Kalkan: Biden hişyarî daye Erdogan

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser sedemên çûyîna Erdogan a li Amedê û got, "Diyar e ku Biden hinekî zor daye wî. Bi rengekî cidî hişyar kiriye. Ev ne çûyîna Erdogan bi xwe ye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan tevlî 'Bernameya Taybet' a Medya Haber TV bû û bi wesîleya salvegera 39'an a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê nirxandinên girîng kir.

Di destpêka axaftina xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana Îmraliyê silav kir û got, "Berxwedana li zindanan silav dikim ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî 225 roj in dewam dike. bi rastî jî li zindanan ruhê 14'ê Tîrmehê heye û xwedî li vî ruhî derdikevin. Em vê dibînin. Tecrîd pêkanîneke erişkar a mêtingeriya faşîst e. Tecrîda li Îmraliyê vê rastiyê radixe pêş çavan."

Dûran Kalkan destnîşan kir ku li Îmraliyê têkoşîneke mezin heye û wiha dewam kir, "Yanî êriş çiqasî mezin be, êşkence çiqasî giran be, berxwedana li dijî wê jî ewqasî kûr e, mezin e, bi wate ye, girîng e. Lewma divê berxwedana li Îmraliyê rast bê fêhmkirin. Em hewl didin wê fêhm bikin. Li ser vê bingehê dewama têkoşîna li wê derê, li derve jî heye. Ev têkoşîn li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiyeyê, derveyî welat û çar aliyên cîhanê belav bû."

Dûran Kalkan ragihand ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna ji bo azadiya her kesî û cîhaneke ji jiyana demokratîk û mirovane ye.

'BIRYAR Û SEKNA LI 40 SALÎ BELAV BÛYE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser salvegera 39'an a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û got, "Em di salvegera 39'an a biryar û berxwedana mezin de ne. Ev gelekî girîng e. Weke gelê Kurd, tevger û hêzên demokratîk şoreşger em dikevin sala 40'î. Biryar û sekna li 40 salan belav bûye. Em qala çalakiyeke welê dikin ku bandora xwe qet kêm nebûye, heta niha dewam dike, rê nîşan dide. Pêwîste ev yek were dîtin û fêhmkirin. Divê ev mijar bê destnîşankirin: 14'ê Tîrmehê biryareke mezin bû. Ya rast di Newroza 1982'an de ev biryar ji aliyê Mazlûm Dogan ve hate dayin, di nava meha Gulanê de Ferhat Kûrtay û Çaran bi xurtî veguherandin çalakiyekê û mîna ku mohr bi xwînê hate lêdan, veguherî Biryara Serketinê, biryara afirandina serdema dîrokî."

'ŞERÊ HÎN XURTIR, SERKETINA HÎN MEZINTIR'

Kalkan bi bîr xist ku ji bo 14'ê Tîrmehê tê gotin, 'Roja Rûmeta Neteweyî ya Kurdan' û wiha dewam kir, "Vê çalakiyê, vê biryarê kir ku Kurd tevlî malbata mirovahiya azad bibe û rûmeta neteweyî bê parastin. Li ser vê bingehê Roja Rûmeta Neteweyî li Rêber Apo, li hevrêyan hemûyan û gelê me pîroz dikim. Em di salvegera 39'an a Roja Rûmeta Neteweyî de ne. Afirînerên vê rojê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û di şexsê van hevrêyan de şehîdên me yên têkoşîna azadiyê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînim."

'VÊ XETÊ, TEVGEREKE MEZIN AFIRAND'

Kalkan destnîşan kir ku Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê fînala berxwedana zindanan a sala 1982'an bû û got, "Li dijî rejîma leşkerî faşîst a 12'ê Îlonê serketineke mezin a îdeolojîk hate bidestxistin. Veguherî xetekê, xeta dilxwaziya jiyana azad, dilsoziya bi gel, welat, veguherî hişmendî, îrade û baweriyê, rêbaz û feraseta şoreşa azadiyê ya Kurdistanê afirand."

Dûran Kalkan destnîşan kir ku 14'ê Tîrmehê yek ji çalakiyên herî mezin ê azadiyê bû û got, "Xetek, tevgereke mezin afirand. Civakeke demokratîk, neteweya demokratîk afirand. Ji aliyê endamên xwe ve rê li ber pêşketineke wiha vekir, ji aliyê dijberên xwe ve jî bû cihê hurmetê. Lewma ev gelekî girîng e. Bandoreke welê kir ku qet naqede."

'EM Ê DÎKTATORIYA AKP-MHP'Ê JÎ HILWEŞÎNIN'

Dûran Kalkan diyar kir ku bi wesîleya salvegera çalakiya rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê divê ew vê xetê baş fêhm bikin û wiha dewam kir:

"Di sala 40'î ya vê berxwedana mezin de divê em jî li ser xeta 14'ê Tîrmehê têkoşîneke mezin bimeşînin. Nêzîkatiya me bi vî rengî ye. Em ê bi berxwedana 14'ê Tîrmehê û ruhê serketinê yê 14'ê Tîrmehê têkoşin û serketinên mezintir bi dest bixin.

Çawa ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê rejîma leşkerî faşîst a 12'ê Îlonê ji aliyê îdeolojîk ve têk bir, di sala 40'î de em ê jî bi têkoşîna xwe ya li ser xeta 14'ê Tîrmehê, dîktaotriya faşîst a AKP-MHP'ê hilweşînin ku faşîzma vê demê ya 12'ê Îlonê ye. Biryardarî û nêzîkatiya me bi vî rengî ye. Eşkere ye ku dema li ser xeta 14'ê Tîrmehê têkoşîn bê meşandin, serketin wê bi dest bikeve. Divê mirov heta dawiyê bi vê yekê piştrast be."

'DIYAR E BIDEN HINEKÎ ZOR DAYE ERDOGAN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser çûyîna Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li Amedê û di vê der barê de wiha axivî:

"Kenan Evren jî car carna diçû Amedê û diaxivî. Mirov li Deriyê Çiyê dicivand. Bi gotina 'welatiyên min ên dilovan' carna helbest jî dixwend. Carna gef dixwar, carna jî li sûcên xwe mikur dihat. Mînak, piştî ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê bi ser ket, piştî bi çend mehan çû Amedê. Li Deriyê Çiyê axivî. Bi destê xwe girtîgeha ku berxwedan lê bû nîşan da û got, 'Li vir mirovên welê hene ku tu serê wan jî jê bike dest ji baweriya xwe bernadin'. Bi vî rengî li têkçûna xwe mikur hat. Carna li sûcên xwe mikur dihat. Yekî bêperwerde bû, bêyî hay ji xwe diaxivî. Mîna belayekî 9 salan li ser Tirkiyeyê ma. Mîna yê niha ku 20 sal in rûniştî ye. Yanî Tayyîp Erdogan jî bi vî rengî diçe. Berê jî çû bû, lê diyar e çûyîna vê carê hinekî cuda ye.

Diyar e Biden hinekî zor daye Tayyîp Erdogan. Belê, DYE piştgiriyê dide. Piştgiriyê dide şerê li dijî PKK'ê, şerê qirkirina Kurdan. Lê belê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê vî şerî ewqasî bêpîvan û bi zalimane dimeşîne ku hevalbendên wê, piştevanên wê jî êdî nikarin xwe lê rabigirin. NATO jî, DYE jî nikare rake. Di asteke welê hovane de dimeşîne. Lewma diyar e ku hişyar kiriye. Yanî bi rengekî cidî hişyar kiriye. Gotiye, 'bi vî rengî nabe. Bi vî rengî em nikarin we li ser pişta xwe hilgirin'. Ev ne çûyîna Tayyîp Erdogan bi xwe ye. Wan merasîmên vekirinê li ser teknîkê jî dikin. Naçe ti cihî. Çûyîna Amedê pêwendiya xwe bi vê yekê heye.

JI BO BIKEVE ÇAVÊ DYE Û HEVALBENDÊN XWE

Hişyarî lê hatiye kirin, ya jî ji bo bikeve çavê DYE û hevalbendê wê çûye. Dibêjin, 'Binerin vaye çû. Yanî we got, vaye çû Amedê. Yanî têkiliya min bi welatiyê min ê Kurd re baş e. Bi wan re hevdîtinê dikim, pirsgirêka min bi wan re nîne. Pirsgirêk çi ye? Pirsgirêk PKK ye. Em li dijî terorê ne. Yanî çawa ku li Başûr li ser PKK'ê siyasetê dikin, dibêjin bi Kurdan re pirsgirêka me nîne, pirsgirê PKK'ê ye'. Serokwezîrê PDK'ê yê Başûrê Kurdistanê jî dibêje. Heman gotinê dixwaze di ser wê derê re jî bêje. Yanî bêje, 'Binerin pirsgirêka min bi Kurdên li Bakur re nîne. Pirsgirêk PKK ye. Em li dijî wê şer dikin. naxwe pirsgirêka me bi Kurdan re nîne, rewşeke neyînî nîne'. Ji bo wê çû."

Dûran Kalkan destnîşan kir ku rejîma AKP-MHP'ê çawa ku li Başûrê Kurdistanê xwe spartiye PDK'ê û li ser vê bingehê li dijî PKK'ê, ji bo tunekirina PKK'ê şer dike, dixwaze heman tiştî li Bakurê Kurdistanê jî bike û wiha dewam kir, "Em dibînin ku di vê mijarê de ev demeke di nava hewldanan de ye. Rêxistinên cuda ava dike. Bi rengekî veşartî ajanan çêdike. Dixwaze Kurdîtiyeke sîxur, noker û xayin li Bakur ava bike û ji NATO'yê û DYE'yê re bêje 'ez wan muxatab dibînim'. Dixwaze xwe bispêre wan û şerê li dijî PKK'ê, êrişên li dijî gelê Kurd hîn bi xurtî bimeşîne. Tayyîp Erdogan xeteke bi vî rengî dimeşîne. Divê her kes, bi taybetî her kesên li Bakur bi vê zanibe. Ji siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, jin, ciwan, karker, karsaz, xizan, dewlemend kî bikeve nava vê yekê ew xayin e, noker e. Ji ajanan jî wêdetir e. Heta niha tiştekî bi vî rengî bi dest nexistiye."

'BERXWEDANA GERÎLA LI HER CIHÎ YE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de berxwedan û têkoşîna gerîla ya li dijî dagirkeriyê nirxand û got, "Berxwedana li dijî êrişkariya dagirker, qirker û faşîst a AKP-MHP'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi giranî li ser sînor hate meşandin. Xwe gihand heta herêma Serhedê, herî dawî li Amedê belav bû. Li Amed, Xerzanê çalakiyên mezin hatin lidarxistin. Li dijî dagirkeriya qirker, faşîst a AKP-MHP'ê ne tenê li Heftanîn, Metîna, Zap, Avaşîn, Xakurkê berxwedana gerîla heye. Ev berxwedan gihîşt herêmên Serhed û Mêrdînê, li Xerzan, Dersim û Amedê belav bû."

'FAŞÎZM DI PÊVAJOYA HILWEŞÎNÊ DE YE'

Dûran Kalkan berxwedana heyî weke berxwedana bi pêşengiya gerîla ya li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşgerî pênase kir û got, "Ev berxwedan faşîzma AKP-MHP'ê hildiweşîne. Ne tenê em vê dibêjin. Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî li vê yekê mikur tên. Devlet Bahçelî her gava diaxive qala man û nemanê dike. Dibêje 'em hildiweşin, bila kes neaxive'. Baş e çi hildiweşe, kî hildiweşîne? Ev têkoşîn hildiweşîne. Faşîzm bi rastî jî di pêvajoya hilweşînê de ye. Tayyîp Erdogan hîn doh Emerîka sûcdar dikir, filan cih sûcdar dikir. Gilî û gazin dikir ku çima hîn bêhtir piştgiriyê nadin. Faşîzm bi rastî jî hildiweşe. Kî hildiweşîne? Ev berxwedan faşîzmê hildiweşîne. Yanî divê kesek berxwedana parastinê ya gerîla biçûk û sivik nebîne."

'PDK HEWL DIDE JI HILWEŞÎNÊ RIZGAR BIKE'

Dûran Kalkan anî ziman ku yek ji navendên girîng ên vê têkoşînê Herêmên Parastinê yên Medyayê ye û wiha dewam kir, "Li vê derê rewş cidî ye. Yanî rewşeke sivik û ji rêzê nîne. Rewşeke girîng e. Li vê qadê her roj bîlanço tê eşkere kirin, berxwedanek heye. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê raya giştî agahdar dike. Li dijî hêzên qirker faşîst her roj çalakî tên lidarxistin, derb li wan tê xistin. Dagirker li cihên dagir kirine nikarin bi hêsanî bimînin. Welê li wan hatiye ku nikare bêhtir dagir bike. Piştgirî ji PDK'ê xwestin. Hewl didin wê bixe nava tevgerê. Li dijî vê yekê jî zexteke girîng heye. Piştgiriyê dide jî lê hînê nekariye PDK'ê yekser tevlî nava şer bike. Bi rastî jî careke din eşkere bû ku ev nêzîkatiya PDK'ê ji bo parastina AKP-MHP'ê ye. Yanî hewldanek ji bo rizgarkirina ji hilweşînê ye. Raya giştî ya Kurd li ber vê yekê rabû. Nerazîbûneke girîng çêbû. Bi taybetî ev nerazîbûn li Başûr mezin dibe. Lewma her kesî dît ku faşîzma AKP'ê ku dijminê Kurdan e, hildiweşe. PDK jî hewl dide wê biparêze, rizgar bike. Gelo ev karê PDK'ê ye?"

'BILA KES PKK'Ê BIÇÛK NEBÎNE'

Dûran Kalkan destnîşan kir ku her tişt eşkere bû, milet her tişt dît û got, "Divê kes PKK'ê biçûk nebîne. PKK tê wateya hebûn û azadiya Kurdan. PKK Kurd e, Kurd ê azad e. Ev eşkere ye. Li dijî PKK'ê êrişa herî giran a dîrokê tê kirin. PKK li dijî vê li ber xwe dide. Her kes divê vê rastiyê bibîne. Beriya her tiştî divê faşîzma AKP-MHP'ê, nêta dewleta Tirk, armanca dewleta Tirk bê dîtin.

Çima êriş dike? Bi tunekirina gerîlayên PKK'ê, bi îmhakirina PKK'ê çi dixwaze bi dest bixe? Bi tunekirina berxwedana Kurdan, bi tunekirina ruhê azadiyê yê Kurdan û îradeya Kurdan dixwazin Kurdîtiyê bi temamî tune bikin. Ev êrişeke qirker e. Lewma dixwaze Kurdan qir bike û Kurdistanê bi temamî dagir bike. Astengiya herî mezin a li pêşiya vê jî PKK ye. Ji ber vê dixwaze vê astengiyê ji hole rake. Ji ber ku hêza xwe têrê nake ku vê astengiyê ji holê rake, serî li fenan dide û dibêje, 'pirsgirêka min bi PKK'ê re ye', hewl dide ji Kurdên cuda piştgiriyê werbigire û bi destê Kurdan hebûn û azadiya Kurdan tune bike. Divê kes nekeve vê xefikê. Ev rewş gelekî metirsîdar e."

Di dawiya axaftina xwe de Dûran Kalkan got, "Bi dîtina min divê civaka Başûrê Kurdistanê hîn bêhtir rabe ser piyan. Pêwîstî bi vê yekê heye."