Kalkan: PKK tevgereke ku mirî zindî dike ye!

Sala 40’ an salvegera damezirandina PKK’ê tê pîrozkirin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan û Endama Koordînasyona PAJK’ê Jiyan Kawa jî tevlî aktivîteyên pîrozbahiyê bûn.

PKK, di pêvajoyeke ku dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê balafirên keşfê û balafirên şer difirînin de, bi tevlîbûna Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan û Endama Koordînasyona PAJK’ê Jiyan Kawa û sedan gerîlayan, bi merasîmekî heybet 40’emîn salvegera PKK’ê pîroz kirin.

Starta aktîvîteyên 40’ an salvegera damezirandina PKK’ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate destpêkirin, li gel endamên Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, Rûken Garzan, Bazan Tekîn û endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Cemîl Şerîk û enfdamên din ên Komîteya Navendî bi tevlîbûna sedan gerîlayî hate pîrozkirin. Di aktivîteya ku coş û moralek mezin, bi merasîmekî leşkerî hate destpêkirin. Di aktivîteyê de Kûran Kalkan û Koordînasyona PAJK’ê Jiyan Kawa axaftin kirin.

KALKAN: LI HER QADÊ SEFERBERÎ….

Kalkan ê li vir bang li gerîlayan kir, di serî de 40’emîn salvegera damezirandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû gerîlayan û mirovahiyê pîroz kir.

Kalkan di serî de 40 hezar şehîdên azadiyê yên ku digihêje Berçem Cîlo heta Hakî Kare bi rêzdarî û minet bibîr anî û wiha nirxandin kir:

“Em soz didin ku dixeta Rêbertî û şehîdan de sala 40’emîn a partiyê bigihînin serkeftin, di xeta serfiraziyê de têkoşînê heta dawî bikin.

Di sala 40’an a PKK’ê de civîna dawî ya navendî me lidar xist, partî, gel û tevgera me ji nû ve xwe plan kir, bi biryardarî û rêxistinkirî derbasî sala nû dibin. Rêya me vekiriye, erkê me diyar e. Ev 40 sal in li ser vê xetê têkoşîna xwe li ser vî bingehî ji her demê bêhtir wê bibe salekî şer û serkeftinê ji niha ve diyar dike. Tiştên ku me di sala 39’emîn de kirî, wê di sala 40’an de ji bo tiştên ku PKK’ê û gelê me bike bibe neynik. Çawa di civîna komîteya navnedî de derketî pêş, di sala 40’an a partiyê de, di xeta Apogeriyê de partî bûn, li her qadê bi ruhê seferberiyê, xwe rêxistinkirin, xebat dana meşandin û di xeta serkeftinê de têkoşînê bilind bikin.

Li ser vî esasî wê hemû mîlîtan û sempatîzanên partiyê, wê têkoşîna partîbûn, gerîllayîbûn û netewebûna demokratîk bi pêş ve bibe û Rêber Apo azad bike. Di salvegera 40’emîn de em ê teqez vê têkoşînê derxînin holê. Partiya me, ya ku fikrên Rêber Apo dike rêxistin û çalakî, heta niha bûye navê pêşveçûna ku miriyan sax dike û giyan dide her tiştî.

‘DIVÊ HEMÛ GEL BAWERIYA XWE YA BI PKK’Ê BÎNIN’

Rêber Apo PKK bi gotinên wekî ‘Romaneke ku dawî lê nehatiye, stran û helbestek’ îfade kiribû. Em ê vê rastiyê di sala 40’emîn de derxînin holê. Em ê vê rastiyê zêdetir bijîn. Kî çi dibêje bila bibêje, çi hesaban dikin bila bikin, divê hêzên şoreşger û demokrat û jin û ciwan û hemû gel divê baweriya xwe bi PKK’ê bînin.

Divê baweriyê pê bînin ku felsefe û xeta îdeolojîk û polîtîk a Rêber Apo çiqasî rast e. Divê li destkeftiyên 39 salan binihêrin û di sala 40’emîn de li ser vî esasî beşdarî PKK’ê bibin. Divê berê xwe bidin geşkirin û bilindkirina xeta azadîxwaz a Rêber Apo. Wê çaxê ew ê Rojhilata Navîn û cîhan bibe cihekî azad û cihekî ku mirov karibe lê bijî.

Îdîaya me ev e. Bi vê bîrdariyê em dikevin sala 40’emîn a partiyê û em diyar dikin ku bi vê bîrdariyê em ê meşa xwe ya sala 40’emîn bidomînin û li ser xeta Rêbertî û şehîdan de em ê hemû peywirên ku dikevin ser milê me, em ê pêk bînin û em her kesî vedixwînin ku beşdarî vê têkoşîna demokrasî û azadiyê bibin.

LAWA: DIVÊ JIN PÊŞENGIYÊ BIKIN

Piştî merasîma leşkerî Endama Koordînasyona PAJK’ê Jiyan Lawa bi pîrozkirina cejna vejînê ya Rêbertî, gerîlayan û berxwederên zindanan dest bi axaftina xwe kir û got: “Wateyeke taybet a sala 40’emîn heye. Bi taybetî vê têkoşîna me ya îro gelekî girîng û hêja ye.”

PKK ev 40 sal e têkoşînê dide û heta roja me ya îro hatiye. PKK di xeta azadiya Jinê de gihişte vê astê. Di dîrokê de têkoşîn kirin, pêşengtî kirin û di partîbûnê de pêşengtî di şexsê Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Bêrîtan, Zîlan, Sema, Rojbîn, Destîna, Jiyan Rojhilat, Şirîn, Viyan, Slav Kobanê, Gulnaz, Dilsoz Alman û di şexsê gelek şehîdên din de ev berxwedan gihişte vê astê.

Ev rêhevalên me PKK ava kirin û PKK  mezin  kirin û bûn pêşeng.  Her roja diçe PKK ber bi azadiyê ve meşiya. Di xala niha em gihiştinê de PKK zêdetir bû girseyî. PKK sîstema konfederalîzmê di xeta azadiya jin de pêşxist û mezintir kir. Her çiqas partîbûyîn mezin bibe, ruhê Apoyî her çiqas pêş bikeve ruhê partîbûnê çiqas pêş bikeve ewqas wê ruhê têkoşîna azadiyê pêş bikeve. Em weke PJAK li her çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navin ji bo ku projeya Rêbertî bê danîn em têkoşînê dikin. Em ji bo ku binin heviya hemû gelan xwe berpirsyar dibînin.

Eger ku ev 40 sal e PKK gihiştibe vê astê, di civakê de ev qas rêya pêşketinê avakirîbe û gel rêxistin kirîbe, li vir rolê pêşeng ya jinan heye. Eger îro li hemû cihanê bi fikir û felsefeya Rêbertî ji hemû cihan enternasyonalîst, milîtanên sosyalîst hatibin gel hev di vir de jî rolekî diyar yê têkoşîna jin heye. Ji ber vê jî divê di pêşxistina sosyalîzm û gihiştina PKK’ê ya ji bo serketinê hemû milîtanên PJAK’ê rol û mîsyonê bigrin ser milê xwe.

‘ DIVÊ EM BI RUHÊ APOYÎ TÊKOŞÎNÊ BIHÊZTIR BIKIN’

Li ser vî bingehî ji hemû deman zêdetir erk, mîsyon û berpirsyartî dikeve ser milê jinan. Eger ku em bixwazin azadiya Rêbertiya xwe mîsoger bikin, divê bi ruhê Apoyî em têkoşînê bihêztir bikin.

Azadiya Rêbertî di vê têkoşînê de bi cesaret, îrade û bi hemû hevalên şehîd dikevin re pêşbêxin. Azadiya  PKK’ê azadiya hemû Rojhilata Navine.  Azadiya  PKK’ê têkiliya xwe bi pêşxistina fikrê sosyalîzmê ve heye. Em carek din dubare destnîşan dikin ku di 40. Saliya PKK’ê de li hemû aliyan de ji bo avakirina netewa demokratîk ji her demî zêdetir wê têkoşin bike.  Em ê bi biryardariyek mezin têkoşîn bikin û bila tişik û gumanên kesî tine bin.

Sala bê bi Rêbertiya xwe re di çiyayên azad de em ê 27’ê Mijdarê pîroz bikin. Carek din salvegera 40. a PKK’ê li hemû kesan pîroz be. Ev sal wê bibe sala azadî û serketinê!”

Pîrozbahiya bi girseyî piştî axaftina Kalkan û Lawa bi guhdarkirina mûzikê û gerandina govenda gerîla ve bi dawî bû.