Jinên Şengalê bang li xelkê Başûr kir: Xaka we hatiye dagirkirin, li ber rabin!

Jinên Şengalê bi daxuyaniyekê bal kişand ser metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û bang li xelkê Başûr kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re rabe.

Têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re û bêdengiya hikumeta Iraqê ya li pêşberî dagirkeriyê, Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyek da çapemeniyê.

Berdevka TAJÊ Nema Bedel daxuyanî da û destpêkê berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê silav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji 24'ê Nîsanê û vir ve dewleta Tirk a dagirker êrişî qadên azad dike. Li dijî gerîla çekên giran û çekên qedexekirî bi kar tîne. Em dewleta Tirkiyeyê û hikumeta herêma Kurdistanê şermezar dikin. Hikumeta herêma Kurdistanê piştgiriyê didin dewleta Tirk ku xaka Kurdistanê dagir bike. Hikumeta Iraqê jî di vir de berpirsyar e, ji her tiştên li xaka Iraqê diqewime berpirsyar e. Başûrê Kurdistanê bi temamî hatiye dagirkirin û hikumeta Iraqê lê dinere, hikumeta Herêma Kurdistanê jî destekê dide dewleta Tirkiyeyê."

Neam Bedel bang li mirovahiyê û hemû Kurdên bi şeref û namûs kir ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re rabe.

Daxuyanî bi vê bangê qediya:

"Kurdên Başûrê Kurdistanê; axa we hemû hatiye dagirkirin, mirovên we tê kuştin, bax û bostanên we têne şewitandin. Rabin ser xwe û vê dagirkeriyê qebûl neke.
Ji çiyayê Şengalê heta çiyayê azad em piştgiriya gerîla dikin. Gerîlayek li ku be em piştevanê wan e. Em bang li gelê xwe dikin ku rabin ser xwe û destê xwe bikin yek. Kurd, Êzidî li ku be destê xwe bidin hev û vê dagirkeriyê qebûl neke."