JRO: Li Başûrê Kurdistanê binpêkirinên li hemberî rojnamevanan zêde bûne

Rêxistina Mafên Nûçegihanan (JRO) ragihand ku li Başûrê Kurdistanê binpêkirinên li dijî rojnamevanan zêde bûne.

Bi hevkariya Rêxistina Mafên Nûçegihanan (JRO) û Federasyona Rojnamevanên Serbixwe (FÎP-ÛN) li ber avahiya Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê têkildarî 6 mehên destpêkê yên sala 2022’an raporek weşand.

Serokê Rêxistina Rojnamevanan Hozan Qadir wiha got: “Binpêkirinên li dijî rojnamevanan zêde bûne, li bajarên Kurdistanê 71 binpêkirin li dijî rojnamevanan hatiye kirin.”

Di raporê de wiha hat destnîşankirin: “Ji 1’ê Çileyê heta 3’ê Tîrmehê 71 binpêkirin li dijî rojnamevanan pêk hatin, 2 rojnamevan hatin girtin, 8 buyerên cuda û rê nedana weşanê di navbera saziyên çapemeniyê de li 29 rojnamevanan hatin kirin. Her wiha 9 bûyerên êrîşê û heqaretê li 14 rojnamevanan hatin qeyd kirin. Dozek a girtina ofîsên qenalan hebû û li dijî 21 rojnamevanan 10 dozên şikandin û desteserkirina kel û pelên rojnamevanan hebûn.”

Li gorî raporê di rêza binpêkirinê de Duhok bi 28 dosyayan di rêza yekem de ye, li Hewlêr 27 doz, li Silêmanî 11 doz û li Helebçe jî 5 dosyayên binpêkirinên li beramberî rojnamevanan hene.

Di dawiya rapora peyanêran de, daxwaznameyek ji aliyên peywendîdar ve bi taybet ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê re hat şandin. Di daxwaznameyê de wiha hat ragihandin: “Zêdebûna dosyayên binpêkirinan li dijî rojnamevanan, pîşeya rojnamevaniyê xistiye ber metirsiyeke mezin. Parlamentoya Herêma Kurdistanê di cudahî xistina navbera medyayên ragihandinê û binpêkirinên li beramberî rojnamevanan de di pileya yekem de ye. Parlamentoya Herêma Kurdistanê zagona hêjmara 35 a sala 2007’ê ya taybet ji bo pîşeyê rojnamevaniyê binpê dike. Pîşesaziya Rojnamevaniyê. Hinek dezgehên emniyetê ji ber binpêkirinên li dijî rojnamevanan di rêza duyem de ne. Tevî van jî Fermangeha Medyayê û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hîna cudahî dixin di navbera dezgehên ragihandinê de.”