Kalkan: Derfetên faşîzmê qediyane

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, eger HBDH û pêkhateyên wê seferber bibin, wê faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin ku li hundir û derve derfetên xwe kêm mane.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê, salvegera 3'an a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH), sala 4'an a têkoşînê û pêngava 'Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê têk bibin' nirxand.

PÎVANÊN DAMEZRANDINÊ YÊN HBDH'Ê SERKETINÊ FERZ DIKE

Kalkan bi bîr xist, Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) 12'ê Adara 2016'an hate ragihandin û got, "Daxuyanî ji aliyê hevalên Ûlaş û Delal ve hatibû dayin. Her du jî şehîd bûn. Bi wesîleya salvegera damezrandinê, hevrê Ûlaş û Delal bi rêzdarî bi bîr tînim. Tevger di demeke kin de bû tevgera şehîdan. Lewma pîvanên damezrandinê yên HDBH'ê serketinê ferz dike. Ew pîvan bûn fermana şehîdan. Di nava 3 salên bihurî de, li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ku bûye rastiya berbiçav a rejîma leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê, HDBH'ê têkoşîneke hevgirtî, dînamîk û radîkal meşand. Tevî kêmasiyên xwe jî bi bandor bû. Di serî de damezrînerên wê di nava 3 salan de bi sedan şehîdên xwe çêbûn. Li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî faşîzmê li ber xwe da, şer kir û faşîzma AKP-MHP'ê gihand ber têkçûnê. Bi vê re jî nema, li asta herêmî bi risteke girîng rabû. Bi taybetî li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di têkoşîna dijî faşîzma DAÎŞ'ê de roleke girîng lîst. Li qada şer desteka herî xurt da hêzên QSD'ê. Di nava şer de, li sîperan hevrêtî kir. Jin û mêr zêdeyî 40 şehîdên xwe di vî şerî de çêbû."

Kalkan anî ziman, HBDH ji Stenbolê heta Derya Reş, ji Pirsûsê heta Reqayê, ji Serhedê heta Çûkûrovayê li cografyayeke berfireh bi rengekî siyasî û çekdarî li ber xwe da û bû tevgereke şoreşger ku li dijî faşîzmê nirxên azadî û demokrasiyê bi xurtî parast.

HBDH WÊ FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê TÊK BIBE

Kalkan anî ziman, bi vê têkoşînê re derb li faşîzmê hate xistin û got, "Dîktatoriya Erdogan-Bahçelî li ber têkçûnê ye. Ew bi xwe jî vê tînin ziman. Têkoşîna HBDH'ê roleke girîng lîst ku ew xistin vê rewşê."

Kalkan diyar kir, di sala 4'an de wê pratîk hîn bi wêrekî, zîrekî û afirînerî bê kirin û wiha dewam kir: "Di nava pratîka sê salan de me dît ku bêyî mezinbûn, pêşketin û zêdekirina tiştên nû re parastina ya heyî nepêkan e. Parastina destketiyên heyî bi afirandina destketiyên nû dibe. Bi berfirehkirina dorhêla xwe, bi afirandina şêweyên nû yên rêxistin û têkoşînê, bi avêtina gavên nû, bi mezinbûn, girseyîbûn û têkoşîneke mezin a şoreşgerî ya bi wêrekî ev yek dikare pêk were. Em van dersan jê derdixînin. Em pê bawer in ku di sala çaran a têkoşînê de HBDH wê dorhêla xwe bi vî rengî fireh bike û faşîzma AKP-MHP'ê têk bibe."

YÊN KU DIGOTIN 'KÊR GIHÎŞTIYE HESTÎ' EV PÊNGAV DAN DESTPÊKIRIN

Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de pêngava 'Em tecrîdê ji holê rakin, faşîzmê hilweşînin' nirxand û beriya her tiştî berxwedêrên vê pêngavê; Leyla Guven, Nasir Yagiz, bi sedan şoreşgerên li zindanan û bi dehan welatparêzên li welat û derveyî welat ên vê pêngavê bi rê ve dibin bi taybetî silav kir.

Kalkan silavên xwe ji wan mirovan re şand ku li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiyeyê û çar aliyên dinyayê li dora vê pêngavê rojane çalakiyan dike û got, "Careke din dixwazim bêjim ku wê bi ser bikevin. Dema dawî li Elmanyayê welatparêzekî bi navê Ûgûr Şakar bedena xwe da ber agir. Şîfa xêrê jê re dixwazim. Tevî ku em vê şêweyê çalakiyê qebûl nakin jî, çalakiya wî nîşan da ku zexta faşîst û teror, tundiya êrîşên qirker di kîjan astê de ye, çiqasî bandorê li civakê dike. Gihaştiye wê astê ku êdî mirov bedena xwe dişewitînin. Li dijî vê yekê mirov xweşewitandinê jî didin pêş çavên xwe. Didin pêş çavên xwe ku bi sedan rojî xwe birçî bihêlin, hucre bi hucre bedena xwe dihelînin. Asta teror û zexta faşîst mirov derbasî vê astê kiriye. Ev rewşeke gelekî girîng e."

PÊNGAV WÊ DU ENCAMÊN BINGEHÎN BI XWE RE BÎNE: KURDISTANA AZAD, TIRKIYEYA DEMOKRATÎK

Kalkan diyar kir, pêngava 'Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin' wê du encamên bingehîn bi xwe re bîne û got, "Ya yekemîn wê Kurdistanê azad bike, ya duyemîn jî wê Tirkiyeyê demokratîk bike. Li ser vê bingehê wê pêşî li demokratîkbûna Rojhilata Navîn veke. Em baş bi vê zanin. Faşîzma li Tirkiyeyê xwe ji siyaset û mejiyê qirker ê li Kurdistanê xwedî dike. Faşîzm encama xwezayî ya qirkeriyê ye, ev yek jî rejîma tecrîdê ye. Ev hemû jî xwe bi sîstema zext û êşkenceyê ya li Îmraliyê nîşan dide. Ev yek tecrîd an jî êşkenceya li kesekî ya jî li cihekî nîne. Ev yek zîhniyetek e, siyasetek e. Rêbazeke rêveberiyê ye. Lewma tecrîd bûye rêbaza rêveberiyê, sîstema rêveberiyê ya AKP-MHP'ê. Ev yek jî qedexe ye, zext e, komkujî ye. Teror û zexta faşîst.  Tê wateya komkujî û qirkirina Kurdan. Rewş gihîştiye vê nuqteyê. Kurd di serî de gelan hemûyan bi xurtî li dijî vê li ber xwe dan. Ev bexwedan di pêvajoya heyî de hîn rêxistinî û zanetî tê kirin. Veguherî pêngaveke plankirî. Armanc ne tenê şikandina zext û terorê ye, bi vê berxwedanê re êdî armanc têkbirina faşîzmê û afirandina demokrasiyê ye. Bûye pêngaveke berxwedanê ku armanca xwe serketin e. Pêngava 'Em tecrîdê ji holê rakin, faşîzmê hilweşînin' pêngaveke welê rêxistinbûyî ye. Pêngaveke ku armanca xwe azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye."

PÊNGAV DI HEMAN DEMÊ DE FELSEFEYA HBDH'Ê NÎŞAN DIDE

Kalkan da xuyakirin ku bi navê HBDH'ê ew pêngavê bi vî rengî dibînin, xwedî lê derdikevin û got, "HBDH jî li ser bingeha zîhniyeteke wiha derkete holê. Dirûşma xwe ya bingehîn wiha bû; em ê faşîzmê hilweşînin, gelên xwe rizgar bikin. Felsefeya xwe ya bingehîn a têkoşînê bi vî rengî derket holê. Li dora vê dirûşmê ava bû û têkoşîna wê ya 3 salan jî li ser vê bingehê ye. Armanca bingehîn; hilweşandina faşîzma ku li Kurdistanê qirkirinê ferz dike."

Kalkan diyar kir, pêngava bi pêşengiya Leyla Guven tê meşandin, bicihanîna vê armancê ye û got, "Têkoşîneke bi vî rengî bi rastî jî bi pêş ve çû. Bû sedem ku hîn plankirî û rêxistinbûyî be."

TÊKOŞÎNA HEVPAR Û HEVGIRTÎ

Kalkan ragihand, tevgerên li nava HBDH'ê hemû ji bo serketina pêngavê hêza xwe sefeber kirine û got, "Roj roja têkoşînê ye. Roja hilweşandina faşîzmê û afirandina azadî û demokrasiyê ye. Wê demê divê em wezîfe û berpirsyariyên demê hemûyan bi cih bînin. Ji bilî vê rêyeke din nîne. Di vir de ya girîng ne ew e ku tenê tevgeran biryar li ser tiştekî wiha dane. Em bala xwe bidin ser; ev pêngav ji aliyê tevgerekê ve nehat destpêkirin. Mirovên ku di bin zext û zordariyê de bûn ev pêngav dan destpêkirin. Di bin zexta faşîst, mêtingerî û komkujiyê de, mirovên wêrek û zana yên ku digotin 'kêr gihîştiye hestî' ji bo pêşî li vê rewşê bigirin berê xwe dan azadî û rizgariyê. Dest bi têkoşîneke bi vî rengî ya dîrokî kirin. Ya ku dikeve ser milê me HBDH'ê jî ku tifaqa herî berfireh a hêzên demokratîk şoreşger e, bihîstina vî dengî ye, xwedîderketina li vê berxwedanê ye û zanekirin û xurtkirina wê ye. Divê em hîn bêhtir li nava jinan, ciwanan, karker û kedkaran belav bikin. Civakê ji bo vê berxwedanê hîn bêhtir seferber bikin. Em vê dikin, hewl didin bikin. Em ê hêzên xwe hemûyan seferber bikin û vê yekê pêk bînin. Ji ber ku ev yek têkoşîneke hevpar e, têkoşîneke hevgirtî ye."

Kalkan destnîşan kir, bi bidawîkirina tecrîdê û têkbirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê re wê bêhn bê ber Kurdan, rê li azadiya Kurdan vebe û pêşî li hilweşîna faşîzma li Tirkiyeyê vebe. Kalkan got, "Ji ber ku her tişt li sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê asê maye. Mifte li wir e. Lewma yekane pîvana azadîparêzî, demokratîkbûn û antî-faşîstiyê rabûna li ber sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê ye."

SALA 4'AN A TÊKOŞÎNÊ YA HBDH'Ê

Kalkan anî ziman, têkoşîna HBDH'ê ya 3 salên bihurî tecrûbe û danheviyên girîng derxistiye holê û HBDH gihîştiye asta tevgereke welê ku hilweşandina faşîzmê û pêkanîna serketinê daniye ber xwe.

Kalkan diyar kir, pêvajoya heyî ji bo serketineke bi vî rengî gelek derfet û firsendan dide û got, "Çi dibêjin bila bêjin, dîktator Erdogan û Bahçelî 24 saetan demagojiyê dikin bila bikin, çiqasî dikin qareqar bila bikin, faşîzm hildiweşe. Krîza aborî-siyasî giran dibe. Eşkere ye ku sedema vê jî faşîzm, mêtingerî, qirkerî û şer e. Mirov êdî vê rastiyê dibînin. Li dijî polîtîkayên şerê qirker ên faşîst radibin. Derfetên rêveberiya AKP-MHP'ê yên ji bo xapandina civakê û nirxumandina rastiyan ji holê radibin. Li aliyê din polîtîkayên xwe yên herêmî, polîtîkayên derve bi temamî têk çûne. Faşîzma AKP-MHP'ê tevî ku xwe bi hemû hêza xwe pêşkêşî bazarê kiriye, derfetê serketina polîtîkayên wan nemaye. Hewl dide Rûsya û Emerîkayê li ber hev rake û hin tiştan bi dest bixe, lê li her du aliyan jî winda dike. Li Soçiyê têk çû, têkiliyên bi DYE'ê re têk çû, polîtîkaya xwe ya li ser Îdlibê bi ser neket, gefên xwe yên li Minbic û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê encam negirt. Êrîşên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê bi serhildana gel a li Dêralok û Şêladizê têk çû. Gelê li Bakurê Kurdistanê li gel êrîş û qirkirinê jî di xeta azadî û demokrasiyê de biryar daye. Her roj vê yekê bi çalakiyên xwe nîşan dide. Gel di hilbijartinên 31'ê Adarê de ji bo li Kurdistanê bi ser bikeve, li Tirkiyeyê jî faşîzmê têk bibe, bûye yek û bi rengê seferberiyê têdikoşe."

PÊVAJOYA HEYÎ PÊVAJOYA BIDAWÎBÛNA FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê YE

Kalkan da xuyakirin, pêvajoya heyî pêvajoya bidawîbûna faşîzma AKP-MHP'ê ye û got, "Divê her kes vê bibîne. Lê divê ev yek jî bê dîtin; ti tişt ji ber xwe ve hilnaweşe. Pêwîstî bi têkoşînê ye. Bi berxwedana antî-faşîst re faşîzma AKP'ê wê têk biçe, ji holê bê rakirin. Ev yek rastiyek e. Ne zexta faşîst û teror, ne jî piştgiriya emperyalîst wê nikaribe vê faşîzmê li ser piyan bigire, wê nikaribe emrê wê dirêj bike. Ji ber vê yekê dem dema hilweşandina faşîzmê, dema serketina xeta azadî û demokrasiyê ye. Sala 4'an a HBDH'ê işaretê bi rastiyeke wiha dike."

Di dewama axaftina xwe de Kalkan diyar kir, ku di sala 4'an de tê dîtin ku bi pêşengiya HBDH'ê wê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîneke çawa ya antî-faşîst û demokrasiyê bimeşînin û got, "Sala 4'an wê bibe saleke têkoşînê ya bi rêbazên hîn dewlemend û piralî. Li metropolên Tirkiyeyê, li Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn wê bibe têkoşîneke giştî. Ji têkoşîna çekdarî heta têkoşîna îdeolojîk wê têkoşîna girseyî bi her şêweyî bê kirin. Sala 4'an bi têkoşîneke wihare wê eniya azadî û demokrasiyê bi ser bikeve."

Kalkan di dawiya axaftina xwe de got, "Dirûşma destpêkê ya HBDH'ê wê pêk were. Felsefeya destpêkê wê bi cih were anîn. Faşîzm wê hilweşe, şoreşa yekbûyî wê bi ser bikeve. Faşîzm wê hilweşe, demokrasiya gel wê bi ser bikeve, jin û ciwan wê bi ser bikevin."