. Lewma li herêmên ser sînorê Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê hejmareke kêm a leşkerên dewletên Îran û Iraqê hebûn. Herêmên fireh vala bûbûn, veguherîbûn qadên vala. Gerîla ji van derfetan sûd wergirtin û ji bo li Bakurê Kurdistanê tevgrea gerîla bi pêş ve bibe ev qad bi kar anîn, kamp ava kirin, perwerdeya pratîkî kirin û dest bi amadekariyan kirin. Ji Xabûrê heta Bajêrganê hem li sînorê Başûr hem jî li sînorê Rojhilatê Kurdistanê di zivistana salên 1982-1983'an de li hin nuqteyan kampên PKK'ê ava bûn. Ev yek vegera li welêt bû. Dihate xwestin ku amadekarî û perwerdeya li qada Lubnan-Filistinê li dijî rejîma leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê hatin kirin veguhere berxwedana çekdarî. Gerîlayên PKK'ê di vê çarçoveyê de her firsendê kar dikirin, bi gel re têkilî datanîn û cografya nas dikirin. Li hin herêmên Botanê li xeta Qilaban-Çelê-Şemzînanê têkiliyên destpêkê yên bi vî rengî di zivistana salên 1982-1983'an de pêk hatin. Di Nîsana sala 1983'an de li qada Lolanê PKK'ê civîneke rêveberiya pratîk pêk anî û karên divê li bakur bên kirin plan kir û di çarçoveya wê plansaziyê de ji bo li herêmên Botan, Zagros û Serhedê gerîla biafirîne komên destpêkê yên gerîla vê carê ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê şand Bakurê Kurdistanê. Karekî bi vî rengî destpêkê li nava Başûrê Kurdistanê hate kirin, piştre bi biharê re li nava Rojhilatê Kurdistanê hate kirin.

Di rewşeke bi vî rengî de TC bi rengekî fermî yekemcar derbasî nava xaka Iraqê bû û 25'ê Gulana 1983'an êrîşa destpêkê ya bi navê 'operasyona derveyî sînor' pêk anî. Ev yek li rojhilatê çemê Xabûrê pêk hat. Bi qasî pênc kîlometreyan artêşa Tirk kete nava xaka Başûrê Kurdistanê. Li sînorê Xabûrê kampên PDK û Partiya Komunîst a Iraqê hebûn. Li pêşberî Yekmale bûn, li aliyê din ê çem jî qereqola TC, li hemberî wan jî qereqolên PDK û Partiya Komunîst hebûn. Ji ber têkiliyên xwe yên bi PKK'ê re dewleta Tirk hinekî ji PDK'ê aciz bû.

Li aliyê din karê jê re 'qaçaxçtiya bazirganiya sînor' tê gotin gelekî dihate kirin. Bi taybetî li wê zemînê qet nesekinîbû û ji gelek aliyan ve karê bazirganiyê dihate kirin. Di zivistana salên 1982-1983'an de carek-du caran di navbera bazirganên ku 'qaçaxçî' ji wan re dihate gotin û artêşa Tirk de şer derket. Bi qasî ku tê bîra min carekê du leşkerên Tirk mirin û çend birîndar bûn. Kenan Evren li hemberî vê gelekî bi hêrs bû û sûcdariyeke giran kiribû. Agahî belav bûbû ku PKK vegeriya ye welêt û li ser sînor bi cih bûye. Ji xwe bi gotin û feraseta kevneşop a dewleta TC her tişt bi xiyanet û terorê ve girê didan. Bi kurtasî dewletê haya xwe ji vegera PKK'ê ya li ser sînor çêbûbû, ji aciz bû. Ji têkiliyên bi PDK'ê re aciz bû.

PDK'ê jî li ser sînor qereqol ava kiribû, kamp ava kiribû. Artêşa Tirk dixwest wan bi paş ve bibe. Ya rast operasyona destpêkê li dijî PDK'ê bû. PDK'ê û Partiya Komunîst a Iraqê kampên xwe yên li dora Xabûrê bi qasî pênc kîlometreyan ber bi başûr ve birin. PDK'ê dest ji her tiştî berda, xwe vekişand, qet li ber xwe neda û hinekî zerar jî dît. Lewma rêveberiya Kenan Evren ragihand û got, 'Me sînor ji terorê paqij kir'. Ev yek êrîşe ji 3-4 rojan bû. Artêşa Tirk piştre ji nava sînor vekişiya. Encama wê ya leşkerî ew bû ku PDK'ê kampên xwe yên li ser sînor bi çend kîlometreyan vekişand nava başûr. Ji xwe PDK destpêkê ber bi geliyê Zendura piştre jî xwe vekişand heta Zapê. PKK'ê jî ev liv û tevger ji bo xurtkirina berxwedana çekdarî û amadekariyan weke firsendekê dît û komên gerîlayên xwe ji sînor derbasî herêmên cuda yên Botanê kir. Kar û amadekariyên destpêkê yên pratîkî li herêmên Botan û Zagrosê di sala 1983'an de bi vî rengî pêk hatin.

Di heman demê de di navbera PKK û PDK'ê de peymanek hate amadekirin? Kê daxwaza protokolê kir û naveroka wê çi bû? Piştre ew peyman çima têk çû?

Di pirsa destpêkê de min bersiva vê pirsê da. Peyman di encama hewldanên berfireh ên hevalê Mehmet Karasûngûr de pêk hat. Ji xwe wezîfeya wî bû. Rêveberiya partiya me ji bo li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê karê PKK'ê bike ew wezîfedar kiribû. Wî jî di çarçoveya wezîfeya xwe de kar kir. Ne tenê bi PDK'ê re têkilî danî, dubare dikim bi hemû rêxistinên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê re têkilî û tifaq pêk anî. Têkilî û tifaqa bi PDK'ê re hîn bêhtir bi pêş ve bir. Veguherand protokola nivîskî. Min gotibû ku protokola ji neh xalan bû, naveroka wê jî yekîtiya demokratîk a neteweyî bû. Yekîtî û piştevanî bû. Ne li dijî rêxistinên din bû, li beşdariya rêxistinên din ne girtî bû. Hem ji bo pêkanîna têkiliyên navbera partiyên Kurd, hem jî amadekirina kongreya neteweyî zemîneke girîng bû. Ji ber ku wê demê PDK û YNK gelekî dijberê hev bûn û pirsa 'Gelo partiyên Kurd dikarin li hev kom bibin, dikarin têkiliyê bi hev re deynin?' di serê her kesî de bû. Ya ku ev rewş ji holê rakir têkiliya navbera PKK û PDK'ê bû.

Protokola fermî di sala 1982'an hate amadekirin û di havîna sala 1983'an de ji aliyê Sekreteriya Giştî ya PKK'ê û Serokatiya Giştî ya PDK'ê ve hate îmzekirin û fermî bû. Salên 1982-83-84'an kete meriyetê, heta sala 1985'an domiya. Tebaxa sala 1985'an bi zexta TC'ê PDK'ê bi rengekî fermî ji raya giştî re ragihand ku ji protokolê vekişiya ye û bi vî rengî têkilî bi dawî bû. Pêvajoyeke ji nakokî û şer dest pê kir. Dema ku di navbera hêzên çekdar de têkilî nebe wê nakokî û şer rû bide. Lewma ji sala 1985'an û pê ve pêvajoyeke şer kete rojevê.

Ya ku di vir de zext kir dewleta TC bû. TC nedixwest li Bakurê Kurdistanê li dijî mêtingeriya Tirk a faşîst ji bo mafên demokratîk neteweyî têkoşîneke siyasî û çekdarî bê meşandin. Darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê ne tenê êrîşî PKK'ê kir. Êrîşî rêxistina Kemal Bûrkay, DDKD, Rizgarî yên ku qet çek bi kar neanîn jî kir, êrîşî her kesî kir û ew girtin. Her kesên Kurdîtî anîn ziman, xwestin bi Kurdî biaxivin weke dijmin nîşan da. TC'ê dema zor da PDK'ê herî zêde ji berxwedana çekdarî ya 15'ê Tebaxê tirsiya bû. Dixwest ku ew bê rawestandin. TC li dijî her kesî bû, lê belê gotin, propaganda zêde zerar nedida wê. Ji xwe PKK ew ji zûdeyî li pey xwe hiştibû, bi rêbaza berxwedana çekdarî dest bi pêkanîna berxwedana xwe kiribû, ku TC herî zêde ji vê tirsiya bû. Lewma dixwest rawestîne. Di vê çarçoveyê de gef li PDK'ê xwarin, soz jî dan wan. Ji wan xwestin ku zextê li PKK'ê bikin. Diyar kirin, 'Ya hûn ê rawestînin ya jî em ê we jî bikin hedef'. Rêveberiya PDK'ê nekarî li ber xwe bide, li dijî vê rewşê derneketin, bi vî rengî ref ji hev cuda bûn. PKK li dijî rêveberiya TC a faşîst-mêtinger dest bi têkoşîna demokrasî û azadiya Kurdistanê kir, PDK'ê jî bi dewleta TC'ê re têkilî danî, piştrevaniya TC kir ku ji bo têkbirina vê têkoşînê êrîşên tinekirinê dikir.

-Di sala 1985’an de dema ku Hamît Avci xebat dikir hate qetilkirin? Çima Hamît Avci hate qetilkirin?

Hevrê Hamît Avci ji Kercewsê ye. Wê demê Kerçews girêdayî Mêrdînê bû. Ne şaş bim niha navçeyeke ya girêdayî Botanê ye. Bi fîzîkî hevrêyeke zeîf bû, Li Enstîtûya Perwerdehiyê ya Amedê dixwend. Ji ber pir di warê fîzîkî de zeîf bû hevrêyan nasnavê ‘mêtingeh’ lê kiribûn. Ji xwe di warê giştî de Kurdistan mêtingeh bû. Ji ber lewaziya fîzîkî bi rengê mêtingehiya Kurdistanê dihate dîtin û ji bo wê jî nasnavê hevrê Hamît Avci bibû ‘mêtingeh’. Xwendekarê Ensîtûya Perwerdehiyê bû, mirovekî zana bû. Kurdiya wî pir baş bû.Wêje dixwend. Hevêr Mehmet Karasûngûr ji bo Rojhilatê Kurdistanê wî bi erk dike, wê li gel komeke hevrêyên xwe biçûba. Destpêkê ji Êlihê komek hevrê girt, di bihara 80’ê de derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû.

Piştre ji bo hêza teqwiyeyê komek din a hevrêyan wê bişanda.Ji bo vê di nava koma duyemîn de hevrê Hamît Avci jî hebû. Di Havîna 80’ê de çûn Rojhilatê Kurdistanê. Di nava xebatên bi pêşengtiya Hevrê Mehmet Karasûngûr li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dihate kirin de milîtanekî aktîv bû. Ne biyaniyê civaka Kurd bû, têkiliyên wî bi gel re baş bû. Wêjeya wî xurt bû. Di warê nivîs û xwendina Kurdî de baş bû. Bi vê kêrhatiya xwe hem li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê xebatên aktîv kir. Di xebatên propagandayê de cihê xwe digirt. Bi xwezayî hema bêje hemû rêxistinên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê nas kir. Dîsa hevrê Hamît Avci hemû perpirsên rêxistin û kadroyên wan nas kir. Xebatekî aktîv di nava salên 81-85’an de bi rê ve bir. Hem karên dîplomatîk hem jî xebatên propagandayê dikir. Piştî vegera gerîlayan a ji bo welat pêk hat, propagandaya nivîskî û gotinî hê zêdetir fermî bûn. Her wiha di nava rêxistinên perwerdehî yên girseyî ku li ser sînor pêk dihatin aktîv cih girt. Wê demê rêveberên PDK’ê û dîsa fermandar û pêşmergeyên PDK’ê yên li Başûrê Kurdistanê kes nebû ku hevrê Hamît Avci nas nekin. Kesekî evqas dihate naskirin û zanîn bû.

Hevrê Avci di Havîna 85’an ji bo xebatên propaqandayê diviya bû derbasî Behdînan bibe, derbasî Avaşîn bû. Xebatên xwe yên propaganda hem nivîskî û hem jî xebatên di nava gel de li vir domand. Diçû gundên li ser sînor. Bi taybet ji ber ku li Rojhilat mabû, welatiyên koçber ên Gerdî û eşîretên din ên derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibûn nas dikir. Bi rêya wan û dîsa naskirina gelek eşîretan, li xeta Şemzînan hê bi hêsanî dikarî têkiliyê bi gel re dane. Her wiha li xeta Rûbarok-Mûsaka dîsa li xeta Herkiyan xebat di nava gundan de dikir. Heta dawîbûna têkiliyên fermî yên bi PDK’ê re, yek ji erdarên PKK’ê yên têkiliyên bi PDK’ê re dihate birêvebirin de bû. Yên xebatên pratîk dikir hevrê Hamît Avcî bû.

Dema ku têkilî qût bûn, bi dawî bûna sala 85’an di nava PDK’ê de hinek derdor dest bi êrîşên komploger kirin. Bi taybet li ser xetên sînor, kemîn li ber yekîneyên xebat dikirin datanîn, êrîş kirin. Di dawiya 86’an û şûn de gelek kadroyên PKK’ê û gerîla ji ber van êrîşan şehîd kirin. Yek ji van jî hevrê Hemît Avcî bû. Li Şemzînanê li derdorî Beroxê ji aliyê PDK’ê ve hatibû vexwendin, ji bo hevdîtinê çû êdî nevegeriya. Me piştre bihîst ku bi kemînekê qetilkirine. Ji vê hê jî Berûxlûyan berpirsin. Ev gundiyên Mûsakayî ne. Ji eşîreta Gerdiyanin. Lê li ser navê PDK’ê kirin. Ew wê demê jî û heta niha jî girêdayî PDK’ê ne. Di nava xebatên PDK’ê de cih digirin. Ber bi zivistianê li ber qiraqxê çemê Xabûr Emîn Hoca qetilkirin. Piştre jî hevryeyeke din bi vê rêbazê kemînê qetil kirin.

-Bi eşkereyî êrîşên PDK’ê di dawiya 85’an destpê kir. Gelo armanca van êrîşan PKK’ê ji xeta sîror derbixe bû?

Bi taybet di 1982’an û şûnde li Başûrê Kurdistanê hejmareke zêde gerîla û Pêşmerge hebû. PDK ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Başûr dibû. PKK jî ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûr dibû. Ji cihê cuda hatin heman cihî. Bi hev re di nava têkiliyan de kamp avakirin û pêşmerge û gerîla bi cih bûn. Di encama rêbazên exlaqî bi hev re di nava têkiliyan de bûn. Têkiliyên cidî yên gerîla û pêşmergeyan hebûn. Têkildarî dîroka Kurdistanê, têkoşîna azadiyê û dîroka şoreşê ya cîhanê gerîlayên PKK’ê bi perwerdehî û zana bûn. Di warê zanist û menewyetê ya Pêşmergeyan de rokeke gelek girîng lîstin. Hêzên Pêşmerge yên PDK’ê di pratîkê de xwedî ezmûn bûn. Tim li çiyan bûn, tim di warê parastinê de bûn, bi ezmûn û kêrhatî bûn. Herdu aliyan jî hêz didan hev. Têkilî û lihevkirineke baş hebû. Ji vê PKK jî sûd girt, aliyên xwe yên jê ziyan dît hebûn, ev dikare bê nirxandin, lê hê zêdetir PDK’ê ji vê sûd girt. PDK di warê moral, hêz û perwerdehiyê de hêz girtibû, her wiha di warê serketina azadiyê de bawerî pê hatibû.Piştî têkçûna 75’an, dîsa 5-6 salan bibûn koçber, her tiştê xwe winda kiribûn, hêvî û baweriya wan kêm bibûn, lê dema hêzeke fedayî ya gerîla ya xeta fedayîbûnê li Bakurê Kurdistanê ku yek ji parçeya herî mezin a Kurdistanê ye dîtin, di warê pêşxistina têkoşîna azadî û serketinê de hêzên Pêşmerge yên PDK’ê ji vê cesaret û hêzeke mezin girtbû, bibû xwedî hêvî. Divê ev rastî neyê jibîrkirin.

Rêveberên PDK’ê ji ber van pêşketinan kêm jî be hinek derî vekir. Lê bi pêşketin û bandora PKK’ê jî hinek aciz bûn. Ji beşên pêşketinê ditirsiyan. Ev rewş dema bi Pêngava Vejînê ya gerîla ya 15’ê Tebaxa 1985’an tacîdar bû, li Dihê û Şemzînan Berxwedana Azadiya Kurdistanê ya li dijî dewleta TC’ê ya faşîst-mêtînger hate destpêkirin, du sê qat bandora gerîla ya li ser Pêşmergeyan a li Başûrê Kurdistanê zêde kir. Hêvî û baweriya bi PKK’ê ya ji bo pêşxistina têkoşîn azadiyê ya Bakurê Kurdistanê û dîsa azadiya hemû Kurdistanê zêdetir kir.

Bandora gerîla hebû. Rêveberên PDK’ê hinek ji vê tirsiyan, xwestin vê yekê zeîf bikin û ji vê dûr bikevin. Yek ji aliyê vê yê girîng ev bû. Destpêkê hêvî dikirin û digotin; ‘Ezmûnên van nîn in, ji xwe hemû ciwanin em ê van ji xeta wan bikin û bixin nava PDK’ê’. Lê ev yek berovajî bû, gerîlayên PKK’ê Pêşmerge zana kir, moral û hêz dayê. Dema dîtin ku ev yek dibin ji vê aciz bûn, daxwaz lewazkirina vê kirin.

Li aliyê din ji xwe zextên TC’ê hebûn. Başûrê Kurdistan dîsa bi temamî sînorê Behdînan di bin kontrola PDK’ê de bûn. Herî zêde rola PDK’ê li ser destê eşîretan li Batan Zagrosan hebû, rêxistinekî xwezayî hebû. Hema bêje hemû eşîret di rewşeke ku bacê bide PDK’ê de bû. Li ser bingehê Pêngava 15’ê Tebaxê dîsa berxwedana gerîla ya li Botan û Zagros pêş ket, her wiha ciwanên Botan û Zagorsê tevlî nava refên gerîla bûn, ji vê pêşketinên bi pêşentiya PKK’ê li Botan û Zagrosê pêk hatin, tirs xiste hinavê wan û ji vê reviyan. Xwestin li dijî vê derbikevin.

PKK’ê xwe bi rêxistin dikir, piştevaniya civakê digire û ciwanan li xwe zêde dike. Ev bi xwezayî qada bi bandor a PDK’ê teng dikir. Xwe li vê ranegirtin û vê erê nedikir. Bi xwe kar nedikir û xwe pêş nedixistin, lê bila ti rêxistinek din nebe û çi dibe bila bibe ji xwe civak muhtacî wî ye. Dema ku PKK weke alternatîf derket, civak ji ber muhtacbûnê rizgar bû. Bi rêxistinkirina PKK’ê civaka Kurd ji kûrahiyê derket. Ya girîng xwe li vê ranegirtin, xwestin vê asteng bikin. Bandora di rêza yekê de jî zextên TC’ê bûn. Bandora duyemîn jî bandora li ser Pêşmergeyan bûn. A sêyemîn jî pêşketinên rêxistinî yên li xeta Botan-Bestayê bû. Bi têkbirina protokolê û ketina nava têkiliyan a bi TC’ê re, bi êrîşkirina li ser hêzên PKK’ê re xwestin pêşiya van pêşketinan bigirin û hem jî destekê ji TC’ê bigirin. Li pêşberî vê jî TC’ê ew qebûl kirin. Yanî hêz ji TC’ê girtin û wisa li dijî PKK’ê dest bi êrîşan kirin.

Li aliyê din ji bo bi temamî bandora li nava civakê bi dawî bike, dîsa tevlîbûna nava refên PKK’ê bide rawestandin bû. Di rewşa heyî de li şûna li ser bingehê têkilî-tifaq pêşxistina xeta netewa demokratîk bi PKK’ê re têkiliyan hê xurtir bike, li ser esasê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan li gel hemû rêxistinên din ên Kurd li Bakur, li Başûr pirsgirêka Kurd çareser bikin, di nava têkoşîneke hemû civaka Kurd rake ser lingan, li pêşberî lewazkirina hêza îdeolojî-leşkerî ya PKK’ê bi TC’ê re ketina nava têkiliyan, hêz dayîna TC’ê ya li dijî PKK’ê şer kirin, pêşxistina PKK’ê sînordarkirin, li ser tinebûna PKK’ê hebûna xwe dana domandine. Ne li ser bingehê pêşxistina hişmendiyeke welatparêzî, netewa demokratîk a hemû partiyan, dixwazin pêşxistina PKK’ê asteng, teng bike, derb li hêzên leşkerî yên wê dayîn, bi lewazkirina PKK’ê PDK hebûna xwe pêş bixe bû. Ev şaştî xetek bû. Ev xetek bû ku şerê navxweyî pêş xist, xetek bû ku hêzên mêtinger bi hêz kir. Nexasim encamên vê li ser vî bingehî rol lîstin.