Kalkan: Kawayên nûjen, wê textê Dehaqan hilweşînin

Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Duran Kalkan, Newroza 2018’an li girtiyên azadiyê û hemû gelan pîroz kir û got, "Tayyip Erdoğan û Devlet Bahçeli Dehaq in, şervanên Serok Apo jî Kawayên Nûjen in. Wê Kawayên Nûjen textên Dehaqan hilweşînin."

Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê, tevlî Radyoya Dengê Welat bû û di Bernameya Dilistanê de bi Kurmancî bersiva pirsên Rojnameger Ciwan Tunç da. Kalkan, di destpêka axaftinên xwe de bi van gotinan peyamên pîrozbahiyê da; “Weke tevger û gel em gihiştin Newrozeke nû. Ez Newroza 2018’an di serî de li Rêber Apo, hemû gelê me, li hemû hevalan û li dostên me pîroz dikim. Bi taybetî berxwedêrên Efrînê, şervanên YPG-YPJ û QSD’ê, gelê Efrînê, jin û ciwanên Efrînê silav dikim û cejna wan pîroz dikim. Hemû girtiyên azadiyê silav dikim û Newroza wan pîroz dikim.”

Kalkan diyar kir ku Newroz weke cejneke dîrokî ya berxwedan, azadî û yekîtiyê ye û got “Îsal em weke gel û tevger, Newrozê bi berxwedaniya Efrînê pêşwazî dikin. Hûn jî dizanin ev du heyv in ku li Efrînê şer heye. Dijminê faşîst û kedxwar Komara Tirkiyeyê, îktîdara AKP û MHP’ê êrîşî Efrînê kir û dixwazin Efrînê dagir bikin. Di serî de gelê Efrînê, jin û ciwanên Efrînê li ber xwe didin. Tevahî gelê Rojava,  gelê Kurdistanê û hemû gel, şoreşger û demokrat piştgiriyê didin berxwedana Efrînê. Îsal Newroz, Newroza Efrînê ye, Newroza Berxwedana Serdemê ye.” Kalkan bal kişand ser taybetmendiya Newroza 2018’an û anî ziman ku ji ber vê, Newroza 2631’emîn Newrozeke dîrokî ye. 

Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Duran Kalkan, bi van gotinan bal kişand ser Dehaq û Kawayên Nûjen; “Wê demê Dehaqê Asûr hebû, îro jî Dehaqê Tirk heye. Dehaqê serdemê Tayyip Erdoğan û Devlet Bahçeli ne. Dehaqên berê mejî dixwarin, yên nû xwînê vedixwin. Kawayê Hesinkar yê nûjen jî Serok Apo ye, şervanên Serok Apo ne, yên ku li çar parçeyên Kurdistanê şer dikin. Kawayên Nûjen, wê textên Dehaqan hilweşînin.”

Kalkan diyar kir ku di sala Newrozê ya 2018’an de dixwazin têkoşîna azadî û demokrasiyê pir bilind bikin û bi vî awayî axaftina xwe domand; “Him têkoşîna siyasî û leşkerî, him jî têkoşîna bîrdozî em ê bilind bikin. Bi taybetî li Bakur, Başûr û Rojava em dixwazin îsal faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin. Li Rojava di asteke bilind de şoreş pêk hat, îsal em ê Şoreşa Bakur jî bilind bikin. Divê Şoreşa Demokratîk a Başûr jî bilind bibe.” Kalkan di axaftina xwe de da zanîn ku wan li dijî faşîzma AKP-MHP’ê weke gel û tevger bi hev re şer kirine û diyar kir ku wê îsal li çar parçeyên Kurdistanê, şoreşê bigihînin serfiraziyê.”

Kalkan bi van gotina dawî li axaftina xwe anî; “Ez Newrozê dubare li her kesî/ê pîroz dikim û dibêjim her der Efrîn e, her dem berxwedan e.”

Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Kalkan, di dawiya bernameyê de surprîzek kir û ji bo guhdarên Radyoya Dengê Welat helbesta Evdila Peşêw ya bi navê “Rabin” xwend. Helbesta ku xwendiye ev e;

“Rabin, qertelên çiyayan, rabin          
Di rabûnê de hûn yek in
Yek bîr, yek rê yek armanc in
Di rabûnê de hûn gelek in
Çil milyon çav
Çil milyon ling
Çil milyon zend û dest in 
Rabin, qertelên çiyayan, rabin”