Şiyar Kobanê yê dema pêşmerge bû, ji berxwedana gerîlayên PKK'ê pir bandor bû û li ser vê beşdarî refên gerîla bû, got: "Di nava hêzên Kurdan de hêza ku herî zêde bi zanista netewa Kurd tevdigere PKK’e ye. Bang li ciwanên Kurd dikim, di nava refên gerîla de têbikoşin."
Şiyar Kobanê yê ku li bajarê Sîne yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik dibe, zextên polîtîka rejîma Îranê qebûl nekir, di sala 2009'an de derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Şiyar Kobanê yê ku nêzî 7 mehan li Başûrê Kurdistanê jiyana koçberiyê dewam kir, 6 salan weke pêşmerge kar kir. Di vê demê de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dest pê kir. Heman demê, berxwedana gerîlayên PKK'ê ya ku li dijî dijminê Kurdan bi taybet a li dijî DAIŞ'ê, pir bandor li ser Şiyar Kobanê dike. Di Tebaxa 2016'an de beşdarî refên gerîla dibe. Kobanê, der bir ku rastiya pirsgirêkên jiyana xwe di nava refên PKK'ê de serwext bûye û got; “PKK bi zanista netewa Kurd tevdigere.” Şiyar Kobanê nirxandinên xwe yên wan rojan ji ANF'ê re kir.
‘JI BER REJÎMA ÎRANÊ DERBASÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIBE’
Gerîlayê HPG'ê Şiyar Kobanê diyar kir ku ji ber polîtîkayên zilm û zextê ya dewlet Îranê ya li ser gelê Kurd, koçî Başûrê Kurdistanê kir, têkildarî rejîma Îranê jî wiha got: "Rejîma Îranê her demê li dijî gelê Kurd polîtîkaya êrîş û zextan li dar dixist û dawî lê naniye. Ji ber van zextan, lêpirsîn li rejîma Îranê nedibû. Ez gelek caran bûm şahidê êşkenceya rejîmê, polîtîkayên zextê yên li ser girtiyên Kurd ên li girtîgehan û darvekirinên li nava kolanan. Li hember van kiryarên hov ên dij mirovahiyê, min wek rê tenê koçkirina Başûrê Kurdistanê dît. Di sala 2009'an de derbasî Başûrê Kurdistanê bûm."
‘JIYANA 6 SALAN A PÊŞMERGETIYÊ’
Şiyar Kobanê li Başûrê Kurdistanê 6 salan pêşmergetî kir. Kobanê diyar kir ku pêşmerge di xizmetkirina Yekîtiya Netewa Kurd de têrê nake, parçeyî dinirxînet û wiha pê de çû: "Di sala 2009'an de; piştî salekê derbasbûna Başûrê Kurdistanê, min dest bi pêşmergetiyê kir. Ji ber nêzîkatiyên pêşmergeyan a li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, ez ketim wê ferqê ku ew ne di zanbûna netewî de tevdigerin. Hê zêdetir pêşmerge bi awayê eşîrtî, malbatî û herêmî diman, herî dawî ketim wê ferqê ku pêşmerge nabin hêviya azadiya gelê Kurd. Bi taybet beriya ku ez başdarî refên gerîla bibim, dema ku ez beşdarî operasyona Mûsilê bûm, min dît ku pêşmerge bi wesayîtên taybet an ên kesî ve tevdigerin. Bi beşdariya operasyona Mûsilê ya bi kelecan, dema ku min rewşên bi vî awayî dîtin, ev bû sedem ku lêgerîna min a azadiyê hê berfirehtir bibe û bikevim nava lêgerînên hê kûrtir. Li ser vî bingehî, lêgerîna min a azadiyê pêş ket."
‘GERÎLA FEDAIYÊN GELÊ KURD E’
Şiyar Kobanê têkildarî jiyana di nava refên gerîlayên PKK'ê û pêşmergeyan de ev nirxandin kir: "Pêşmerge beşeke ji bo pere û erkê ne. Ji bo vê gelek caran pêşmerge diketin nava lêgerînên pir cuda. Vê jî pêşmerge ji zanistiya netewa Kurd dûr dixist. Ji ber vê di parçeyekî de teng dimînin. Min ev bi awayekî pir zelal di operasyona Mûsilê de dît. Bi kelecana beşdarbûna operasyona Mûsilê, lêgerîna min a azadiyê pêş ket. Ev lêgerîn bû sedem ku li Kampa Mexmûrê Tevgera Azadiya Kurd binasim. Gotûbêjên gerîla; jiyan û têkoşîna wan gelekî bandor li ser min kir, bi her awayî xistim nava xewn û xeyalên azadiyê. Di gelek aliyên de ji pêşmergeyan cuda bûn. Gerîla fedaiyên gelê Kurd in. Jiyana wan, lêgerîna wan a têkoşînê bersiva vê yekê bû. Di pêvajoya 2 mehan de ku ez li gel wan bûm, min pirtûkên Rêbertî nasîn û hêdî hêdî min dest bi xwendinê kir. Her ku çû pirsên di serê min de hêdî hêdî mîna berfa ku roj lê bide heliyan û çareser bûn. Piştre jî min biryara tevlîbûna nava refên PKK'ê da."
‘RÊBERTIYA ME RÊBERÊ HEMÛ GELÊN CÎHANÊ YE’
Kobanê bi bîr xist ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengtiyê ji hemû gelên cîhanê re dike û wiha pê de çû: "Rêbertiya me ne tenê Rêberê gelê Kurd e. Rêberê hemû gelên cîhanê ye. Fikir, raman, îdeolojî û felesefeya Rêbertiya me îdeolojiya rizgariya hemû gelên cîhanê ye. Ev yek di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de ku bi ser Rojava û Başûrê Kurdistanê de anî, bi awayekî vekirî û zelal li ber çavan bû. Îdeolojiya Rêbertiya me; li Rojavayê Kurdistanê jiyan ji nû ve xuliqand. Bi avakirina vê sîstemê re nîşanî cîhanê da ku îdeolojiya rizgariya gelan e. Ji bo vê Rêbertiya me 19 sal in li Girava Îmraliyê di esaretê de ye, di nava tecrîdeke pir giran de ye. Tevî hemû bêderfetiyan jî bi fikir û ramanên xwe di serî de ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê bûye hêviya ronahiyê. Ji bo vê; em weke fedaiyên Rêbertiyê heta Rêbertiya me azad bibe wê têkoşîna me hê mezintir bibe, bidome."
Herî dawî gerîlayê HPG'ê Şiyar Kobanê, di serî de ciwanên Rojhilat, Başûrê Kurdistanê û pêşmerge jî di nav de bang li hemû ciwanên Kurdistanê kir ku beşdarî refên gerîlayên PKK'ê bibin.