Jina bi nexweşiya penceşêrê ya nexwest li ber avahiya HDP’ê rûne hate destgîrkirin

Leşker û cerdevanan ji jina nexweşiya pençeşêrê Ayla Seyîtoglû re got “Biçe ber avahiya HDP’ê”. Seyîtgolû ev tişt red kir û hate destgîrkirin.

Leşker û cerdevanan, di saetên serê sibê de li gundê Serde ya navçeya Hênê ya Amedê, bi ser mala jina bi nexweşiya penceşêrê Ayla Seyîtoglû ya 50 salî de girtin. Leşkerên bi ser malê de girtin ji Seyîtoglû re gotin “Zarokê te li çiyê ye. Here ber avahiya HDP’ê ya Amedê û li wê derê rûne.” Lê Seyîtoglû ji ber ku ev ferzkirina leşkeran red kir, hat destgîrkirin. Hinceta destgîkirina Seyîtoglû nehat zanîn. Di heman demê de nehat zanîn ku leşkeran Seyîtoglû bi ku ve birin. Hat, diyar kirin ku Seyîtoglû ji ber nexweşiya xwe ya penceşêrê, tedawiya kemoterapî dibîn e.

2 KESÊN DIN HATIN DESTGÎRKIRIN

Li aliyê din, polîsan di saetên serê sibê de bi ser malên rêveberê HDP’ê yê Amedê Şexmûs Şenyîgît ê li navenda Amedê dijî û welatiyê binavê Yilmaz ê paşnavê wî nehat zanîn de jî girtin. Polîsan di lêgerînê de hemû alavên malan belav kirin, Şenyîgît û Yilmaz binçavkirin. Her du kesên hinceta destgîkrina wan nehat zanîn, li Miduriyeta Polîsan a Bajêr tên girtin.