Jinên Kurd ên hatin qetilkirin, hatin bîranîn

Jinên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, hatin bîranîn.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê li navçeya Silopiya ya Şirnexê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta salvegera qetilkirina Endama Meclisa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku dema qedexeyên derketina derve di 4’ê Çileya 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn qetilkirin, li ser gorên wan bi bîr anîn. TJA'yê û Meclisa Jinan a HDP'ê bi vê minasebetê yek ji damezrênera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê û Endama Komîteya KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî) ku di 23'ê Cotmehê de di êrîşa li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya de hatibû qetilkirin jî bîranîn. Dayika Sêvê Demîr, Pakize Nayir, Fatma Uyarê, parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr û Serpîl Kemalbay, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyê her 7 jinan û Nagihan Akarsel û Jîna Emînî cih girt. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di destpêka bîranînê de Hevseroka HDP’ê ya Sîlopiyayê Asuman Kulter axivî. Kulter diyar kir ku ew ê şopdarên têkoşîna doza jinên şoreşger bin û wiha got: "Heta ku kujer hesab didin em ê şopdarên doza wan bin. Heta ku em xewn û xeyalên wan pêk tînin em ê tebikoşin."

Piştre sînevizyona ku jiyana her 7 jinan vedibêje hate temaşekirin.

Piştre dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr axivî. Demîr, diyar kir ku her carê jinên tekoşer tên hedef girtin û wiha axivî: "Ez bejna xwe li ber wan ditewînim. Encax jin dikare welat azad bikin. Heya kengî wê zilm li me bê kirin, ev çend sal in ji Ocalan agahî nayê standin. Çima Kurd bêdeng in? Hevala Evîn çi kiri bû? Evîna Parîs parast, çima Parîsê nekarî wê biparêze? Jin çima narabin. Îro kîjan jin serê xwe rake qetil dikin. Tu tehamûla me nema ye. Li ser axa Kurdistanê cih nema ye ku cenaze bên veşartin. Em çima narabin? Divê ku em vê qebûl nekin. Agir bi çiya bikeve wê ruh bi hev re bişewite. Bila jin, ciwan rabin. Ev çend sal in em ji Birêz Ocalan agahî nastînin. Em nizanin sax e yan jî miriye. Bila Kurd bibin yek. Yan man yan jî neman. Yan azadî yan azadî. Jin jiyan azadî. Şehîd namirin.”

Piştre parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Serpil Kemalbay axivî. Kemlbay jî bal kişand li ser têkoşîna jinan û wiha axivî: "Ji bo guhertinên radîkal li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bînin têkoşiyan. Ew ji şiyarbûna jinan ditirsiyan. Ditirsin ku daxwaza azadiya jinan pergalê biguherinîn. Kî ji bo guhertina vê pergala li ber xwe bide, vê dewleta hov her tim êrîşî wan kiriye. Ji bo faşîzmê mayinde bihêlin van komkujiyan pêk tînin. Em ê hesaba hevalên me yên ku hatine qetilkirin bipirsin.”  

Piştre mewlîd hat dayîn. Jin piştî mewlîdê çûn ser gorên her sê jinan ên li Goristana Nalarû ya Şirnexê.

Li vir jî parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran İmir, axivî. Îmîr jî bal kişand li ser têkoşîna her sê jinan û got: "7 sal beriya niha rêhevalên me hatin qetilkirin. 37 roj kolanên Silopiyayê bê av man. 37 roj bi bombardûmanan êrîşkirin. Di van deqexeyan de 67 kes ji aliyê van hêzên tarî vê hatin qetilkirin. Di roja 9’an de ev hevalên me hatin birîndarkirin. Şuna ku wan rizgar bikin terkî mirinê kirin. Di oxira azadiyê de ev hevalên me hatin qetilkirin. Li hemberî daxwaza jiyana azad tişta ku ji gelê Kurd rewa tê ditin mirin û zordestiye. Bi polîtîkayên xwe yên qirêj ku tê de sucê mirovahiyê heye êrîş dike. Di kesayeta jinên pêşeng de dixwazin tirsê ava bikin û têkoşîna me têk bibin. Lê ew nizanin ku têkoşîna me ji tirsa wan mezintir e. Em soz didin em ê ala daxwaza azadiyê bilind bikin. Em ê li hemberî vê hişme0ndiyê serê xwe netewînin. Em keda wan û tekoşina wan ji bîr nakin û em ê nedin jibîrkirin. Yê ku dixwazin van hevalên me bidin jibîrkirin bila xwe şaş nekin em ê wan ji bîr nekin. Têkoşîna wan qibleya me ye. Em ji mirinê mezintirin û em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."

Piştî axaftinan qerenfîl danîn ser gorên her sê jinan.

MÊRDÎN

Gelek kes tevlî bîranîna ku li ber avahiya HDP’ê ya Mêrdînê hat lidarxistin, bûn. Di bîranînê de destpêkê axaftin hatin kirin. Piştre ji bo bîranîna kesên hatine qetilkirin, sînevîzyon hat temaşekirin. Di bîranînê de peyama xwedî derketina li têkoşîna jinên Kurd ên hatin qetilkirin û geşkirina berxwedanê hat dayîn.