Ji rêveberên Iraqê helwestekî metirsîdar

Rêveberên Iraqê cenazeyê şervanê Şengalê yê di êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker a 8’ê Mijdarê de birîndar bûbû û li nexweşxaneyê şehîd bû nedan malbatê, li aliyê din jî 2 sivîlên din ên birîndar bûbûn û li nexwexaneyê jî girtin.

Di 8'ê Mijdarê de balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a qirker, bombe li qadeke gundê Barê yê navçeya Xanesorê ya Şengalê barandibû.

Hêzên Yekemîn ên Serketî yên Şengalê (Nesir El Mubîn) têkildarî êrişê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ji ber vê êrişê sivîlekî ku karê sondaja avê dikir jiyana xwe ji dest da, şervanekî wan jî birîndar bû.

Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku ev êriş rasterast ji aliyê MÎT a Tirk û PDK'ê ve hatiye kirin û dewama lihevkirina 9'ê Cotmehê ya li dijî Şengalê ye.

Bûyereke ku îro qewimî careke din raxist pêş çavan ku ev peyman li dijî aramî û ewlehiya Şengalê ye.

Şervanê Nesir El Mubîn û 2 sivîlên pê re birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Mûsilê.

Hate ragihandin ku şervan şehîd bûye, lê cenazeyê wî radestî malbatê nehatiye kirin.

Her wiha her du birîndar jî li nexweşxaneyê hatine girtin.

XELKÊ ŞENGALÊ DAKET QADAN: DIXWAZE GIRTÎ BÊN BERDAN

Ev yek li Şengalê bû sedema nerazîbûneke mezin a xelkê Şengalê.

Bi sedan kesên ku li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a Şengalê kom bûn, dest bi meşê kirin.

Di meşa ku wêneyên şehîdên YBŞ hatine vekirin de, pankartên wekî, "Em ji zindanên we natirsin" hatin vekirin.

Her wiha dirûşmeyên dijî êrîşan hatin berzkirin.

Xwepêşandêran li ser rêya meşê seytereyek hêzên ewlekariya Iraqê desteser kir û diyar kirin ku heta cenazeyê şervanê YBŞ'ê tê teslîmkirin û herdu welatiyên birîndar jî tên berdan, wê çalakiya xwe ya li seytereyê berdewam bikin.