Kal û pîrên ku kar ji wan nayê, dua dikin

Hecî Mehmet Genlî yê 80 salî dibêje, ew nikare tevlî karê hilbijartinê bibe, lê belê ji bo Demîrtaş dua dike. Hamîde Çakar a 82 salî jî hêz û moralê dide kesên tên serdana wê.

Kampanya hilbijartinê ya HDP'ê û Demîrtaş ji aliyê dildaran ve bi xurtî tê meşandin. Hecî Mehmet Genlî yê 80 salî ku li navçeya Îkîkopru ya Êlihê dimîne, ji ber emrê xwe yê dirêj li ber xwe dikeve ku nikare kar bike. Wêneyê namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ji binê balîfa xwe derdixîne, nîşan dide û dibêje, yekane tişta ji wî tê dua ye. Hecî Mehmet Genlî dibêje, "Ji ber ku emrê min dirêj e nikarim derkevim derve û li kolanan tevlî kampanyayê bibim. Her wexta ku nimêjê dikim ji bo Selahattîn Demîrtaş jî dua dikim ku mîna kurê xwe jê hez dikim. Înşaleh wê di demeke kin de azad bibe û bibe Serokkomar."

HÊZ Û MORALÊ DIDE MIROVÊN TÊN SERDANA WÊ

Hamîde Çakar a 82 salî jî ku li navçeya Qubîn a Êlihê ye, li wêneyê Selahattîn Demîrtaş ê li tembûrê dixe dinere û ji xizmên xwe yên tên serdana wê dixwaze ku dengê xwe bidin Demîrtaş. Hamîde Çakar dibêje, "Selahattîn mirovekî gelekî efendî ye û paqij e. Ji xwe diyar e ku yekî bi namûs û durust e. Ji ber vê yekê ji neviyên xwe, ji xizmên xwe yên tên serdana min dixwazim ku destekê bidin wan, ji bo wan bixebitin."

LI BER WESAYITÊ WÊNEYAN DIKIŞÎNIN

Li gundên Êlihê, zarok li dora wesayita hilbijartinê ya HDP'ê dicivin ku wêneyê Demîrtaş ê bi zarokan re kişandiye li ser heye û li ber wesayitê wêneyan dikişînin.