Ji Silêmanî çavdêriya referandûmê!

Wê roja Înê êvarê ji PDK û YNK’ê heyetek tevî Serokkomar Fûad Masûm biçe Bexdayê. Wê bi heyeta Ereb a piraniya wan Şîa ye hevdîtin pêk bîne. Piştî hevdîtinê vegere Hewlêrê û roja Şemî êvarê biryara esasî ya derbarê referandûmê de eşkere bike.

20’ê Îlonê serê sibê ji Dusseldorfê ber bi Silêmanî bi rê ketim. Dema balafir gihişt Silêmanî hewaya referandûmê xwe dida der. Ji hewa ve li gelek deveran hebûna alan bal dikişand. Di nava balafirê de jî mijara sereke ya dihat axaftin, referandûm bû. Yên polîtîk û rojevê dişopînin,  li ser îhtimala taloqbûna referandûmê diaxivîn. Lê yên din, tam ketibûn bin hewaya referandûmê. Baweriya wan ew bû ku, wê di 25'ê Îlonê de referandûma serxwebûnê pêk were.

Dema em gihiştin balafirgehê tevî hewaya germ, hewaya referandûmê jî, ji hemû aliyan diyar bû. Nêzî piraniya wesaîtan bi alan hatibûn xemilandin. Li derdorê hebûna zêde ya hêzên pêşmerge û asayişê jî, nîşan dida li bajêr rewşeke awarte heye. Dema ajokarê taksiyê, nêrî ez bi meraqeke mezin li derdorê dinêrim, kete navberê û got:  Mesûd Barzanî hatiye Silêmanî. Wê mîtînga referandûmê pêk bîne.

Tevî ku çoş û heyecana referandûmê xuya dikir, lê gotineke ajokar, ez şaş û metal hiştim. Ajokarê me digot Barzanî û Partî (KDP), Asayişa Hewlêrê bi xwe re aniye. Ev mînîbus û wesaît jî,  ji Hewlêr hatine. Bi van gotinan sedema hebûna zêde ya hêzên pêşmerge û asayişê jî, zelal bûbû. Di heman demê de vê gotinê, mîtîngên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayîp Erdogan anîn bîra min! Ji xwe di nava Silêmanî de ji bilî derdora cihê mîtîngê ti heyecana hatine Barzanî û wêneyên wî xuya nedikir. Vê yekê 2 parçetîtiya Başûr jî, radixist ber çavan.

Piştî dîtina çend hevalan, ji bo rendevûyekê çûme Otela Şarî Ciwan ku bûye yek ji sembola Silêmanî. Ev otel bi rengê xwe yê şîn û bilind ji hemû deverê Silêmanî xuya dike. Di dema çûyin û ketina hundur de jî ewlekarî û kontrola zêde heye. Ji çûyina otelekî zêdetir, çûyina cihê ewlekarî tîne bîra mirov! Lê dema mirov dikeve hundur û atmosfera wê dibîne, sedema ewqas kontrol û ewlekariyê fêm dike.

Otel wekî navendeke siyasî ye. Otel veguherîbû wekî deverê nîqaşa referandûmê. Tevî Serokkomarê Iraqê Dr. Fûad Masûm û endamên Desteya Bilind a referandûmê gelek payabilindên partiyên cûda li wir hebûn. Derfet çêbû û ez  jî, bi gelek rêveber û siyasetvanan re biaxivim. Mijara sereke jî aqûbeta referandûmê bû. Kî dihat, pirsa aqûbeta referandûmê dikir. Piraniya wan endamên mektebên siyasî yên partiyan, parlamenter û rêveberên partiyan bûn. Tiştê ku min ji axaftinan fêhm kir, wê referandûma 25’ê Îlonê ji bo 2 salan taloq bibe.

DYA: 100 sal sekinîn, 2 salên din bisekinin

Lê berê wê roja Înê êvarê ji PDK û YNK’ê heyetek tevî Serokkomar Fûad Masûm biçe Bexdayê. Wê bi heyeta Ereb a piraniya wan Şîa ye hevdîtin pêk bîne. Piştî hevdîtinê vegere Hewlêrê û roja Şemî êvarê biryara esasî ya derbarê referandûmê de eşkere bike. Encam jî, di nameya Amerîka nivîsandiye de veşartiye. Derfet çêbû, wê nameya 3 rûpelî ya Amerîka nîvîsiye, Fransa, Îngilstan û Neteweyên Yekbûyî desteg dike jî, bixwînim. Di nameyê de gelek tişt hene. Bêguman bi şertê xalên di nameyê de cih digirin, eşkere nekim, nîşanî min dan. Lewma ez ê qala naveroka giştî nekim. Lê dikarim vê bibêjim, Amerîka gotiye, hûn 100 sal sekinîn, 2 salên din bisekinin. Lewma jî îhtimala mezin, wê roja Şemiyê êvarê, di çarçoveya garantoriya Amerîkayê de referandûm ji bo 2 salan were taloqkirin. Eger di nava 2 salan de, Hewlêr û Baxda nekarî pirsgirêkên xwe çareser bikin, wê çaxê wê referandûm bi piştgiriya Amerîka, Îngilistan, Fransa û Neteweyên Yekbûyî pêk were. Lê heta wê demê, konjoktorekî çawa hebe, xwedê dizane!