Jina ku bi pereyan li ber avahiya HDP’ê rûdinê vê carê ji bo kurê xwe kar xwest

Dema ku Suleyman Soylû hate Wanê kesa ku her de pê re bû û di dema serdana esnafan de xwe wekî keseke ji gel dida nîşandan, derket holê ku ew jî li pêşiya avahiya HDP’ê rûdinê û kurê wê çend meh berê di şaredariya qeyyûm de xistine kar.

Nazan Sancar ku 2 sal in rojên înê li Wanê tevlî çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya HDP’ê dibe û êrîş dibe ser avahiya navçeyê. Gelek caran bi mûçeyên hikumeta AKP’ê tevlî daxuyaniyên li ber avahiya HDP’ê ya Amedê jî dibe.

Nazan Sancar a hefteyê carekê bi Waliya Wanê û qeyûm re hevdîtinê dike, ji bo mûçeyan havîna îsal li ber avahiya HDP’ê derbas kir. Nazan Sancar ku vê yekê mîna karekî dimeşîne, du kurên wê ji ber narkotikê, hevsera wê jî ji ber kuştinê di girtîgehê de ye.

Kurê Nazan Sancar ê bi navê Hekîm Sancar beriya 3 mehan li Daîreya Agahdariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dest bi kar kir. Nazan Sancar a ku di berdêla kiryarên xwe de ji hikumetê meaş digre, di serdana Suleyman Soylû ya Wanê de careke din derket holê. Nazan Sancar a ku di serdana Soylû de mîna ku yekê ji gel be bi Soylû re eleqeder bû ku ji xeynî wê tu kes eleqeder nîşan nedabû, vê carê armanca wê ew bû ku ji bo kurê xwe karekî peyda bike. Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylû daxwaza Sancar pejirand û diyar kir ku tiştên pêwîst wê bên kirin.

Nazan Sancar a ku bi vê yekê re nesekinî, ji bo berdana 2 kurên xwe alîkarî xwest. Lê hate hînbûn ku Soylû ev daxwaz nepejirandiye.

Nazan yek jî wan kesan e ku ku pêşengiyê ji êrîşên li dijî HDP’ê dike. Sancar ku bi alaya Tirk û tîşortên spî tê ber avahiya HDP’ê, bi teşwîqên polîsan di êrîşên fizîkî de jî cih digre.