Jin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan

Jinên gundê Barê yê Şengalê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi sedan jinên Êzidî û Ereb li gundê Xelef ya Şengalê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kombûn û ber bi gundê Barê ve meşiyan. Jinan di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û TAJÊ hildan.

Jinan di meşê de timî dirûşmên “Em ê tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê bi hilweşînin, bi Rêber Apo re azad bijîn’ û “Bican, bixwîn, em biterene Ocalan” û “Bê serok jiyan nabe” berz kirin.

Meşa jinan piştî gihîşt gundê Barê, endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Hiço bi navê girseyê daxuyanî xwend. Hiço diyar kir ku tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û got: “Li Îmraliyê bêdadiyeke mezin heye. Ev bêdadî berovajiyê hemû qanûnên navnetewî ye. Armanca Tirkiye û hêzên navnetewî ew e ku fikrê Rêber Apo negihije gel. Ji ber gel bi fikrê Rêber Apo jiyaneke azad ji xwere ava dike.”

Hiço da zanîn ku difikirin ku bi tecrîdê têkiliya gel û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hev qut bikin û wiha pê de çû: “Lê ji 1999’an ve heya niha Rêber Apo îspat kiriye ku gelê ku bi fikra wî perwerde bûye, têk neçe.  Gelê ku xwe bi fikra Rêber Apo perwerde kiriye û rêxistin kiriye, wê li dijî desthilatdariya wan raweste.”

Di dawiya daxuyaniyê de Hiço diyar kir ku jinên Êzidî û Rojhilata Navîn, bi taybetî jinên Iraqî bi rêya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rizgar bûne û bi van gotinan dawî kir: “Me bi saya fikrên Rêber Apo bi rêxistin kir. Lewra erka me ye ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têbikoşin. Em soz didin ku heya tecrîd û fermanan têk nebin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.