Ji Yekgirtû daxuyaniya li ser Efrînê
Yekgirtû Îslamî li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyek da û xwest, êrîş bên rawestandin.
Yekgirtû Îslamî li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyek da û xwest, êrîş bên rawestandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Yekgirtû Îslamî de hat gotin, "Dewleta Tirk tevî hin komên çekdar êrîşî Efrînê dike. Êrîş herî zêde zerarê dide gelê herêmê. Divê Serokkomarê Tirk Erdogan tavilê êrîşa li ser Efrînê bisekinîne. Ji bo çareseriya siyasî ya li herêmê, divê rêyên siyasî û diyalogê werin ceribandin."