Kalkan: Serkêşê tifaqa DYE-dewleta Tirk-PDK têk çû

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Serkêşê tifaqa tasfiye û tunekirinê ya DYE-Dewleta Tirk û PDK têk çûye. Niha dor hatiye Tayyîp. Ji bo rizgarkirina Tayyîp hewl didin rêveberiya heyî ya PDK'ê bixin nava liv û tevgerê."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê ji Radyoya Dengê Welat re axivî.

'PKK ÊDÎ TEVGEREKE NÎV SEDSALÎ YE'

Kalkan got, "Meşa me ya Rêbertî nîv sedsalê diqedîne, nêzî 50 saliya xwe dibe. Ya rast, mirov êdî dikare bêje ku PKK tevgereke nîv sedsalî ye. Rêber Apo wiha digot. 'Bêguman damezrandina fermî ya PKK'ê girîng e. Her sala fermî bi têkoşîneke bêeman a li dijî zor û zehmetiyan dest pê kiriye. Lê belê ji damezrandina fermî bêhtir, pêvajoya pênc salan a beriya wê gelekî bi wate û girîng e'. Divê ew pêvajo bi taybetî bê fêhmkirin. Çima? Ji ber ku hemû pîvan û taybetmendiyên PKK afirand di nava wan pênc salan de afirîn. Li ser bingeha têkiliyên Rêber Apo yên bi hevrêyên xwe re, li ser bingeha pêngav û meşa hevpar a wê demê pêk hat."

Dûran Kalkan bi vê wesîleyê salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê li zindaniyan, gelê Kurd, her kesên têkoşîna azadiyê dimeşînin pîroz kir û serketin ji wan re xwest. Kalkan got, "Di şexsê şehîdê dawî yê zindanan Sitki Bektaş, her wiha şehîdên leheng ên berxwedana me ya gerîla, Seyîd Riza, Elîşêrên vê serdemê Endamê Komîteya Navendî ya partiya me û endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Fermandarê Qada Dersimê hevrê Yilmaz Dersim de, şehîdên têkoşîna azadiyê û partiyê bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînim. Soza ku em ê armancên wan di sala 43'an a damezrandina fermî ya PKK'ê de bi cih bînin û xwedî li bîranînên wan derkevin dubare dikim."

Kalkan destnîşan kir ku ew partî û gel xwedî vê biryardariyê ne û got, "Em bi îdîayeke hîn mezintir dest bi sala 43'an dikin. Li ser bingeha pêngava dema azadiyê ye dest pê dikin. Em pêngava berxwedanê ya 'Bes e ji faşîzm, dagirkerî û tecrîdê re; dem dema azadiyê ye' li ser xeta berxwedana şoreşgerî ya Cenga Heftanînê dest bi sala 43'an a têkoşînê dikin. Eşkere ye ku di sala 43'an de em ê faşîzma AKP-MHP'ê hilweşînin, sîstema tecrîdê ya Îmraliyê parçe parçe bikin, li dijî her cûre dagirkeriyê berxwedaneke mezin bikin. Li ser vê bingehê di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de bidestxistina azadiyan armanca me ya bingehîn e. Li ser bingeha pêngaveke wiha şoreşgerî ya plankirî em bi îdîa û biryardariyeke mezin dest bi sala nû ya partiyê dikin, bi coş û kelecaneke mezin dest pê dikin. Armanca me mezin e, têkoşîna me piralî ye, eşkere ye ku em ê ji her demê bêhtir bi xurtî şer bikin û bi ser bikevin."

'EM BÛN GEL Û TEVGEREKE KU DAÎŞ TÊK BIRIYE Û BI VÎ RENGÎ CIHÊ XWE CIHÊ XWE DI DÎROKÊ DE DIGIRIN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan qala têkoşîn û berxwedana sala 42'an jî kir û got, "Divê ev yek bê dîtin; Di sala 42'an de partiya me destketiyên mezin bi dest xist. Bi rastî jî destketiyên dîrokî, mîrateyeke mezin radestî sala 43'an a têkoşînê dike. Em bala xwe bidinê; li ser bingeha komploya navneteweyî ya li ser bingeha tifaqa DYE-dewleta Tirk-PDK'ê de hate kirin, êrişên plankirî yên ji bo tasfiyekirin û îmhakirina Rêber Apo û partiya me PKK'ê hatin kirin yek bi yek hatin pûçkirin. Ji Efrînê heta Xakurkê, ji Serêkaniyê heta Heftanînê berxwedana ku hate nîşandan, di salên 2018, 2019 û 2020'î de faşîzma AKP-MHP'ê ji reh ve rakir. Em bûn gel û tevgerek ku DAÎŞ têk biriye û bi vî rengî cihê xwe di nava dîrokê de girtin.

Kî çi dibêje bila bêje, tevgera PKK'ê, gelê Kurd bû hêzek ku DAÎŞ a belayê serê mirovahiyê, barbariya ku gef li gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd dixwar, têk bir. Kes êdî nikare vê ji holê rake. Me di heman demê de komên çete yên OSO, El Qaîde û faşîzma AKP-MHP'ê jî lawaz kirin. Tê zanîn ku ji ber van bûyeran, ji ber vê têkoşîna me, ji ber ku me destketiyên wan pûç kir, bi taybetî di nava çar salên dawî de bi serkêşiya rêveberiya Trûmp li dijî Rêber Apo û partiya me êrişeke mezin tê kirin. Ya rast komploya navneteweyî hatiye nûkirin. Em zanin ku Trûmp heqaret li Rêber Apo kiriye. Ji bo PKK'ê jî got 'Ji DAÎŞ'ê xerabtir e'. Bi gotina 'ji meydana şer direvin' heqaret li wan şervanên azadiyê kir ku DAÎŞ têk birin.

Eşkere ye ku yê li pişt xwe jî nanihêre û bi hewleke mezin direve bê kî ye. Her kesî wî dibîne. Hewl da rewşa xwe bixe stuyê fedayîtiya PKK'ê. Li ser vê bingehê ji Efrînê heta Xakurkê û Rojava û Başûrê Kurdistanê li pişt hemû êrişên dagirkeriyê sekinî.

Di vir de armanc wiha bû: Destketiyên ku jin ên ciwan û mêr ên gelê Kurd ên li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û li ser xeta fedayî bi hişmendiya Apoyî bi berxwedaneke lehengî afirandin, pêşkêşî hinekan bikin. Hewl dan ku hinekan pêşkêşî dewleta Iraqê bikin, hinekan jî pêşkêşî faşîzma AKP-MHP'ê bikin. Herî dawî jî hewl didin beşek jê jî pêşkêşî hevkariya PDK'ê bikin. Li ser vê bingehê qaşo wê xeta Rêbertî û rêxistiniya PKK'ê heta dawiya sala 2020'î tasfiye bikira, îmha bikira. Êrişên plankirî yên ji salên 2017 û 2018'an ve dest pê kirin, bi vê armancê sala 2020'î dewam kirin. Liv û tevgera leşkerî ya PDK'ê ya bihara 2020'î ya li Zînî Wertê, Helgûrt, Xinêrê, Avaşîn û Heftanînê pêvajoyeke ji vê êrişa plankirî bû. Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, ev pêvajo wê heta Îlonê temam bibûya. PKK wê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bihata îmha û tasfiyekirin. Bi vî rengî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojavayê Kurdistanê wê biketibûna destê tifaqa dewleta Tirk û PDK'ê. Di çarçoveya armanceke wiha de êriş kirin. Bi hev re bûn. Armanca vê yekê jî tasfiyekirin û tunekirina PKK'ê bû. Ev yek bi awayekî eşkere anîn ziman. Beriya dest bi êrişê bikin weke ku bêjin teslîm bibin, nêzîk bûn. Bi gotina 'Hûn teslîm nebin hûn ê tune bibin' gef xwarin."

Kalkan diyar kir ku di sala 42'an de êrişeke bi vî rengî herêmî û global li dijî wan hate kirin û weke gel û tevger li dijî qirkeriyeke wiha faşîst a topyekûn li ber xwe dan.

'TRÛMP ÇÛ, DOR HATIYE TAYYÎP'

Dûran Kalkan destnîşan kir ku yekîtiya hêzên dijmin û êrişên wan di vê çarçoveyê de bûn û wiha dewam kir: "Mirov dikarin bêjin ku ev êrişên qirker di asta navneteweyî de êrişeke herî berfireh û plankirî bû. Weke gel û tevger; berxwedana me ya li ser bingeha Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşger ê topyekûn gihîşt wê asta berxwedanê ku weke temamiya dîroka me ya berxwedanê bû. Yanî êriş mezin bûn. Armanca dijmin tunekirin û tasfiye bû. Berxwedana li dijî vê jî bi rastî bêeman bû. Dîrokî bû. Berxwedaneke mezin hate nîşandan. Beriya her tiştî divê em vê rastiyê bibînin. Divê em vê berxwedanê rast fêhm bikin. Hem divê ev êrişên dijmin hem jî berxwedana xwe rast fêhm bikin û encamên rast jê derxînin.

Encam çi bû? Fermandariya ku ev êriş plan û bi rêxistin kir, komploya navneteweyî nû kir, plan kir ku PKK'ê heta dawiya sala 2020'î biqedîne, bi xwe qediya, têk çû. Di hilbijartinê de têk çû. Rêveberiya tifaqa tasfiye û tunekirinê ya DYE-Dewleta Tirk û PDK têk çûye. Niha dor hatiye Tayyîp. Ji bo rizgarkirina Tayyîp hewl didin rêveberiya heyî ya PDK'ê bixin nava liv û tevgerê. Hewl dan pêşî li têkçûna rêveberiya Trûmp bigirin. Nekarîn. Ji nişka ve liv û tevgera hêzên taybet a PDK'ê ya ji bo dorpêçkirina qadên gerîla wekî din wateyeke xwe nîne. Armanca wan rizgarkirina Trûmp bû, nekarîn bikin. Niha jî ji bo Tayyîp rizgar bikin êriş dikin, lê belê wê nikaribin wî jî rizgar bikin. Trûmp çû, dor hatiye Tayyîp. Bêguman her ku ev têk diçin, nokeriya Kurdan jî wê lawaz bibe.

Em bala xwe bidinê: Planên êrişê yên dijmin pûç dibin, lê tevgera me di 12'ê Îlonê de dest bi pêngaveke nû ya azadiyê û serketinê kir. Jİ bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo Kurdistana azad, Tirkiye û Rojhilata Navîn a demokratîk dest bi berxwedaneke mezin a şoreşgerî kir. Pêngaveke berxwedanê ya şoreşger a mezin da destpêkirin ku bi armanca serketina Stratejiya me ya Şerê Gel ê Şoreşgerî rêbazên têkoşînê yên topyekûn, yekpare, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat vedihewîne. Ne tenê planên dijmin ji hev ketin, her wiha siyaset û zîhniyeta qirker-faşîst jî têk çû, berxwedaneke pêngavî ya plankirî û mezin a ji bo serketina têkoşîna me ya azadiyê kete rojevê. Di çarçoveya vê berxwedanê de li her qadê, li çar parçeyên Kurdistanê gelê me, ciwan, gerîla, dostên me, li zindanan li ber xwe didin.

'EM DEST BI SALA 43'AN DE DIKIN, EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN'

Li çar aliyên cîhanê her kes hewl dide Rêber Apo fêhm bike. Parêznameyên wî dixwînin. Xwedî li rastiya Rêberê me derdikevin. Berxwedana pêngavî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest Pê kiriye li çar aliyên cîhanê belav bûye, veguheriye berxwedaneke azadiyê ya global. Yên ku dixwazin me tuen bikin îradeya wan, planên wan têk diçin, lê belê tevgera me sala 42'an bi pêngaveke mezin a berxwedanê pêşwazî kir."

Kalkan destnîşan kir ku ev jî dibe sedem ew hîn bi xurtî dest bi sala nû ya partiyê bikin û got, "Çawa ku beriya niha bi çar salan Hêzên Azadiyê yên Rojava, gelê me bi piştgiriya gelê Kurd û mirovahiyê, tevahiya mirovahî ji êrişên çetetiya faşîst a DAÎŞ'ê rizgar kirin, niha jî di sala 43'an a PKK'ê de em dixwazin faşîzma AKP-MHP'ê hilweşînin, dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî têk bibin, gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, her wiha gelên herêmê û mirovahiyê ji gef, êrişên faşîzma AKP-MHP'ê rizgar bikin. Di vê mijarê de em bi biryar in, bi îdîa ne. Dane hemû nîşan didin ku em ê bi ser bikevin, em ê encamê werbigirin. Bi vê îdîa û biryardariyê em dest bi sala 43'an a PKK'ê dikin û em ê teqez bi ser bikevin."