Kalkan: Li hemanan e, hindik maye bikevin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser bandora ketina Trûmp a li ser Erdogan û got, "Ev yek nîşan dide bê çiqasî piştgiriyê ji rêveberiya Trûmp werdigire. Tayyîp li hemanan e, hindik maye bikeve."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, ku rêveberiya Trûmp ji bo plana tasfiyekirina PKK'ê piştgiriyeke mezin daye desthilatdariya Tirk, PDK jî pê ve kiriye, lê belê wan ev plan têk birine. Kalkan destnîşan kir ku AKP êdî serberjêr bûye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya 'Ulkenden' a Medya Haber TV bû û bersiv da pirsên Hoşeng Yilmaz. Kalkan ragihand ku li Îmraliyê 22 sal in li dijî zilm û hovîtiya herî giran, berxwedana herî pîroz a mirovê azad heye û destnîşan kir ku pêngava 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' divê hîn bêhtir bê xurtkirin.

'ŞAŞITIYA BERIYA ÇAR SALAN HATE SERERASTKIRIN'

Kalkan anî ziman ku encamên hilbijartina li DYE'yê ji bo cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê girîng e û diyar kir ku bi têkbirina rêveberiya Trûmp re şaşitiya beriya çar salan hatibû kirin hate sererastkirin. Kalkan got, "Kurd wê rêveberiya Trûmp baş bi bîr neyne. Dibe ku di nava rêveberiyên DYE'yê de ya herî nebaş bû. Nirxên ku di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de ji DAÎŞ'ê hatin nirxandin, vê rêveberiyê bi fen û fûtan radestî alîgirê DAÎŞ'ê kir. Hem devkî hem jî pratîkî gelek heqaret li Kurdan kir."

'EM NIZANIN KU RÊVEBERIYA NÛ WÊ ÇI BIKE'

Kalkan ragihand, ku guhertina rêveberiya li DYE'yê wê bandoreke xwe hebe û wiha dewam kir: "Rêveberiya nû wê çi bike, çi neke em bi wê nizanin. Qet nebe wê êrişên plankirî yên heyî yên rêveberiya Trûmp hinekî parçe bibin. Wê pêwîstî bi jinûve nirxandinê hebe. Ev yek jî ji bo pêşvebirina têkoşîna demokrasî û azadiyê hîn bêhtir firsend û derfetan biafirîne. Kurd jî gelên din jî li gelek deverên cîhanê dikarin vê rewşê binirxînin. Em hêvîdar in, ku rêveberiya nû mîna Trûmp û derdora wî, wê hêza xwe ya siyasî ji bo berjewendiyên madî yên şexsî bi kar nînin, ji ber ku bi Tayyîp Erdogan û derdora wî re têkiliyeke bi wî rengî danîn. Li ser vê bingehê piştgirî dan derdora Tayyîp Erdogan. Dibe ku ev bibin mijara darizandinê. Em hêvîdar in ku rêveberiya nû qet nebe van neke."

'BANDOREKE MEZIN LI RÊVEBERIYA AKP'Ê KIR'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku hilbijartina li Emerîkayê bandoreke mezin li rêveberiya AKP'ê kiriye û anî ziman, atmosfereke welê afirî ku bi ketina Trûmp re mîna têkçûnê li Erdogan hatiye. Kalkan got, "Ev yek nîşan dide ku çiqasî pê ve girêdayî ne, ji rêveberiya Trûmp çiqasî piştgirî wergirtiye. Tayyîp jî li hemanan e, li ber ketinê ye."

'PLANÊN WAN HATIN PÛÇKIRIN'

Kalkan bi bîr xist ku rêveberiya Trûmp li ser bingeha komploya navneteweyî, xwe spart polîtîkayên li dijî PKK'ê, bi gef û zextê PDK bi kar anî û herî dawî di bihara 2020'an de ji bo tasfiyekirin û tunekirina PKK'ê êriş kir. Kalkan got, "Mirov dikarin ji vê re bibêje êrişa plankirî ya tifaqa hevpar a DYE-dewleta Tirk-PDK. Vê yekê ji bûyera Zînî Wertê dest pê kir, êriş li ser Şengalê û Mexmûrê bûn, êrişên dagirkeriyê yên li ser Heftanîn, Xakurkê û Xinêrê hatin kirin. Ev plan wiha bû; Li tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê wê PKK bê qedandin. Hêza gerîla wê nemîne, îradeya wan wê ji holê bê rakirin. Ji bo vê jî ji aliyekî ve êrişên dagirkeriyê kirin; li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zextên herî giran li welatparêzan kirin; hewl dan Rojava bixin bin bandora xwe, dibe ku hevdîtinên PYD û ENKS'ê ku bi pêşengiya DYE'yê hate kirin -weke parçeyek ji vê planê- dimeşandin. PDK jî tevlî vê bûbû. Bi vî rengî dixwestin ku heta dawiya meha Îlonê encamê werbigirin. Agahiyên gihîştin me di vê çarçoveyê de bûn. Biharê ev yek jî ji me re hate gotin: Eger hûn teslîm nebin, hûn ê bên qedandin... Em bi rengekî yekser û neyekser ji aliyê xwediyê vê planê ve hatin tehdîtkirin. Niha Îlon qediya, Cotmeh qediya, em di nava meha Mijdarê de ne. Plan pûç bû. Ji wan nehat ku Heftanînê jî dagir bikin. Li ser hin giran bi cih bûn, gerîla her roj li wan dide, xitimîne. Gavek bi pêş ve neavêtin. Ev plan ji hev ket. Êdî tiştekî ku DYE jî, PDK jî bide faşîzma AKP-MHP'ê nemaye. Têkçûna xwe ya niha ji ber vê ye.

'HETA NIHA PDK XISTIN DEWRÊ'

Piştî ku ev plan têk çû yekser DYE kete dewrê, PDK û rêveberiya Bexdayê li ser planeke dagirkirina Şengalê da lihevkirin. Bi rêya vê yekê xwestin planên xwe yên têkçûyî nû bikin. Ji ber ku civaka Şengalê, Êzidî, derdorên cuda yên li Iraqê û hêzên demokratîk hemûyan nerazîbûneke mezin nîşan dan, nekarîn wê gavê jî biavên. Piştre jî berê PDK'ê dan Garê. Sewqiyata leşkerî ya PDK'ê, dorpêçkirina gerîla, êrişa li dijî PKK'ê li ser vê bingehê kete rojevê.

'JI PÊNGAVA PKK'Ê DITIRSIN'

PKK'ê hem ev plan têk bir, hem jî ji bo hilweşandina faşîzma 12'ê Îlonê, şikandina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk dest bi pêngaveke dema azadiyê kir. Pêngavê piştgiriyeke mezin wergirt. Ji vê ditirsin. Niha ew bi xwe li bin ketine, PKK jî pêngavê dike. Ji tirsa ku pêngava PKK'ê pêk bê û faşîzma AKP-MHP'ê hilweşe, van êrişan dikin. Hewl didin pêngaveke bi vî rengî ya şoreşger asteng bikin. Xwestin ku vê destpêkê bi PDK-Iraqê bidin kirin. Ji be rku nebû niha jî dixwazin bi destê PDK'ê bikin. Dema ku AKP-MHP hilweşiya wê Tirkiye demokratîk bibe, di rewşeke wiha de wê her kesên piştgiriya fşaîzma AKP-MHP'ê dikin di bin de bimîne. Ji bo ev nebe, hewl didin pêşî li pêngava me ya şoreşgerî bigirin, hewl didin lawaz bikin, lê belê ev belasebep e. Hate dîtin ku piştgiriya herî mezin, koordînatorê van hemûyan çû. Fermandar ji Emerîkayê çû."

'ŞER ÇAVKANIYA KRÎZÊ YE'

Kalkan diyar kir ku çavkaniya hilweşîna li Tirkiyeyê şaş tê nirxandin, nerast e ku ev yek tenê bi avaniya aboriya dewleta Tirk ve bê girêdan, yan jî bi şêweyê rêveberiya Berat Albayrak ve bê girêdan û got, "Krîza heyî ya Tirkiyeyê ji ber siyaseta heyî, ji ber şer e. Krîza aboriyê heye, lê belê li Tirkiyeyê ne tenê ev krîz heye. Krîza siyasî, leşkerî zîhniyetê û aqil heye. Mejiyê nexweş heye, divê her kes wê bibîne. Ev krîza aboriyê ji ber şerê li Kurdistanê ye. Tayyîp pirsa 'hûn zanin ku buhayê fîşekekê çiqas e?' kiribû. Lê belê hîn jî hin kes vê fêhm nake. Bi taybetî jî yên ku ji xwe re dibêjin muxalîf vê fêhm nakin... Xwedî û berpirsyarê vê yekê jî Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî ye. Eger yekê têk biçe yan jî îstifa bike divê Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî îstifa bikin. Berpirsyara hemûyan ev her du kes in. Divê hedef rast bê tespîtkirin, sûcdar rast bê tespîtkirin. Lewma divê mirov li çareseriya rast bigerin."

'ŞER DI NAVBERA PKK'Ê Û DEWLETA TIRK DE YE'

Kalkan bal kişand ser rageşî û aloziya bi PDK'ê re dest pê kir û ev pirs kir, "Gelo ji nişka ve çi bû? PKK'ê li dijî PDK'ê çi kir? Rêveberiya li Hewlêrê rexne kir an jî nebaş kir? Tiştek kir ku bandorê li vê rêveberiyê bike, li Başûrê Kurdistanê bike?" Kalkan bi dewamî got, "Na. Ji aliyê PKK'ê ve tiştek tune ye. PKK li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê li Bakurê Kurdistanê şer dike, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dîktatoriya faşîst a li dijî Başûrê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê ji Kanûna 2007'an de li ber xwe dide. PKK li dijî dewleta Tirk şer dike. Di vir de tiştekî nû nîne. Tişta nû ew e ku PDK ketiye nava liv û tevgerê. Berê hinekî li ber vî şerî radibûn, lê piştre dest pê kirin ku piştgiriya îstîxbaratê bidin wan. Herî dawî bi teşwîqa rêveberiya Trûmp li dijî PKK'ê ji bo rizgarkirina dewleta Tirk PDK xistin nava liv û tevgerê. Em plana dewleta Tirk têk dibin, em ê faşîzma AKP-MHP'ê hilweşînin, lê PDK hewl dide ji pişt ve li me bide. Gelo rizgarkirina faşîzma AKP-MHP'ê karê PDK'ê ye? Çi karê PDK'ê bi vê heye?"

'DIVIYABÛ PDK LI GEL PKK'Ê BÛYA'

Kalkan dubare kir ku di navbera PKK û PDK'ê de rewşeke 'birakujiyê' nîne; şer di navbera PKK û dewleta Tirk de diqewime û destnîşan kir ku di şerekî wiha de yê welatparêz, yê şoreşger, yê demokrat divê cihê xwe li gel PKK'ê bigire. Kalkan got, "Eger PDK wê tevlî şer bibe, diviyabû piştgirî bida PKK'ê û bi vî rengî tevlî bibûya. PDK dibêje ez alîgirê AKP-MHP'ê me. AKP-MHP hewl didin Başûrê Kurdistanê dagir bikin. PDK jî hincetan diafirîne û dibêje 'PKK heye, lewma dagir dike'. Gelo di Cotmeha 2017'an de rêveberiya Iraqê Kerkûk, Germiyan û ji sedî 40 ê Başûrê Kurdistanê jê nestand. Gelo ji ber hebûna PKK'ê ev standin? Trûmp û Erdogan rêveberiya Iraqê sewk kirin, kirin ku dagir bike û Barzanî ji rêveberiyê anîn xwarê. Yanî PKK'ê ew nexistin. PKK'ê pêşniyar li Mesûr Barzanî û PDK'ê kir ku bi hev re tevbigerin. PDK dest ji êrişkarên li dijî Kurdistanê berdide, êrişî PKK'ê dike. Divê mirov rast nêzîk bibe û rast binirxîne... Ev yek ne welatparêzî ye, ne jî demokratbûn e."

'PKK LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ MÊVAN NÎNE'

Kalkan destnîşan kir ku PKK li Başûrê Kurdistanê mêvan nîne, her wiha Başûrê Kurdistanê ne malê hin partiyan e û got, "Gelo nabe ku PKK li Başûrê Kurdistanê xwe bi rêxistin bike? Nabe ku li Rojava xwe bi rêxistin bike? Emerîka dibêje bila PKK ji Rojava derkeve. Emerîka gelekî ji hilbijartinê hez dike. Bila li Rojava referandûmê bike, em ê bibînin bê gel wê bersiveke çawa bide wan. Yê li ser vê yekê biryarê bide gelê Kurd e. Îadeya neteweyî, demokratîk û azad a gelê Kurd dikare biryarê bide. Ji ber vê yekê divê partiyên Kurd hemû di nava yekparebûna neteweyî de bi zîhniyeteke demokratîk nêzîk bibin. Pêwîste pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi diyalogê çareser bikin. Ji xwe dijmin parçe kiriye, em jî rabin parçe bikin wê li holê ne Kurdistan bimîne ne jî yekîtiya Kurdan... Divê gerîla neyê acizkirin ku li her qadê li dijî dewleta Tirk şerekî giran dike. Divê dor li qadên gerîla neyê girtin, divê gef li gerîla neyê xwarin. Eger bi vî rengî bibe wê demê gerîla wê xwe biparêze, divê her kes bi vê zanibe. Şer wê li cihekî jî nemîne. Bi vî rengî bibe wê li her derê belav bibe."