Jineke berxwedêr û têkoşer; Nûran Yuksekbag

Yek ji gerîlaya HPG’ê Nûran Yuksekbag (Dorşîn Garzan) ku demeke dirêj di Çapemeniya Azad de li Êlihê belavkariya rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê dikir, piştre tevlî nava têkoşîna azadiyê bû û li gelek herêman xebitî.

Yek ji gerîlaya HPG’ê Nûran Yuksekbag (Dorşîn Garzan) ku demeke dirêj di Çapemeniya Azad de li Êlihê belavkariya rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê dikir, piştre tevlî nava têkoşîna azadiyê bû û li gelek herêman xebitî. Dayik û bavê Yuksekbag behsa jiyana wê ya li malê kirin.

Bav Mehmet Elî Yuksekbag (70) got,  sala 1993’yan de li gundê Cûmanî ya Misirciya Sêrtê ji ber ku pergala cerdevaniyê qebûl nekirine, dewletê ew ji gund derxistine, 7 mirovên wan avetine girtîgehê, qasî 20 malên xizmên wan ji ber zextan koçî Amed, Sêrtê û gelek bajarên Tirkiyeyê yên wekî Îzmîr, Aydin, Mêrsîn, Stenbolê kirine, lê wan dest ji axa xwe berneda ye û têkoşîna jiyanê li ser axa xwe dane. Malbata Yuksekbag ji ber zextan koçî Misirciyê dike, li vir jî bi gelek zextan re rû bi rû dimînin, demeke dirêj mala wan tê şopandin. Kî tê malê û kî diçe her kesî qeyd dikin. Zextên li dijî malbatê bi van re ne sînordar e, hêzên dewletê bi ser malbata Yuksekbag de digire, ferden malbatê û kurê malê êşkence dikin. Ji ber qûndaxa çekê li serê kurê wî dixin, demek dirêj çavên wî nabînin û piştî tedawiyek demdirêj ji nû ve sax dibe, lê vê carê her du guhên wî ker dibin û hêj tedawiya guhên xwe dibîne û guhekî wî hêj deng naçinê.

‘DI ZAROKATIYÊ DE RUHÊ ŞOREŞGERÎ PÊ RE HEBÛ’

Yuksekbag da zanîn ku 6 zarokên wî hene, ji vana 5 jê kur in, tenê şehîd Dorşîn (Nûran Yuksekbag) keç e û der barê keça xwe de wiha axivî: “Nûran di sala 1979’an de li gundê Cumaniyê hat dinê. Piçûka 4 kuran e û kurekî min jî ji wê piçûk tir e. Di nava malbatê û ji hela cîranan ve gelekî dihat hezkirin. Bi taybetî hevalên wê yên keç têkiliya wan gelekî xurt bû. Hê ji wê demê ve di ruhê wê de ew şoreşgerî hebû.”

‘XEBATKARA ÇAPEMENIYA AZAD BÛ’

Yuksekbag destnîşan kir ku keça wî 5 salan dibistana seretayî li gund xwendiye, piştre berdewam nekiriye, li naveya Misirciyê dem bi dem bi birayên xwe re çûye partiyê û di xebatên partiya siyasî de cih girtiye û wiha pê de çû: “Piştî demekê bi rêya hin hevalên xwe çû Êlihê. Li Êlihê di rojnameya Azadiya Welat de belavkarî dikir. Carekî li Bişêriyê hatibû binçakirin.” Yuksekbag diyar kir ku piştî ji bin çavan derdikeve, dîsa xebata xwe dewam dike û bîranîneke wê demê wiha parve kir: “Rojekê dema li qehwexaneyê rojnameyan belav dike, şaredarê wê demê (dibe ku şaredarekî ANAP’ê yê wê demê be) jê re dibêje ku ‘tu jin î tu çima van rojnameyan belav dikî, ji tere ne eyb e. Ka wan rojnameyên xwe bide min perê wan çi dike ez ê perê te bidim te. Dest ji vî karî berde.’ Ew jî berê xwe dide şaredar û dibêje ku ‘Ez vî karî ji bo pereyan nakim û pêwîstiya min bi pereyên te jî tine, em vî karî bi dilxwazî û bi dil û can dikin.’ Piştî ku salên 2001 û 2002’yan de belavkarî kir, piştre wekî berpirsyara qadê xebat kir û ev xebata wê 4 salan dewam kir û dawiyê tevlî Tevgera Azadiyê bû. Me demek dirêj tu agahî jê negirt. Heta 2013’an piştre agahiyên me ji hev çêbûn.”

‘CARA YEKEMÎN DI QENALAN KURDAN DE MIN DÎT’

Yuksekbag anî ziman ku piştî demek dirêj wan di televîzyonê de di şahiyeke gerîlayan de keça xwe dîtiye û di vê der barê de jî ev axaftin kir: “Piştî keça min tevlî nava refên PKK’ê bû û heta sala 2013’an ti agahiya me jê tinebû. Rojekê xizmekî me telefon da û got, ‘qîza we li ser televziyonê ye û stiranan dibeje’, em jî bi kelecan rabûn li ber televziyonê û min li qîza xwe nêrî. Dema ku min cara yekemin qîza xwe bi cil û bergên gerîla dît ez gelek keyxweş bûm û kelecanî bûm. Em ê heta dawiya xwîna xwe li pey doz û berxwedana Dorîşin û rê hevalên wê bin.”

PIŞTÎ KOBANÊ AZAD KIRIN DERBASÎ BAKUR BÛ

Bav Yuksekbag eşkere kir ku piştî li Rojavayê Kurdistanê şoreş bi pêş ket û êrîşên li dijî Kobanê zêde bûn, şehîd Dorşîn dixwaze derbasî Kobanê bibe û ji bo vê raporê dide rêxistinê, lê daxwaza wê nayê qebûlkirin û wiha pêde çû: “Lê dîsa bi israr vê daxwaza xwe dide qebûl kirin.”

Nûran Yuksekbag demek dirêj li Rojava têkoşîn û xebatê dimeşîne, piştî êrîşên li ser Rojava tên şikandin, şehîd Dorşîn vê carê ji bo tevlî berxwedana xwerêveberiyên cewherî yên li Bakurê Kurdistanê bibe, derbasî Bakur dibe. Şehîd Dorşîn di 12’ê Çileya 2016’an de dema bi hevrêyê xwe Selahattîn Arasan (Mazlum Rojîn) re li navçeya Qoserê ya Mêrdînê xebatên xwerêveberiyên cewherî bi rêxistin dikirin, bi hêzên dewletê re ketin pevçûnê û heta dawî şer kirin gihiştin şahdetê. Dayika gerîlaya HPG’ê Nûran Yuksekbag Raîfe Yuksekbag jî behsa keça xwe kir û aşkera kir ku berxwedana keça wê û hevrêyê wê wan li ser piyan dihêle.

‘ZILM Û ÊŞA LI SER GEL HÎS KIR Û TEVLÎ NAVA REFÊN PKK’Ê BÛ’

Dayika gêrîlaya HPG’ê Nûran Yuksekbag, Raîfe Yuksekbag (65) jî wiha li ser keça xwe axivî: “Di temenê biçûk heta tevlî nava xebatan bû jî Nûran herdem ji aliyê hevalên xwe ve dihat hezkirin. Dema zarok bû jî wextên êvarî de hemû zarokên gund dihatin ba Nûran. Nûran di zarokatiya xwe de diyar bû ku wê bibe kesayetek cuda. Di malê de bûkên min hebûn dema ez bi wan re dixeyîdim, Nûran bi min de dixeyîdî digot, ‘çima ti bi jinbira min de dixeyîdî’. Di rojên cejnan de û rojên pîroz de herdem sibehan zû radibû û diçû serdana malbatên şehîdan. Dema ku Nûran di belavkariya rojnameyê de dixebitî ji bo min gelek zehmet dihat û min nedixwest biçe bixebite. Kûrê min yê mezin herdem digot, ‘dayê bela xwe ji Nûran veke, bila bixebite’.  Nûran di malê de gelek dihat hezkirin, dema dihate malê her kes li dora wê diçû û dihat. Demek dirêj li Êlihê xebitî û partiya siyasî dixwest bikin wekîla Êlihê. Lê belê wê êşa gel ji kûrahiya dilê xwe hîs kir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.”

‘HEGER DOZA HEQIYÊ BE DILÊ MIROV SIVIK DIBE’

Dayik Yuksekbag dibêje êşa dilê dayikan pir dibe lê belê dil ewqas jî sivik dibe û wiha dom kir: “Dama zorokên mirov ji gel mirov diçe dilê mirov tijî dibe, lê belê dema ku mirov dizane heger ji bo dozeke heqî û edaletê dibe mirov ewqas jî pê kêfxweş dibe. Rojekê ez li jor  rûnîştîbûm û ji pêpelûan hatim xwarê, min ji bûkan re got, xêr e çibûye wiha. Bûkên min gotin dayê tiştek nîne. Min dizanî keça min şehîd ketiye. Piştî 5 rojan  hevserê min û kûrê min ji bo cenazeyê Nûran bistînin çûn Qoserê û cenaze me anî, me li gundê xwe veşart.”

‘JINAN CENAZE HILGIRT’

Yuksekbag diyar kir ku li gund pîştî pêdiviyên olî yên cenaze hatin bi cih anîn jinan cenaz li ser milê xwe heya goristanê birine û ev tişt got: “Cara yekemîn bû ku jinên herêmê ewqas li ser cenazeyekê kom bûn. Jinan bi ruhê berxwedan û têkoşînê li Nûrana min xwedî derketin û li derdora Nûran bûn yek. Piştî Nûran şehîd ket û vir de sê jinên mamoste dest ji peywira xwe berdan û ji karê mamostetiyê îstifa kirin. Tenê ji bo dilê dijmin şad nebe li pey Nûran em negirîn, weke şahî û dîlanê me Nûran sipart axê.”

‘NAVÊ ZAROKÊN XWE DANÎN NURAN Û DORŞÎN’

Yuksekbag di dawiya axaftina xwe de got: “Em ê heta dawiyê şopdarên riya şehîdan bin û em ê doza wan bilind bikin. Nûran şehîd ket bi sedan Nûranan berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Navê Nûran me li du zarokên xwe kirin. Yek jî Nûran e yek jî Dorşîn e. Li çiyayên Kurdistanê tijî Nûran û Dorşînîn e, ev doz li erdê nemîn e.”