Jinanî Gencî Têkoşer standa boykotkirina malên Tirkî vekirin

Rêxistina Jinanî Gencî Têkoşer bi vekirina standekê malên Tirkî boykot kirin.

Bi pêşengtiya Jinanî Gencî Têkoşer, li Ranya ji bo kel û pelên Tirkî were Boykot kirin standekî vekir. Stand bi dirûşmeya ‘’Ez Kurdekî Dil Pirim Kalayî Tirkî Nakirim’’ hate vekirin. Di standê de malên Tirkî yê ku li Başur tên firotan hat nîşandayîn û banga nekirin, nebin hevkarê dagirkeriyê hate kirin.

Di standê de li ser boykotkirina malên Tirkî jî semînerek hat dayîn û li ser heman mijarî şanoyek hat lîstin.

Gelên Ranya alaqarbûyînek mezin nîşanî standê dan. Bi dehan ciwan û jinên ciwan standê serdan kir.