Jinên Ciwan li Qendîlê tevlî çalakiya mertalên zindî bûn

Komeke jinên ciwan ên Başûrê Kurdistanê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Qendîlê ketinbûn ser rê, tevlî çalakiya mertalên zindî ya ciwanan bûn.

Jinên ciwan li gorî saeta herêmî saet 13:00’an li Qendîlê serdana ciwanên çalakiya mertalên zindî kirin.

Li ser navê jinên ciwan Zîlan Mûsa li vir axivî û got: “Weke Tevgera Jinên Ciwan, heta êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê bi dawî bibin wê tevlî çalakiya mertalên zindî bibin.”

Mûsa bibîr xist ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Qendîlê li vir in, destnîşan kirin ku qet rê nadin dagirkeriyê.

Zîlan Mûsa berxwedana gel a li dijî êrîşên li Şengal û Rojava bibîr xist û diyar kir ku divê gelê Başûr jî bi heman ruhî li ber xwe bide.

Mûsa nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikûmeta herêma Kurdistanê da, destnîşan kir ku wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin û hikûmeta herêmê têkildarî êrîşan hişyar kir.

Mûsa bibîr xist ku beriya niha jî pêşmergeyan çek li destan li van çiyayan li ber xwe dabûn û bang li pêşmergeyan kir ku di heman çeparan de mil bide milên hêzên gerîla.