Jiyana xwezayî û kovî ya li Kurdistanê tê wêrankirin

Hikumeta AKP'ê ku ji bo cografya Kurdistanê tune bike her tiştî dike, li Colemêrg û Wanê qetilkirin heywanên kovî ji nedîtî ve tê.

Hikumeta AKP'ê mîna ku li tevahiya Kurdistanê dike li Wan û Colemêrgê jî dijminatiyê li xwezayê dike. Bi taybetî leşker û cerdevanên dewleta Tirk pezkoviyan qetil dikin. Li erdnîgariya Colemêrgê ku çiyayên wê bilind in, xwedî newal û kaniyên dewlemend ê avê ye, bi hezaran zindî hene.

Hin ji zindiyên ku bi hezaran sal in li Colemêrgê ne, li ber tunebûnê ne. Ji ber şerê li herêmê, beşeke mezin a daristanên li herêmê hatin şewitandin. Newalên ku cihê bi hezaran cûre heywan û nebatan e, ji ber Santralên Hîdroelektrîk û bendavan tune bûn. Çiyayên Colemêrgê bi daristanên xwe navdar e, lê belê bi sedan qereqol û kalekol li van çiyayan hatine çêkirin û daristanên wê bi giranî hatine şewitandin, talankirin.

LI HIN DEVERAN NEMANE

Zozanê Berçelan û Mêrgabutanê yên Colemêrgê bi jiyana kovî naskirî ne. Ji ber nêçirvaniya bi qaçaxî jiyana hovî û xwezayî li van herêman tune bûye. Eşkere bû ku leşker û cerdevanên li herêmê her roj rengekî qaçax nêçira pezkovî, kewê gozel û gelek heywanên kovî dikin. Li herêma Aladaglarê ya navbera Wan û Agiriyê, pezkovî ji ber nêçira bi qaçaxî tune bûne. Wextekê bi hezaran pezkovî li Aladaglarê bûn, lê êdî yek ji wan nayê dîtin.

Li çiyayê Sîpanê yê navbera bajarên Wan-Agirî-Bedlîs-Mûşê, jiyana xwezayî û kovî tune bûne. Li çiyayê Sîpanê beriya 20 salan gayê çiyê yê kovî hebû. Ji ber xemsariya dewletê ya li pêşberî nêçirvaniyê û ji ber nêçira zêde êdî ji wan nemaye.

Gundiyên li herêmê dibêjin, leşkerên li Tûgaya Komando ya Çiyê bi taybetî leşker û olîsê li herêma Depînê tevî cerdevanan nêçira pezkoviyan dikin ku ev yek qedexe ye. Gundî diyar dikin ku ji bo parastina pezkoviyan çi ji destê wan tê dikin, lê belê nikarin biparêzin. Gundî dibêjin, "Dewlet qedexeya ku daniye bi xwe binpê dike. Li gorî me, heywanên kovî bi zanebûn tên qetilkirin. Em bang li raya giştî dikin ku di vê mijarê de hişyar û berpirsyar be."