Kalkan: Em gihîştine fînala pêvajoya 'Dem dema azadiyê' ye

Dûran Kalkan diyar kir ku ew ketine pêvajoya fînalê ya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û got, "Bi sala 25'an a komploya 15'ê Sibatê re divê ev pêvajo bigihêje lûtkeyê."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya taybet a Medya Haber TV bû û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, nêzîkatiya hêzên hegemon û şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê nirxand.

Kalkan di destpêkê de berxwedana Îmraliyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêzdarî silav kir û got, "Sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê dewam dike. Di vê mijarê de guhertinek nîne. Yên ku ev sîstem afirandine û dimeşînin ji aliyê mejî û polîtîkayê ve ti guhertin nekirine. Ew qirker in, faşîst in, mêtinger in, dijminê Kurdan e."

Dûran Kalkan destnîşan kir ku hêzên navborî ji bilî tunekirinê tiştekî din hêjayî Kurdan nabînin û wiha dewam kir, "Zext, tundî û zilma heyî bi vî rengî ye. Li Îmraliyê li ser Rêber Apo, li derve jî li ser tevgera me, rêveberiya me, gerîlayên me û gelê me îmhayê ferz dikin. Dibêjin 'Em ê we tune bikin'. Vê yekê bi rengekî eşkere dibêjin. Dibêjin, 'yên dibêjin em hene, em dixwazin weke Kurd bijîn, mafê xwe nîne ku bijî'. Yên qaşo herî baş jî teslîmiyetê ferz dikin, banga teslîmiyetê dikin. Yên ku qaşo ji xwe re dibêjin 'demokrat im' vê yekê dike. Dibêje, teslîm bibe, li hemberî min bibe kole. Yên din jî bi rengekî eşkere ji bo tunekirinê êrîş dike.

Li hemberî vê yekê berxwedaneke mezin tê meşandin. Rêber Apo ji bo vê berxwedanê got, 'Berxwedana israra ji bo mirovbûnê, ji bo hebûnê' ye. Bêguman ev yek ne tenê ji bo Rêber Apo û Kurdan e; li deverekê mirovahî bê qetilkirin, tê wê wateyê ku li her derê mirovahî tê qetilkirin. Li cihekî mirovahî bê qetilkirin, li cihekî din jiyaneke bi mirovane nabe."

'DI TÊKOŞÎNA DIJÎ TECRÎDÊ DE GAVÊN GIRÎNG HATIN AVÊTIN'

Kalkan diayr kir ku di têkoşînê de pêşketineke girîng heye û got, "Li dijî şerê li Kurdistanê rewşenbîrên Tirkiyeyî, 308 rewşenbîran daxuyanî dan. Ev yek girîng bû. Bang li muxalefetê kirin ku nebin şirîkê vî şerî. Şer teşhîr kirin. Nîşan dan ku ew li dijî şer in. Ev yek di heman demê de tê wateya dijberiya li sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê. Her wiha li çar aliyên cîhanê 70 rewşenbîr, siyasetmedar, demokratên naskirî li hev civiyan û daxuyanî dan, bang kirin. Xwestin ku her kes bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re bin, li dijî faşîzma Tayyîp Erdogan bin, li dijî qirkirina Kurdan bin. Ev gelekî bi wate û hêja bû. Ev hemû di heman demê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bangên bi wate bûn."

'DI MEHA ÎLONÊ DE WÊ ÇI BIBÊJIN?'

Kalkan işaret bi hewldanên parêzeran jî kir û got, "Têkoşîna hiqûqî jî dewam dike. Bêguman em li tiştên li pêşiya xwe dinihêrin. Beriya 7-8 mehan bû; ji bo hin tiştên beriya 8 salan hatibûn nixumandin bêne eşkerekirin, parêzeran hin hewldan kirin. Hate gotin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê biryara xwe ya li ser sîstema Îmraliyê û biryara DMME'yê ya ji bo jinûve nirxandina Rêber Apo qaşo meha Îlonê eşkere bike.

Parêzeran gotin wê meha Îlonê daxuyaniyê were dayin. Gelê Kurd, hêzên demokratîk hemû bi baldarî li bendê ne; wê çi bibêjin, wê çi eşkere bikin? Yanî 8 sal in çima xwe bêdeng kirin, ku wê niha çi bibêjin. Ev hêzên pêwendîdar wê mirovan çawa îqna bikin? Mirov meraq dike. her kes li bendê ye."

'EM GIHÎŞTIN FÎNALA PÊVAJOYA DEM DEMA AZADIYÊ YE'

Dûran Kalkan diyar kir ku sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê dikeve sala 25'an û wiha dewam kir, "Ev biryar jî wê bidestpêkirina sala 25'an bê eşkerekirin. Ev mijar hemû girîng in. Lîstik, dek û dolabên di nava sîstema tecrîdê û êşkenceyê ya Îmraliyê de hinekî hatin kifşkirin. Ji aliyê parêzeran û hin derdoran ve hişyarî ji saziyên Ewropayê re hate dayin, hin hewldan hatin kirin. Niha li benda encaman e. Yanî ji vî alî ve pêvajoyeke girîng e. Divê em baldar bin. Hem biryara meha Îlonê hem jî pêvajoya salvegera 15'ê Sibatê...

Dikare bi vî rengî bê gotin; heta niha têkoşîneke mezin hate meşandin, gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê meşandin. jin û ciwanan pêşengî jê re kirin. Gerîla ji xwe bi lehengî şer dike, ji heft heta heftê salî gel li ber xwe dide, dost li ber xwe didin. Ji bo serxistina pêngava me ya 'Dem dema azadiyê ye' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê meşandin, li Rojhilata Navîn û çar aliyên cîhanê mirovahî di nava berxwedaneke girîng de ye. Em dikarin bibêjin ku em niha gihîştine fînala vê pêvajoyê. Yanî divê em sala 25'an bi vî rengî fêhm bikin. Lewma divê pêngav ji niha ve hîn bêhtir bê mezinkirin. Li her qadê divê em têkoşînê mezintir bikin. hiqûqê, têkoşînê, berxwedanê, protestoyan jî bi her cûre hewldanan bilind bikin. Bi destpêkirina sala 25'an a komploya 15'ê Sibatê re divê em vê têkoşînê bigihînin asta herî bilind. Eger bi vî rengî bibe, em karibin têkoşîna xwe ya pêngavî bigihînin asta herî bilind, hingî di sala 25'an de rewş dikare hîn bi cidî bê nirxandin. Pêşketinên nû dikare bibe. Lewma girîng e."

'TÊKOŞÎNA SERKETINÊ LI SER XETA ŞEHÎDAN DEWAM DIKE'

Dûran Kalkan anî ziman ku ew têkoşîneke mezin dimeşînin û destnîşan kir ku têkoşîneke li ser xeta serketinê tê meşandin, li ser xeta şehadetê tê meşandin, têkoşîna serketinê ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di vê çarçoveyê de hêzên HPG û YJA Starê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê şer dikin bi rêzdarî silav kir, berxwedana wan pîroz kir û şehîd bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr anî.

Dûran Kalkan diyar kir ku şerê niha tê kirin ji aliyê cîhanê ve bi baldarî tê şopandin û wiha dewam kir: "Aliyên ku şer dikin rewşê bi rengekî zelal radixin pêş çavan. Got ku şerê dawî yê faşîzma AKP-MHP'ê ye. Ji bo xwe weke şerê man û nemanê dibîne. Eşkere ye ku ev yek ji bo AKp-MHP'ê bi vî rengî ye. Ji ber ku temenê xwe yê li ser desthilatdariyê temam dike, wê tune bibe. Pirsgirêk ne tenê bi AKP-MHP'ê re bi sînorkirî ye. Sîstema Komara Tirkiyeyê ya sed salî ku li ser mejiyê înkar û tunekirinê ava bûye, diderize, hildiweşe. Emrê xwe tijî dike. Dawî li siyaset û mejiyê ku ew temsîl dike, tê.

'ŞERÊ KU ÇARENÛSA KURDAN DIYAR DIKE'

Bi heman rengî, rêveberiya me jî gelek caran nirxand ku ji bo me jî di asta jiyanî de têkoşîneke girîng e. Şer di asta herî bilind de ye. Gelek caran di şer de qala fînalê hate kirin. Eger bi vî rengî bê pênasekirin, hingî bi rastî jî em di nava şerekî de ne ku her tim mezin dibe û encamên wê jî wê mezin be. Şerê Zap, Avaşîn û Metînayê di navenda vê yekê de ye, pêşengiyê dike. Ev rastiyeke li pêş çavan e. Mirov dikare bibêje ku ji bo Kurdan şerekî diyarkirina çarenûsê ye.

Çarenûs wê çawa be, dîrok wê çawa bê nivîsandin, encam wê çawa be; ev hemû wê di encama şerê li Zazp, Avaşîn û Metînayê de diyar bibe. Divê şer bi vî rengî bê fêhmkirin. Bîlançoay 4 mehan li holê ye. Ji xwe biryargeha me rojane bîlanço da. Bîlançoya heftane, ya mehane da. Her meh jî eşkere dike.

'JI BEJAHÎ VE PERÎŞAN BÛNE'

Dûran Kalkan bi bîr xist ku şer 4 meh li pey xwe hişt, kete meha 5'an û pirseke wiha kir; "Yên ku ev şerê dagirkeriyê û êrîş dane destpêkirin gelo plan kiribûn ku 4 mehan şer bikin? Hêviya wan çi bû, hesabê wan çi bû? Li çi rast hatin?"

Kalkan bi dewamî got, "Ya rast, bendewarî û hesabê wan ne 4 meh bû, 4 hefte jî nebû. Hesabê wê dikirin ku di nava çar rojan de biqedînin, zû biqedînin û serketinê bi dest bixin. Li gorî vê encamê bandora xwe ya siyasî çêbikin. Lê belê di nava çar mehan de nekarîn encamê bi dest bixin, xitimîn, di nava çiravê de çikiyan. Xitimî ne, welê lê hatine ku nikarin xwe bilivînin. Me timî got, şerekî sîng bi sîng diqewime. Çeper li hemberî çeperê ye. Gava ku xwe dilivînin, gerîla lê didin. Ji bejahî ve nikarin zêde tiştekî bikin. Bi hêza xwe ya hewayî hewl didin bandora gerîla, bandora şerê gerîla yê bi rêbaza tîm û tunelan bişikînin. Ya rast gerîla ji aliyê taktîkî ve pêngaveke gelekî girîng avêt; bi şerê tunel û tîm ên koordîneyî gelekî bi bandor bû. Encam jî wergirt, derbên giran jî lê da. Niha jî hewl didin bi çekên qedexekirî, bi êrîşên hewayî û hêza teknîkê vê bandorê bişikînin. Ji bejahî ve perîşan bûne. Her roj kamerayên gerîla dîmenan dikişînin, nîşan didin. Raya giştî hemû dibîne bê çawa perîşan bûne. Bîlanço jî vê yekê nîşan dide, bîlanço hatin diyarikrin. Biryargeha me li ser disekine. Di nava çar mehan de gerîla hezar û 454 caran çalakî lidar xistin.

Te gotin ku hezar û 871 dagirker hatine cezakirin. Cenazeyên gelekan ji wan li naverastê man. Ji xwe çavkaniyên gerîla eşkere kirin ku bi malbatên wan re têkilî danîne. Dibe ku ev hejmar tenê nîvê wan be. Yên nehatine eşkerekirin zêdetir e, gihîştiye 2 hezar dagirkerî. Bêguman payebilind, kontra, 6 helîkopter, 2 tank, 10 wesayitên zirxî, 32 drone hatin îmhakirin. Gelek malzemeyên teknîkî hem hatin îmhakirin hem jî beşek ji wan hatin desteserkirin. Ev hemû rastiyên li pêş çavan e.

Li hemberî vê yekê HPG û YJA Starê li qada şer 84 şehîd dan. Dema ku mirov li gorî demên din dinirxîne, ev asteke gelekî cuda ye. Eşkere ye bê performansa gerîla, hêza wê ya lêdanê çiqasî xurt e, bi şerê tunelan ên koordîneyî derbên çawa li faşîzma AKP-MHP'ê, artêşa Tirk û çeteyên wê dixe, di kîjan astê de encamgir e û hêza êrîşkar û dagirker ketiye kîjan rewşê."

'SÛCÊ ŞER DIKIN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku wan gelek caran bal kişandine ser sûcên şer ên dewleta Tirk û wiha dewam kir, "Sûcê şer dikin. Ji xwe hebûna wan bi xwe sûc e. Hebûna wan a li Kurdistanê sûc e. Dagirker e, qirker e. Xwînê dirijînin; ev sûc e. Lê belê ji wê jî bêhtir sûcê şer dikin. Çekên ku sûc in bi kar tînin, çekên kîmyewî bi kar tînin, bombeya fosforê bi kar tînin, bombeya taktîk nukleerê bi kar tînin. Di vê pêvajoyê de hezar û 532 caran bi kar anîn li hemberî tunelan. Hezar û 532 caran êrîş kirin. Bi çekên ku sûcên şer in, êrîş kirin. Ev çekên ku bi kar anîn jî hemû ji dewletên NATO'yê standin."

'DIVÊ MIROV BI SER VÎ SÛCÎ VE BIÇIN'

Dûran Kalkan diyar kir ku dewleta Tirk nikare van çekan çêbike û got, "Emerîka çêdike, Fransa çêdike, Îngilistan çêdike, Elmanya çêdike. Dewleta Tirk ji wan distîne. Rûsya çêdike, herha ji Rûsyayê distînin. Bêguman em nizanin bê ji kê çiqasî werdigire. Rewşeke welê ye ku divê bê eşkerekirin. Divê mirov hîn bêhtir bi ser vî sûcî ve biçin. Gelek siyasetmedar û rewşenbîrên hêja balê dikişînin ser vê rastiyê. Bang li saziyên navneteweyî kirin ku wezîfeya xwe pêk bînin. Ev helwest gelekî girîng e, divê hîn xurtir bibe."

'ÇI DIKIN BILA BIKIN, WÊ NIKARIBIN PÊŞÎ LI KURDAN BIGIRIN'

Dûran Kalkan diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide bi van hewldanan li ser piyan bimîne, lê bi kêr nayê û got, "Ev hewldan teqez wê bê encam bimîne. Gerîla xeta xwe diyar kir, xwe nû kir, hêza xwe ya berxwedanê nîşan da. Gelê Kurd, ciwanên Kurd dît ku li dijî faşîzmê, li dijî qirkeriya AKP-MHP'ê çawa divê berxwedan bê kirin, hîn bû. Dît ku şervanî çawa dikare bê kirin. Hate ispatkirin ku bi şervaniyê mirov dikare bijî û bi ser bikeve. Ya ji niha û pê ve wê pêşketina bi vî rengî be. Çi dikin bila bikin, wê nikaribin pêşî li jin, ciwan û gelê Kurd bigirin. Li dijî êrîşên qirkerî, dagirkerî û dagirkrean, serketin wê ya vî gelî be, ku li ser xeta serketinê heta dawiyê li ber xwe dide."

'ÊRÎŞÊN LI SER BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ LI SER BINGEHA FERMANA DERSIMÊ TÊNE KIRIN'

Dûran Kalkan bi dewamî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û destnîşan kir ku zarok an jî extiyar ne xema dewleta Tirk e, komkujiyan dike.

Dûran Kalkan got, "Li Dersimê çawa zarok qetil kirin? Zarokên biçûk, pitikên di zikê dayikan de çawa qetil kirin? Pîvana wan wiha bû; Her kesên ku îdeala Kurdîtiyê di dil û ruhê xwe de hebe, divê bêne qetilkirin. Rêveberiya li Enqereyê ji bo qirkirina li Dersimê fermaneke bi vî rengî da. Qirkirin bi vî rengî li Dersimê hate kirin. Esasê Qirkirina Kurdan bi vî rengî ye. Êrîşên niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî zarokên Kurdan, li hemberî zarokên ji gelên din têne kirin, li ser bingeha fermana Dersimê ne. Heman êrîş e. Û hemû jî şehîdên gelê Kurd, mirovahiyê, hêzên demokrasî û azadiyê ne. Van şehîdan bi rêz û minet bi bîr tînim.

'MAFÊ XWE HEYE KU HÎN ZÊDETIR JÎ BERSIVÊ BIDE'

Dûran Kalkan ragihand ku li hemberî vê yekê seknek, têkoşînek heye û got, "Vê têkoşîna bi wate silav dikim. Bi taybetî çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) gelekî girîng in. Dema dawî zêde bûn. Serketina wan hemûyan pîroz dikim, şervanên HRE'yê silav dikim. QSD jî heman helwestê nîşan dide, mîna berê nîne. Niha mafê xwe yê bersivdanê bi kar tîne. Mafê xwe ye. Eger heta niha nehatibe bikaranîn, divê bê bikaranîn. Kes nikare bibêje çima bi kar tîne. Mafê xwe yê bersivdanê bi kar tîne. Bi zêdehî xwedî vî mafî ye. Dikare hîn bi bandor bi kar bîne û encamên girîng bi dest bixe."

Dûran Kalkan ragihand ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê Rojava rastî hinekî dît û got, "Li dijî her cûre êrîşan, li hemberî êrîşa dagirkeriyê li ser bingeha xweparsatinê amadekariyên xwe yên rêxistinî dikin. Ev girîng e. Gel hemû bi taybetî jî Kurdên li Rojava divê baş zanibin ku heta ku xwe bi rêxistin kirin, heta ku xwe perwerde kirin, heta ku têkoşîn dan ber xwe, dikarin li cîhanê hebin û azad bibin. Rêyeke cuda ya vê nîne. Kes tiştekî nade wan. Li ser vê bingehê rêveberiya me jî bang kir."

HEVDÎTINÊN NAVBERA DEWLETA TIRK Û ŞAMÊ TÊNE ÇI WATEYÊ?

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser hewldanên faşîzma AKP-MHP'ê ya hevdîtinên bi Rûsya, Îran û Sûrieyyê re û got, "Hîn zû ye ku mirov qala wateya van hewldanan bikin. Zehmet e ku ji niha ve tiştek bê gotin. Di asta wezîrên karên derve de hevdîtina dewleta Tirk û rêveberiya Şamê, muhîm e. Vê rewşê çete bi xwe aciz kir. Meşiyan, protesto kirin, ala Tirk şewitandin, tevlîhevî çêbû. Diyar e wê bêhtir tevlîhev bibe."

Dûran Kalkan anî ziman ku hevdîtinên navbera dewleta Tirk û Şamê beriya her tiştî li ser bingeha dijberiya li PKK'ê, dijberiya li Kurdan, dijberiya li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Dûran Kalkan got, "Ji ber ku pirsgirêkeke din a dewleta Tirk nîne. Pirsgirêkek cuda ya AKP-MHP'ê nîne. Yekane pirsgirêka xwe ev e. Li ser vê bingehê ji hikumeta Şamê, ji rêveberiya Esad piştgiriyê dixwaze. Wê di kîjan astê de karibe werbigire? Têkilî, tifaq wê di kîjan astê de pêk were? Piştî ewqasî dijminatiyê wê li dijî Kurdan karibin tifaqê bikin. Berê kirin, lê belê wê niha ewqas pirsgirêkên navbera xwe çawa çareser bikin? Ev ne diyar e. Diyar e ku wê ne hêsan be."

'DIVÊ SÛRIYE NEBE AMÛREK JI DIJMINATIYA DEWLETA TIRK A LI KURDAN'

Dûran Kalkan got, "Em dikarin vê bibêjin; Em her tim bûn alîgirê wê yekê ku rêveberiya Şamê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi çareseriyeke siyasî di nava Yekîtiya Demokratîk a Sûriyeyê de pirsgirêkan çareser bikin. Ya rast jî ev bû. Em dikarin vê jî bibêjin; ne tenê ji bo rêveberiya Sûriyeyê, ji bo dewleta Tirk jî em bêjin; lê belê ji bo rêveberiya Sûriyeyê em bibêjin; bila li rabirdûyê binihêrin. Dewleta Sûriyeyê ya heyî dema ku bi Kurdan re têkiliyeke baş danî, şûna lingê xwe xurt kir. Dema ku dostanî bi PKK'ê re kir, hîn bi xurtî gav avêt. Divê vê yekê ti carî ji bîr nekin. Divê nebûn amûrek ji dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan re. Yanî ji wê derê tiştekî nikarin bi dest bixin. Heman rewş ji bo Rûsya û Îranê jî derbas dibe. Ji hin aliyan ve ji bo sûdê ji Tirkiyeyê werbigirin, ji bo nakokiyên xwe yên bi NATO'yê re li ser Tirkiyeyê bimeşînin, eger bazariyê li ser Kurdan dike, hingî nikarin encamê bi dest bixin. Nikarin Tirkiyeyê ji NATO'yê qut bikin. Yên ku îro li nava NATO'yê dikevin nava têkiliyên bi vî rengî, sibe li dijî wan jî wê karibe her bi awayî têkiliyan çêbikin. Divê baş bi vê zanibin. Ev hêz divê hîn baldar bin, hişyar bin. Em bi baldarî dişopînin. Em hêvîdar in ku wê tiştên neyînî, tiştên şaş nekin."

'BILA RÊVEBERÊN DEWLETA TIRK ZANIBIN KU WÊ NIKARIBIN LI VÊ DINYAYÊ KURDAN TÊK BIBIN'

Dûran Kalkan herî dawî bi bîr xist ku faşîzma AKP-MHP'ê, dewleta Tirk ti hêz nehişt ku têkilî pê re dananî, neçû ber deriyê wan, piştgirî ji wan nexwest û got, "Li dijî kê? Li dijî Kurdan. Çima? Ji bo komkujiyê li Kurdan bikin. Tu yê rabe ewqasî dijminatiyê li Kurdan bike, li dijî Kurdan bi her kesî re têkiliyê dayne, tifaqê çêbike, pitre jî şensê jiyanê li vê cîhanê ji Kurdan re nehêle."

Dûran Kalkan got, "Bila rêveberên dewleta Komara Tirkiyeyê ji bîr nekin, li vê cîhanê wê nikaribin Kurdan têk bibin. Tişta ku anîn serê Ermenan, anî serê Suryanan wê nikaribin bînin serê Kurdan. Ne cîhan ew cîhan e, ne jî Kurd ewqasî lawaz in. Wê demê wê hesabe hemûyan bidin. Roja hesabdayinê jî nêzîk dibe. Em dikarin vê yekê bibêjin."