Ji xweliya hestên Viyan xwe afirandibû

Tu carî jiyaneke ji rêzê û besît qebûl nedikir û li hember terzên jiyana wer, bi hemû hêza xwe nerazîbûn nîşan dida. Xwe di haveynê felsefe û bîrdoziya Rêberê xwe de strandibû, her diçû bi pêş diket û digihişt asteke kamilbûn û bilindbûnê. 

"Vala vala nemirin zarokên gel
Stêrk stêrk rijiyan axê
Lewma wê randevuya mirovatiyê ya bi şoreşê re
Di kêliya ku berbang herî sor be pêk were…"

Di dîroka her gel û neteweyekê de qehreman û egîd derketine, ew gel û welat ji bindestî, koletî û zilm û zordariyan rizgar kirine. Tu carî ji bo xwe nefikirîne bi her tiştên xwe, bûne yên gel û xaka xwe. 

Tevgera Azadiyê ya Kurdistan, dema wek komeke kakil li paytexta dagirkeriyê Enqereyê -ku li vî bajarî serwer û mêtinkaran planên tunekirina Kurdan dabûn- derket holê, komek egîd, qehremanên esîl û xwedî keramet bêyî kêliyekê jî ji bo xwe bifikirin, heta her mûrehkên xwe xwe dan ber wezîfe û erka rizgariya gelê Kurdistan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi fikir û felsefeya xwe rêxistin û partiyeke ku timî egîd û lehengan ava bike afirand. Bi van egîd û lehengan gelê Kurd rabû ser piyan, dijminên xwe nas kir û di nav her şert û mercî de xwedî li rêxistin, partî û têkoşîna azadiyê derket. Di vê merheleyê de şehîdên azadiyê bûn xwedî roleke herî bilind û pîroz. Bi şehîdan re gel rabû serhildanê, tirsa bi sedê salan şikand, di serdem û merheleya ber bi azadiyê ve qonaxeke nû dihat destpêkirin. 

'HEBÛNA HERÎ BI QÎMET, ŞEHÎD IN'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî pîroziya şehîdan a di têkoşîna azadiya gelan de wer dibêje: "Eger bê xwestin ji bo şehîdan terîfek were kirin, mirov dikare bêje, ew di pêvajoyeke wiha de herî kêm bi qasî gelek serketinên paşê hatin bidestxistin, bûyerên ku di hebûna wan de serketin bûye sembol in. Eger em jiyanê wek fêmkirineke di asta jêr de nagirin dest, eger em bi armanceke ku em civakekê ji nû ve biafirînin û bi avakirina terzekî şoreşgerî ketibin rê; em ê qebûl bikin ku di nav van armancan de hebûna herî bi qîmet, ên sax û bi rastî dijîn şehîd in. Wateya hîn zêdetir bilindkirina jiyanê, di esasê xwe de wek hîn zedetirkirina şehîdan, em ê bi şêweyê ku şehîdên yekemîn xwe kirine artêşek fêm bikin. Em li tevahiya şerê gel û neteweyan binihêrin, ew bi vî awayî nêzî rastiyên xwe bûne. Û her şehîdên xwe zêde kirine jî serketin dîtine. Berevajî wê her tim têk çûne, hatine pelçiqandin û lanetkirin."

Ji her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt keç û xortên Kurdistan di vê têkoşîna bilind û pîroz de canê xwe dan û gihiştin merheleya bilind a şehadetê. Her wiha ji gelek gel û neteweyên din jî ciwan tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurdistan bûn û bi şehadeta xwe biratiya gelan misoger kirin. 

Bêguman her milîtan û gerîlayên azadiyê yên di rêya Rêbertiya xwe û şehîdan de dimeşin, hêvî, armanc û hesretên xwe diyarî hev dikin.  Timî di nav hewldanan de ne ku bibin layiqî heval û hevrêyên xwe yên şehîd. 

'BI SALAN DI NAV XEBATÊN CIWANAN DE MA'

Gerîlayê PKK’ê Sîrvan Alî yê bi nasnav Egîd Caf ku sala 1983'yan li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê çavên xwe li cîhanê vekir, bi salan li Başûrê Kurdistanê di nav xebatên ciwanan û PÇDK'ê de cih girt. Li vir navê endama Meclîsa Leşkerî ya YJA STAR Viyan Caf (Leyla Walî Huseyîn), bihîst paşê ku ew dît ji têkoşîn, sekn û jiyana wê pir bandor bû. Piştî Viyan çalakiya xwe pêk anî û gihişt şehadetê, Egîd berê xwe dide çiyayan û tevlî nav refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistan dibe. 

Li Şikefta Birîndar wek milîtan û gerîlayekî Apoyî erk û wezîfeya ji bo gel û axa xwe pêk tîne. Egîd hevrêya Viyan bû, Viyanbûn û xeta berxwedanê di dilê xwe de çandibû. 

'ÇAVÊN WÎ WEKE ROJEKE RONAK DIBERIQÎN'

Hewl dida têkildarî fermandar Viyan pirtûkekê amade bike. Digot, "Ez dixwazim bi vî awayî bibim layiqî hevrê Viyan." Heta cihekî ev xebata xwe meşandibû. Lê beriya pirtûka xwe biqedîne, gihişt şehadetê.   

Gerîlayê azadiyê Egîd, di jiyan, perwerde û hemû xebatên xwe de timî serketî bû. Xwedî jiyaneke cuda bû. Xweşikbûna di hundirê wî de xwe di sekn û axaftinên wî de nîşan dida. Çavên wî timî weke rojeke ronak diberiqîn.

Xwe ji xweliya hestên heval Viyan afirandibû. Her kêlî bi heval Viyan re dijiya. 

'TEHEMÛLA WÎ JI NEYÊNÎ Û ZEÎFIYAN RE NEBÛ'

Di aliyê rêxistinî de pir hesas bû. Û tu carî tehemûla wî ji neyênî û zeîfiyan re nebû. 

Gerîla û milîtanekî Tevgera Apoyî bû, pir dilsoz û hestyar bû. Bi jidilbûn û duristiya xwe di nav heval û hevrêyên xwe de mînak bû. Bi qasî ku durist û jidil bû, ew qasî jî di xizmeta rêxistina xwe ya bi xwîn û xwêdana hezaran şehîdan pêş diket de bû. Di her kar û xebata têkoşînê de, her li pêş bû. 

Tu carî jiyaneke ji rêzê û besît qebûl nedikir û li hember terzên jiyana wer, bi hemû hêza xwe nerazîbûn nîşan dida. Xwe di haveynê felsefe û bîrdoziya Rêberê xwe de strandibû, her diçû bi pêş diket û digihişt asteke kamilbûn û bilindbûnê. 

Gerîlayê azadiyê Egîd, her tim fermandara PKK'ê Viyan ji xwe re mînak digirt. Timî li herî nêzî Viyan ma û bi xwe re di meşa azadiyê de hevrêyên xwe zêde kir. 

Şervanê xeta Viyanbûnê gerîlayê PKK'ê Egîd, bi 8 hevrêyên xwe re ku bû yek ji afirînerê berxwedana Zapê, 28'ê Sibata 2008'an di şerekî li hember hêzên artêşa Tirk de tevlî karwanê Nemirên Kurdistan bû. 

Nasnav: Egîd Caf
Nav û Paşnav: Sîrvan Alî
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Silêmaniyê/1983
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Elî
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2004/Başûrê Kurdistan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 28’ê Sibata 2008/Zap