Piştî rojeke aram, 3 roj beriya 27'ê Mijdarê li kampê dema ku li rabirdûyê dinihêrin, dibînin ku 20 rojên derbasbûyî çi zû derbas bûn. Roj dema ku têr û tijî be, mirov pê nahese bê çawa derbas dibe. Niha li yek ji çiyayên herî bilind ê Kurdistanê, li şikefteke sar, kûr û ewqasî tarî vê nivîsê dinivîsînim. Li vê şikefta ku em hewl didin bi fenerên biçûk ronî bike, ji ber şert û mercên giran ên zivistanê divê em 6 mehan bimînin.
Beriya her tiştî bibêjim ku heval hemû xwe ji bo pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK'ê, xwe ji 27'ê Mijdarê re amade kirine. PKK sala 1978'an li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê li mala hevalê Şehîd Seyfettîn Zogûrlû bi civînekê hate ragihandin. 27'ê Mijdarê ji bo gelê Kurd rojeke bi wate ye. Gelê Kurd bi PKK'ê re ji nû ve ava bû. Gelê Kurd bi hebûna xwe berê xwe da azadiyê û niha em di salvegera 35'an a PKK'ê de ne ku gelê Kurd gav bi gav nêzî azadiyê bûye.
Bi wesîleya vê rojê coşeke mezin bi hevalan hemûyan re heye. Bi qasî ku em ji radyoyê dişopînin her kesên xwedî wijdan û exlaq vê coşê parve dikin. Li qada ku em lê tune hatin hesibandin, gelek kiryarên bêexlaq û bêwijdan li me hatin ferzkirin. Lê belê me zanî bûn ku hêvî çiqasî hêja ye û namûs pîroz dît. Lewma ti carî em têk neçûn. Di 27'ê Mijdarê de me careke din serî hildan. Niha qeda bidawîbûna maratonê bi gavekê nêzî me ye. Em ê teqez yekemîn bin.
Li şikefteke bi vî rengî roj çawa derbas dibin. Teqez ev yek mijara meraqê ye. 6 mehan li binê erdê. Li şikefteke sar û tarî. Roj nîne, şênkahî nîne, ji bilî we ti zindî nîne. Yekane çavkaniya te ya nûçeyan jî radyo ye ku bi zorê dikişîne. Eger ev yek ji xerîbekî re bê gotin, bêguman wê bibêje 'ne karê mirovan e'. Lê vaye dibe. Eger tu bi eşqê bike, bi baweriyeke mezin, bi hêviyeke bêdawî bike, ti tişt nepêkan nabe.
Li vê şikeftê em ê 6 mehan tevî 30 hevalan bimînin. Bêguman em vê demê gelekî hêja dibînin. Ev dem wê derfetê bide me ku bêhtir kûr bibin û xwe perwerde bikin. Ji vê demê bikin dema rasteqîn û bi wate di her kêliyê de em ê hewl bidin. Em ê xwe ji nû ve biafirînin. Mîna derwêşekî li perestgeha azadiyê em ê bi şerê kesayetiya xwe, şoreşa wijdan û exlaqê pêk bînin. Yanî di vê pêvajoya zivistanê de em ê ji perwerdeyeke berfireh derbas bibin, xwe biguherînin, veguherînin û ji nû ve ava bikin. Bêguman ev yek wê bi têgihiştina xwe bibe. Destpêkê em ê parêznameyên Rêbertî baştir fêhm bikin. Em ê dersên rabirdûyê ji xwe re bikin tecrûbe. Ev tecrûbe wê bibe danheviya me. Û em ê vê danheviyê bi her awayî bixin meriyetê û ji bo paşerojê bikin hêviyeke mezin.
Bi kurtasî ji bo karibin bi ruhekî fedaî û fetihkirinê tevlî pratîkê bibe em ê bi îradeya xwe û hişmendiya xwe dest bi pêvajoyeke kûrbûnê bikin. Baweriya me ya bi vê yekê bêdawî ye.
Eşkere ye ku em ê li her kêliya jiyanê serketinê bi cih bikin û teqez bi ser bikevin.