Jiyanake di ber azadiyê de: Nûman Amed
Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Nûman Amed, bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya ku li Amedê destpêkirî, dîsa bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya ku li Amedê dayî bû efsane.
Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Nûman Amed, bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya ku li Amedê destpêkirî, dîsa bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya ku li Amedê dayî bû efsane.
Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Nûman Amed (Ethem Karabulut), bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya ku li Amedê destpêkirî, dîsa bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya ku li Amedê dayî bû efsane. Ji 1993’yan bi tevlêbûna xwe ya nav têkoşînê heta bi şehîdbûna xwe ya li sala 2012’an, bi şêwaza xwe ya şer a li ku dijî dewleta Tirk dayî, bû yek ji fermandarê pêşeng ê Şerê Şoreşgerî yê Gel.
Fermandar Nûman Amed ku li qadên şer navê berxwedana bênavber bû, 1973’yan li Bismila Amedê tê dinê. Li malbateke rewşa wam ne xirab , ku nirxên feodalî û dînî lê serwer bû, mezin dibe. Amed ku heta bi pola dawî ya lîseyê dixwîne qet dernakeve derveyî Kurdistanê. Li gel hemû polîtîkayên mêtingeriyê yên dewleta Tirk a li Kurdistanê, bi ser gelê Kurd de jî dev ji welatê xwe naqere. Her kêlîka ciwantiya xwe, di nav gelê xwe de, girêdayî kevneşopiyan, bi çanda xwe li Amedê derbas dike. Ji bo ku li nav derdoreke welatparêz mezin dibe ne xerîbî PKK’ê bû, dawiya lîseyê dest bi lêgerîna şoreşgerî dike gerîla Nûman Amed. Li ser rastiya Kurd zêde difikire. Li hêlekê polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk û jiyana sîstema kapîtalîst a ku dide ciwantiyê, ya hundirê wê qewartî. Li hêla dî jî rastiya jiyanê ya wî û têkoşîna azadiyê. Tercîha xwe dike. 1993’yan li Amedê bi sê hevalên xwe re, dawiyê li jiyana xwe ya lîseyê tînin û tevlê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibe.
‘GERÎLA TENÊ BI ÇEKÊ ŞER NAKE’
Fermandar Nûman Amed, piştî ku tevlî nav refê PKK’ê dibe, hîs û ramanên xwe yên jiyaye wiha bi nav dike: ‘’Dema ku me biryar da ku tevlê nav gerîla bibin, me bi hevalan re digot, em 6 mehan bijîn besî me ye. Me gerîla di serê xwe de di nav mewziyan de, di nav sahneyên şer de zindî kiribû. Me têkoşîn tenê bi çekdarî û mirinê disêwirand. Piştî ku em tevlê bûn, me dît ku ne wiha ye, me dît ku em pir berteng nêzîk bûne. Me dît ku di PKK’ê de têkoşîna esasî ya felsefî, îdeolojîk a asê ye ku ji hêla Rêbertiya me ve hîmê wê hatibûn danîn. Me fêhm kir ku dema wê hat divê gerîla çekdarekî zîrek, ku dema wê hat divê îdeolog û felsefevanekî zîrek be. Beriya her tiştî em hêviya gelê xwe bûn. Ji bo gelê xwe yê hêja, ji bo ku em jiyaneke azad bidinê, em tim fedaiyên amade bûn.
ŞEREKÎ ŞAYANÎ PKK’Ê Û GELÊ XWE
Fermandar Nûman Amed ku jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 3 salên pêşî li Amedê jiyayî, van salan tim di nav xwe de bi xwe re muhasebeyek dikir. Difikire ji bo ku bibe mîlîtanekî şayanî PKK’ê, gelê xwe divê çi bike. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê berxwedaneke mezin û kûr dixwaze. Ew wêrekiya xwe ya nîşandana berxwedanê û bê ka heqê doza xwe dide yan na, dide ber pirsan. Ji ber ku salên 90’î, dema ku ew tevlî nav têkoşînê bûyî, ew sal bûn vîna PKK’ê weke tevger dihate ceribandin. Dewleta TC’ê bi dirûşma ‘’em ê hemûyan biqedînin’’ li dijî tevgera PKK’ê şerê giştî yê tinekirinê dabû destpêkirin. Di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de şerekî dijwar destpêkiribû. Wan salan ji hêla dewleta Tirk a mêtinger ve li Kurdistanê gelek gund têne şewitandin. Bi dehan mirovên sivîl têne qetilkirin. Li dijî vî şerî gerîla li çiyan şer dikir û li bajêr jî gel li bajaran radibû serhildanan. Kurdistan bi giştî dibe qada şer. Di vî şerî de têkoşîna azadiya Kurd bi ser dikeve. Fermandar Nûman Amed bi taybetî sala 1994’an saleke pir dijwar bi nav dike û di bêje wê demê şer pir giran bû.
‘KU PERIKÊN ME HEBÛNA EZ Ê BIFIRIYAMA’
Gerîla Nûman 1996’an ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bang lê tê kirin ku biçe Şamê. Dema nû dibihîse ku ew ê biçe Şamê, cihê ku Abdullah Ocalan lê ye, kelecanî û şadiya xwe di bîranînên xwe de wiha dibêje: ‘’Ji bo min surprîzeke mezin bû. Ne pêkan e ku ez wê kêliyê ji bîr biki. Ji bo perwerdehiya rêbertiyê, ji min re hate gotin ku ez ê biçime Şamê. Dema ku min ev nû bihîstî ez şok bûm. Ji kelecanî û kêfxweşiyê min nizanîbû ez ê çi bertekê bidim û çi bibêjim. Tenê şad bûm. Hevdîtina Rêbertiyê, li ber destê wî perwerdebûn, ji bo min tiştekî mihteşem bû. Lê ez hê nû me. Hevalê berê hene. Min got, beriya min heqê wan e. Hevalan, ji bo ku ez wiha difikirim,ji min re gotin tu şaş î, ku Rêbertî bang kiribe ew bi tiştekî dizane helbet û gotin divê tu wiha nefikirî. Vê moralek da min. Wê demê ku perik bi min ve habûna ez dibêjim qey ez ê bifiriyama.’’
KÊLIYA HEVDÎTINA BI OCALAN RE
Ber bi Şamê ve ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ye, dest bi rêwitiyê dike. Fermandar Nûman Amed, kêliya pêşî ya ku Ocalan dîtî wiha dibêje; ‘’ Min digot li pêş Rêbertî, teqez ez ê kelecaniyê ji hiş bikevim. Ew kêliya ku bi rojan min xeyala wê dikir, hîç weke ku ez difikirîm nebû. Rêbertî ew çend sirûştî û jidil bû. Xweyî nêzîkatiyeke wiha bû ku mirovên li pêşberî xwe rehet dikir, moral dida.’’
‘ŞERÊ ME ŞERÊ JIYANÊ YE’
Nûman Amed, piştî perwerdeya ku li Şamê ditî, guherînên ku di karekterên wî de çêbûn wiha dibêje: ‘’Dema perwerdehiya Rêbertiyê şerê başûr dihate jiyîn. Ji her hêlê ve bi ser Rêbertî û rêxistina me de êrîş hebûn. Rêbertî li gel ew çend êrîşan jî tim di nav kûrbûnekê de bû. Her kêlî bi awayekî herî baş dinirxand. Ew di her pêvajoyê de li ser xwe bû. Di rih û fizîkê de tim pir xurt bû. Du dewreyên perwerdehiyê yê ku min Rêbertî dîtin, helwesta min, nêrîna min a jiyanê guherand. Beriya ku ez Rêbertî nas bikim, min şer tenê weke şerê çekdarî fêhm dikir. Min digot, li eniya ku şer dikim ez ê heta bi deverekê biçim û piştre şehîd bibim. Ango min bi wê kêmasiya xwe derxist ku ez pêş nafikirim, hesab nakim, bi berfirehî nafikirim. Rêbertî bi me da fêhmkirin ku divê em bÊhtir bijîn û bêhtir bi dijmin re têbikoşin. Diviya em bijiyana. Bi jiyanê diviya me hemû êrîşên faşîst û qirker ên dijmin têk bibirana. Ji ber ku şerê me şerê jiyanê bû. Şerê me şerê mirovahiyê bû. Dema ku ez tevlî nav jiyana gerîla bûbûm nêrîna min a li jiyanê guherîbû lê hin tişt kêm diman. Rêbertî şerê jiyanê ya ku di min de kêm bû temam kir.’’
QADÊN ŞER TI CARAN NATERIKÎNE
Fermandar Amed, bi daxwaza xwe payiza 1997’an dîsa berê dide eyaleta Amedê. Perwerdehiya ku dîtî di şer û têkoşîna jiyanê de rê li ber guherînên girîng vekiribû. 1998’an piştî ragihandina agirbestê ya ku ji hêla Ocalan ve bi yekalî hate ragihandin, derbasî qada Başûrê Kurdistanê dibe. Li vê qadê jî li gelek qadên şer ên wekî Zagros, Qendîl ,Xinêre, Metîna dimîne. 1999’an piştî komploya navdewletî ya bi ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dest pê dike, di nav PKK’ê de tasfiyekariya navxweyî di nav tevgera PKK’ê de dest pê dike. Amed, di van salên dijwar û krîtîka a Tevgera Azadiya Kurd de, li dijî tesfiyekarê navxweyî şer dike û helwesta mînak a milîtanên PKK’ê nîşan dide.
DIBE FERMANDARÊ PÊŞENG Ê PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ
Salên 2000’î di nav PKK’ê de ew sal bûn tesfiyekariya navxweyî û derve pir zêde bûbû. Li dijî şerê dewleta Tirk û hêzên din, hêm li derve û hem jî ji hundir ve li dijî PKK’ê dikirin, ‘’Pêngava 1’ê Hezîranê’’ tê destpêkirin. Li hemû deverên ku gerîla lê ne, li dijî tesfiyakriya navxweyî û derve berxwedaneke mezin dest pê dike. Fermandar Nûman Amed, Pêngava 1’ê Hezîranê jî dîsa li eyaleta Amedê pêşwazî dike ku şer li wir giran bû. Nûman Amed ku xwe û yên di bin fermandariya xwe de bi awayekî herî serkeftî ji şer re hazir dike, di Pêngava 1’ê Hezîranê de performansa herî zêde nîşan dide. Ji bo ku pêngav bi ser bikeve tişta ku ji dest tê texsîr nake û encama ku tê hêvîkirin tê bidestxistin. Nûman Amed dibe fermandarekî pêşeng.
BI ŞERÊ ŞOREŞGERÎ RE DIBE YEK
Di pêvajoya ‘’Şerê Şoreşgerî yê Gel’’ de ku PKK’ê 2012’an dabû destpêkirin, Nûman Amed jî cihê xwe digire. Weke Fermandariya Eyaletê û Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê tevlî nav şer dibe. Ji bo Fermandar Nûman Amed êdî ti giringiya dijwarbûna şert û mercan nebû. Ji ber ku wî jiyana xwe ya gerîlatiyê tim di şert û mercên herî dijwar de, di şerê giran de derbas kiribû. Di şerê Şoreşgerî yê gel de jî hay ji berpirsyariya li ser xwe hebû. Amed û hevrêyên wî bi çalakiyên xwe ji pêvajoyê re dibine bersiv.
31’ê Kanûna 2012’an berê sibehê, li Hênê, Licê ya Amedê û Dara Hênê ya Çewlikê artêşa TC’ê ya dagirker bi ser yekîneya gerîla de ku Fermandar Nûman Amed jî di nav de bû, operasyona îmhayê dide destpêkirin. Li dijî vê operasyona bi temamî bi armanca îmhayê hatibû destpêkirin, Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Nûman Amed û 10 hevrêyên xwe berxwedaneke bêhempa nîşan didin û jiyana xwe ji dest didin.