'Jin bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan li dijî komployê têdikoşin'

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên bal kişand ser têkoşîn û rola jina Kurd a li dijî komployê û got, "Jin li ser fikir û felsefeya Ocalan têdikoşin. Bi vê têkoşînê hem xwedî li Ocalan derdikevin hem jî komployê pûç dikin."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15’ê Sibata 1999’an bi hevkariya gelek hêzên cîhanî û navxweyî bi kompoyeke navneteweyî li Kenyayê dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker hatiye kirin. Ev komplo dikeve sala xwe ya 25’an.

Divê çarçoveyê de Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Tara Husên li ser têkoşîn û rola jinê ya xwedîderketina li Ocalan û valaderxistina komployê ji ANF’ê re nirxand.

Tara diyar kir ku ev 24 sal in li ser Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mirovahiya aştîxwaz derbas dibe û ew dikev in sala 25’an a komployê û got: “Ji bo me her saet û rojek dijwar e. Her rojek bi berxwedanê rû bi rûyê vê komployê dibin.”

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên qala derketina Ocalan kir û wiha domand: “Piştî nîv sede ji peymana Lozanê û Sykes Picot parçekirina Kurdistan û dagirkeriyê, Rêber Apo ji bo geleke mezlûm û çewsandî ku di dîrokê de ji bo azadî û mafê xwe têkoşîn dayî, derket. Her wiha em şahidî ji berxwedan û têkoşîneke ya bê hempa li Girava Îmralî, tez û pradîgmaya Rêber Apo re dikin. Divê her mirov û ferdekî Kurd vê dîrokê baş bixwîne. Ev sedsala me behsê dikin sedsaleke ku ji bo Kurdan statûyek hatiye nîşandan, nîv sedeye ku Rêber derketiye holê ku vê statûyê qebûl neke û têkoşîn bike. Ev rêber bi tez û pradîgmayeke nû her kêlî li dijî vê li ber xwe dide. Her roja diçe ev berxwedan fireh dibe.

Ji hemûyê girîngtir nêzî çarêkek a sedeyekê ye li dijî Rêbertî komployeke hate kirin, li girtîgehek taybet, li graveke taybet, sîstemeke taybet tê raberkirin û tê êşkencedan. Çawa ku ji Emerîka bigire heta Îsratîl, NATO, Yekîtiya Ewropa di nava vê komployê de cih girtin, bi heman rengî ji bo birêvebirina sîstema Îmralî hemû hêzên wan ên îstixbaratî jî cih digirin û kontrol dikin. Ji bo wê hemû ew berpirsin.”

‘JIN KURD BI TÊKOŞÎN Û DAYÎNA QURBANIYAN XWEDÎ LI RÊBER APO DERDIKEVE’

Li ser rola jin û têkoşîna jinê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abddullah Ocalan Hevseroka Tevgera Azadî Tar Husên ev nirxandin kir: “Rola jinê di nava vê têkoşînê de herî berçav e. Têkoşîneke mezin a Rêber Apo ji bo azadiya jinê ye. Mirov dikar bêje di kesayetiya jina azad de, li berxwedana Rêber Apo ya çi li zindan û li derve, li qadên têkoşînê kariye van pîlanan vala derbixe. Jin kariye bi rengekê cih di têkoşînê de bigire ku komployê bê wate valal derxîne. Jina Kurd niha pêşengtî ji model û sîsemeke nû re dike. Jina Kurd di çarçoveya firkir û îdeolojiya jina azad a Kurd de ku Rêber Apo mîmarê wê ye, kariye îro bibe xwedî hêza parastin, partiya xwe hebe, di nava xwerêveberiyê de cih bigire, di nava sîstema hevserokatî de cih bigire û pêş bixe. Di nava qada dîsplomasî de cih bigire. Îro berhema fikir û felsefeya Rêber Ocalan bi taybetî di nava jina Kurd de tê dîtin û pêşengtî ji jinê herêmê, Rojhilata Navîn û Cîhanê re dike. Jina Kurd bi berdewamkirina vê têkoşînê û dayîna qurbaniyên li dijî vê komployê hem xwedî li Rêber Apo derkeve û xwe ragir bûne. Bi sedan jin li ser fikir û fesefeya Rêber Apo bûn xelekek ji agir, nimûne Viyan Caf xwedî li Rêberê xwe derdikeve û li dijî her cûre kiryarên mêrsalarî têkoşîn dike.

‘JINAN XWE BI FIKIR Û FESEFEYA RÊBER APO NAS KIR’

Gelek sazî û medya şerê taybet hewl didin ku jinê ji xeta azadiyê dûr bixin. Ji bo berjewendiyên xwe yên taybet bikar bînin. Xeta azadiya xwe nebûn. Ramanê Rêber Apo di rewşeke wiha de ku jin di nav de dinaliya, karî ji wê yekê rizgar bike û li ber têbikoşe. Ramanê Rêber Apo heta asekê bandor li ser jinê kiriye. Jin dikarin bi vê fikir û felsefeyê vîna xwe derxînin holê, pêş bixin; kesayetiya xwe binasin, hebûna xwe binasin. Dîroka xwe bizanin û nûnertiya rast a jinê di her warê jiyanê de bike.”