YRD: Keda mamoste Kadrî di çapemeniya azad de heye

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk sersaxî ji bo Kadrî Kaya xwest û got ku, “Heke xebatên çapemeniya azad pêk tên, ev tişt berhemeke keda Mamoste Kadrî ye.”

Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) ji bo Kadrî Kaya peyameke nivîskî weşand ê ku kedkarekî çapemeniya azad bû û duh rehmet kiriye.

Di peyamê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Mamoste Kadrî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di kelepora Ozgur Gundem û çapemeniya azad de kedeke mezin daye. Di salên 1990’î de dema ku faşîzma dewleta Tirk li dijî çapemeniya Kurdan êrîşên xwe xurt kiriye, Mamoste Kadrî ketiye nav hewldana ku kesên nû tevlî nav çapemeniya Kurdî bike. Mamoste Kadrî hemû tecrubeya xwe bi hevalên xwe re par ve dikir. Mamoste Kadrî nirxên civakê parastiye û ji bo ku ev bihistyarî di nav hevalên wî de pêk were, hewl daye.

‘EM Ê XWEDÎ LI KEDA WÎ DERKEVIN’

(…) Mamoste Kadrî li paş xwe bi sedan kedkarên çapemeniya azad hiştiye. Heke îro xebatên çapemeniya azad dimeşin, ev berhemeke keda Mamoste Kadrî ye. Em jî sozê didin wî ku, di her warî de em ê bibin kedkarên rojnamegeriya azad. Malbata wî di serî de, em sersaxiyê ji kedkarên çapemeniya azad û gelê xwe re dixwazin.”