'Jin li dijî dîktatoriyê têdikoşin'

Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kir ku pergal dixwaze hemû deskeftiyên jinan têk bibe, rê li ber komkujiyên jinan veke û got: "Jinên ku al ji dest xwişkên Mîrabel wergirtin, ji bo pêkanînan jiyaneke wekhev wê careke din dakevin qadan."

Di 25'ê Mijdara 1960'î de li Komara Domînîkê li ber kendalekî cenazeyê 3 jinan hatibû dîtin. Ev her sê bedenên bêgiyan bûn sembola têkoşîna li hemberî dîktatoriyê. 3 xwişkên hev ên li herêma Cîbas a Komara Domînîkê hatin dinyayê û bi navê "Xwişkên Mîrabel" hatin naskirin, ji wan Patrîa di meha Hezîranê ya sala 1960'î de Tevgera Clandestîneyê ava kir. Paşê Mînerva û Marîa Teresa jî tev li vê tevgerê bûn. Piştî vê dîktatoriya Trûjîllo bi zext û zorî bi ser wan de çû. Her sê jin, ji ber têkoşîna xwe ya li hemberî dîktatoriyê bi zext û zoriyên giran re rû bi rû man. Piştî dîktator Trûjîllo fêm kir bi zext û zoriyan nikare rê li ber têkoşîna jinan bigire, di 25'ê Mijdara 1960'î de dest bi îşkenceyê kir. Gava xwişkên Mîrabel, ji serdana hevjînên xwe yên di girtîgehê de vedigeriyan, hêzên dîktator Trûjîllo bi zorê ew ji wesayîtên wan derxistin û destdirêjî wan kirin û ew bi îşkenceyê qetil kirin. Wê demê ji bo mirina xwişkên Mîrabel hat gotin ku "qeza" kirine. Piştî mirina wan bi salekê, tevger û têkoşîna wan dawî li dîktatoriya Trûjîllo anî.

BI ÇALAKIYAN HATIN BIBÎRANÎN

Jinên Amerîkaya Latîn ku xwişkên Mîrabel ji bîr nekirin, wan bi navê "Pinpinîk" bi bîr anîn û di 25'ê Mijdara sala 1981'ê de li Komara Domînîkê kom bûn û konferanseke jinan li dar xistin. Di konferansê de biryar hat girtin ku roja qetilkirina her sê xwişkan kirin "Roja Têkoşîna Li Hemberî Tundiya li Dijî Jinê". Paşê di sala 1999'an ev roj ji aliyê Neteweyên Yekbûyî jî bi heman awayî hat ragihandin. Piştî vê jinan li çar hawirdorê cîhanê bi çalakiyên cur bi cur "Pinpinîkan" bi bîr anîn.

Têkoşîna xwişkên Mîrabel li Kurdistan û Tirkiyeyê jî didome. Li Tirkiyeyê her roj herî kêm jinek tê kuştin û bi dehan jin rastî tundiya mêran tên. Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan anî ziman ku jinên ala ji dest xwişkên Mîrabel wergirtin, ji bo pêkanînan qanûnan û wekheviya zayendî wê careke din dakevin qadan.

‘PARASTINEKE REWA DERKET HOLÊ’

Gokkan da zanîn ku li dijî serdestiya mêr timî ew di nava têkoşînê de bûne û wiha axivî: “ 25’ê Mijdarê ji bo me roja têkoşîn û berxwedana li dijî dîktatoran e. Em di sedsala 21’an de dijîn û dibînin, di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de wê jin çawan xwe ji dîktatoran biparêzin? Em TJA li dijî dewleta mêr û malbata mêr me ti carê stûyê xwe xwar nekiriye û timî em di nava têkoşînê de ne. 40 sal e em li dijî vê serdestiya mêr têdikoşin. Timî em dibînin ku şerê bênav di navbera mêr û jinê de derketiye. Mêr ji roja serdest bûye û heta roja îro şerekî bênav domandiye. Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jî ev şerê bênav, binav bû. Hêzeke weke DAIŞ’ê bi taybet li Kurdistanê û bandora xwe li ser tevahiya dinyayê kir bû bela. Lê belê yê ku ew hişmendiya emperyal û teqandina mêr rawestanin jî jinên Kurd bûn.”

‘LI DIJÎ DÎKTATORIYÊ JINAN SERÎ HILDA’

Gokkan destnîşan kir ku li Rojava jinên Kurd dibin sêwana YPJ’ê de û li Bakur jî weke TJA em xwe li dijî van hêzan diparêzin û wiha domand: “Li gel vê yekê parastinek rewa derket holê. Çima parastina rewa derket holê? Ji ber ku di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de hêza desthilatdariya mêr li hemû deverên Kurdistanê belav bû. Di berxwedanên rewa de jî jinan behs dikir û digotin, di berxwedana Sûr, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn û Geverê de kesên ne bi Kurdî ne jî bi Tirkî dizanin Erebî diaxivin êrîş dikir, ew jî DAÎŞ bû. Li van qadan ji sedî 70’î jinan qad neterikandin. Ji sedî 30 ji wan jinên ciwan û zarok bûn. Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jinan li ber xwe daye. Ji bo vê yekê jî 25’ê Mijdarê ne di wan şert û mercên Domînîk te, di wersiyona sedsala 21’an de derketiye holê.”

‘DEMA BIRDOZIYA MÊR TÊK DIÇE, ÊRÎŞÎ JINÊ DIKE’

Gokkan daxuyakirin ku TJA di vê mehê de li dijî dîktatoriya parastina rewa dest pê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kampanyaya me ji 15’ê Îlonê dest pê kir û heta 10’ê Kanûnê berdewam dike. Kampanyaya bênavber didome. Bi tevlîbûna 3 hezar kesan me çar atolyeyên ku em ê çawan bi vê hişmendiya serdest ya mêr re têbikoşîn me da destpêkirin. Di atolyeyên me de gelek hevalên mêr jî tevlî bûn. Hişmendî ji bo me berxwedana rewa ye. Berxwedana rewa ji bo me rêxistin û perwerde ye. Bi siyasî, rêxistinî, çandî, aborî, perwerdehî û li gelek qadan me ev kampanya domand.

Niha di 25’ê Mijdarê de pêvajoya ku em hatinê li hemû gund, navçe û bajarên Kurdistanê, em hişmendiya serdest têk bibin. Niha li Tirkiyeyê rejîma AKP-MHP’ê dijminatiya jinê dike û komkujiya li dijî jinê diafirîne. Weke stratejiyekê kirîne, çawan ku bîrdoziya mêr têk diçe ew jî dixwazin bîrdoziya azadiya jinê têk bibin. Ev herdu xet li Kurdistan û Tirkiyeyê şerekî dijwar didomînin.”

‘BI TÊKOŞÎNA XWIŞKÊN MÎRABEL’

Gokkan, bal kişand ser wateya Peymana Stenbolê û ev tişt got:"Ji ber newekheviya zayendî ya civakî, tundiya li ser jinan zêde dibe. Di vî warî de Peymana Stenbolê xwedî rolekî tevdîrgirtinê ye. Sedema tundiya li ser jinê aşkere dike û pêşîlêgirtina wê gav bi gav vedibêje. Yanî Peymana Stenbolê, ji bo pêşîlêgirtina tundiyê xwedî roleke mezin e. Ji bo vê yekê jî dewlet dixwaze vê ji nû ve bide nîqaşkirin û êrîşên li dijî jinan rewa bike. Bi vê boneyê em tu carî stûyê xwe xwar nakin û di nav çar dîwaran de em çalakiyên xwe nakin. Em ê 25’ê Mijdarê bi têkoşîna xwişkên Mîrabel dakevin qadan û têkoşîna jinê bilind bikin. Tax, kuçe, navçe û bajar ên me ne û ti kes nikare dagir bike.”

‘EM XWE DIPARÊZIN’

Gokkan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku pergal dixwaze hemû deskeftiyên jinan têk bibe û got: “Em jî dibêjin ji bo deskeftiyên me yên siyasî, çandî û jiyanî têk neçin divê hemû jin dakevin kolanan û daxwazên xwe yên azadiyê biqîrin. Em ê li dijî dîktatoran bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Em li dijî êrîşan xwe diparêzin’ em ê dakevin qadan.”