Kadrî Kaya hate veşartin

Keddarê Çapemeniya Azad Mamoste Kadrî Kaya li Amedê hate veşartin.

Keddarê çapemeniya azad mamoste Kadrî Kaya hat veşartin. Parlementer Tayyîp Temel di merasîma cenaze de axivî û diyar kir wê jiyana mamoste Kadrî ji bo wan bibe mînak û got: "Wê jiyana wî ji bo keddarên çapemeniya azad bibe rêber." 
 
Keddarê çapemeniya azad mamoste Kadrî Kaya, duh li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Egeyê ku ji ber nexweşîna pençeşêrê tedawî dibû çû ser dilovaniya xwe. Cenazeyê mamoste Kadrî bi balafirgehê ji Îzmîrê anîn Amedê. Cenaze ji aliyê malbat, keddarên çapemeniya azad û hezkiriyên mamoste Kadrî ve hat pêşwazîkirin û paşê anîn mizgefta Goristana Yenîkoy a Baxlarê. Xebatkarên DÎHA'yê ya bi BHQ'ê hat girtin û mamoste Kadrî 13 salan nûnertiya wê kir, parlementerên HDP'ê Tayip Temel, Dersim Dag, Saliha Aydenîz û gelek siyasetmedar, endamên Egîtîm-Sen, rojnamevan û şanoger tev li merasîma cenaze bûn. 
 
POLÎS WÊNE GIRTIN 

Polîsan wesayîta cenaze ya cenazeyê mamoste Kadrî tê de bû, ji balafirgehê heta goristanê şopandin û wêneyên kesên tev li merasîmê bûn kişandin.  
Li mizgeftê piştî wecîbeyên olî pêk hatin, kedkarên çapemeniya azad cenazeyê Mamoste Kadrî li ser milê xwe kirin û birin goristanê.  
LI PÊY HEQÎQETÊ  

Berdevkê Înîsyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) Hakki Boltan, di merasîma cenaze de axivî û diyar kir ku mamoste Kadrî tim dabû pêyî heqîqetê. Boltan, anî ziman ku mamoste Kadrî ev yek wekî mîrate ji kedkarên çapemeniya azad re hiştiye û ew minedarê wî ne. Boltan got: "Mamoste rê û têkoşîn hoyî me kir. Em kedkarên çapemeniya azad, em ê heta dawiyê têkoşîna wî bidin bidomînin û geş bikin. Bi gotina Apê Mûsa 'Êdî Bes e', em ê vê têkoşînê bidomînin. Mamoste tim mafê nûçewergirtinê ya gel diparast û em ê jî di vê rêyê de bimeşin. Me soz da mamoste û hevrêyên wî. Oxir be mamoste." 
 
‘WÊ JIYANA WÎ BIBE RÊBER'  

Parlementerê HDP'ê yê Wanê Tayip Temel ku bi salan ew û mamsote Kadrî bi hev re xebitîn, destnîşan kir ku Kaya wisA bi hêsanî navê mamoste negirtiye û got: "Di 15 salên dawî de kî ava çapemeniya azad vexwaribe, pêşî bi keda mamoste Kadrî vexwariye. Em nikarin vê mîrateya pîroz û pak a mamoste bi peyvan bînin ziman. Taybetiya herî mezin a mamoste ew bû ku, bê şik û guman bû û bêtirs, ji bo heqîqetê têdikoşiya. Bû parêzvanê kedarên çapemeniya azad. Li hemberî zext û zoriyên dewletê, ji bo hemû rojnamevanan xwe kir sîper. Em careke din soz didin, ew têkoşîna pîoz ya ji me re hiştiye, dê ji bo çapemeniya azad bibe mîrateya sereke. Wê jiyana wî ya abîdeyî ji bo me bibe mînak. Wê jiyana wî ji bo keddarên çapemeniya azad bibe rêber. Bila serê çapemeniya azad, serê kedkarên çapemeniya kurd û malbata wî sax be."  

Piştî axaftinan keddarên çapemeniya azad qurnefîl danîn ser gorê. 

Taziyeya mamoste Kadrî li Mala Şînê ya Şaklatê ye.