Ji pênûsa rêwiyên azadiyê nameyên ji Rojê re -5

Xeyalên zarokatiyê bû xeyalên zarokên welatê agir û rojê. Bi hezaran jinên ciwan bi xeyala dîtina Rojê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Hesretên mezin di dilên mezin de bûn qirîn. Pênûs bêrîkirênên bê dawî nivîsandin. 

Xeyalên zarokatiyê bû xeyalên zarokên welatê agir û rojê. Bi hezaran jinên ciwan bi xeyala dîtina Rojê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Hesretên mezin di dilên mezin de bûn qirîn. Pênûs bêrîkirênên bê dawî nivîsandin. Gerîlayên YJA Starê Nûjiyan Ararat, Dîcle Efrîn, Sorxwîn Amed, Mizgîn Kobanê, Nûcan Agirî, Amara Jiyanda, Hêvîdar Cûdî, Bêrîtan Sîser û Adar Ararat hestên xwe bi vî rengî li rojnivîsên xwe tînin ziman:

NÛJIYAN ARARAT: RONAHIYA DILÊ MIROVAHIYÊ

Rêberê min, çavkaniya hest, bîr û baweriya gelê me. Te bi fikir û ramanên xwe gelê Kurd ji xewna hezaran salan şiyar kir û berê wan da ronahiya bê dawî.
Êdî ne tenê gelê Kurd tevahiya mirovên dilsoz ên xwedan biryarên jiyana azad bi dirûşme ya; “Êdî bese” re dixwazin Rêberê mirovahiyê re bijîn û bi hebûna wî re rêya vejîna heta dawî bijîn. Êy Rêberê min, roniya çavê min, tevahiya jinên xwedan hestên azadiyê ber bi jiyana azad ve bi rê ketine, ji bo xwe rêya têkoşînê hilbijartine. Ji bo ku bi cewhera xwe bijîn, ji tevahiya bandorên pergalî xilas bibin divê em têkoşîneke bê eman bidin, rêya vê jî bi jiyîna rastiya felsefa we dibe. Ji bo ku em vegerin cewhera xwe divê di biryara têkoşîn û berxwedanê de bibin xwedan sekneke hîn xurt.

Rêberê min Roja geş a ku li Mezopotamya yê hilat, ji bo tevahiya mirovahiyê deriyeke nû ya jiyanê vekir da ku çavên tarî vebin û ronahiya Rojê di dil de bijîn. Bi hebûna Rêberê mirovahiyê re em bûn xwedan bîr û bawerî. Ji zarokeke biçûk heta kal û pîrên heftê salî di rêya we de heta dilopa xwîna dawî têkoşiyan, li jerzêmînan hatin şewitandin, di nava kolanan de bi rojan di nava xwîn û seqemê de man, zarokên 10 salî bi guleyên kujeran hatin qetilkirin lê li ser zimanên dildar û têkoşeran ti carî dirûşme ya; “Bê Serok jiyan nabe!” tine nebû. Ji ber ku çavkaniya hêza gelan di vê rastiyê de veşartiyê, heta hinavên xwe bi vê rastiyê re dijîn da ku bikaribin di siberojên azad de bi Rêberê azad re bijîn. Îdîaya têkoşînê dilê me weke wolkaneke tijî dike û em ê bi germahiya agirê şerê azadiyê di dilê neyaran de şerê man û nemanê bidin. 

DÎCLE EFRÎN: BI TOLHILDANEKE BÊ EMAN EM Ê BIBIN BERSIV

Rêberê min, her ku ev roj tê hêrsa di hindirê min de wiha mezin dibe ku peyv tine ye vebêje. Pênûsa min dibe mêvanê lênûsa min û li peyvan digere. Digere da ku vebêje neyartî, mijokarî û sextekariya Ehrîmanan. Ey Rêberê, min wek jineke her ku bîr li we dikim bi taybetî wek jineke hîn zêdetir ji bo hest û jiyaneke azad têdikoşim. Bextewarim da ku li wargehên te em û fêrî alfabeya jiyanê dibin. 

Ey Rêberê min, sond be wê ew roj ji neyaran re nemînê û tolhildana me ewqasî mezin be ku wê dîroka şaş ji xwe şerm bike û heqîqeta têkoşîna azadiyê bi tîpên zêrîn binivîsîne. Çawa ku wê rojê ji me re kirin birîneke kûr em ê jî xaka Kurdistanê ji bo wan bikin goristan. Sonda min jî hebûna xwe bi wate kirin û tolhildanekî bê eman ji dijmin hildan e. 

SORXWÎN AMED: KELECANA HESTAN

Ey dîrok ji bo demekE kurt be jî dengê lênûsa min bibîhîse û vebêje îxaneta Enkîdo, zilma Ehrîman û xwînmêjiya Dehaqan. Dîsa hat ew roja reş û tarî ya ku tevahiya bedena min diqerisîne. Dest mecal nedidît da ku pênûs bibe ser lênûs û vebêje wateya vê rojê ji ber ku di wan kêliyan de tevahiya hest, bîr û hizir dibin mêvanê dilên ku bûne pêtên ji agir. Tevahiya Rojhilata Navîn kete nava bêdengiyeke ji qîrîna hezaran salan. Agirê ku geş bû di heman demê de bû; hêz, bawerî û vîna ku xwe gihand lûtkeyên çiyayan mîna lehiyekî bê eman li ser mêtîngeriyê herikî. Ev qirîn di birînê de dinaliya û nalîna xwe ber dida li ser axa Mezopotamyayê. Qey tê ji bîrkirin îxaneta ku li xweza, gerdûn û cîhanê hatiye kirin. Birîna Enfal, Geliyê Zîlan, Helepçe û Dersîmê xwe cardin zindî kir.

Ev hemû jî ne çarenûs in. Wê carê bi hezaran dilsoz û dilşadên welat, bi vîna azad serî hildan. Bêyî ku dudil bibin li ser welatê roj û agir sond xwarin da ku di fêrgeha te de bi mebesta rêwîtiyê û di şopa heqîqetê de ev birîn, nalîn û jana mirovahiyê bidin jibîrkirin. Ev dîlgirtin, dîlgirtina rûkeniya dayikan e. Dîlgirtina hêviyên çavên zarokan e. Dîlgirtina hestên mirovahiyê û îxanetekî bextreş e ku ne gengaze bê jibîrkirin. Ji vê hestê tolhildêr bi hezaran keç û xort bûn rêwî û berê xwe dan welatê rojê û em hemû fêrbûn ku ev dîlgirtin tê wateya dîlgirtina hizra azad a ku di her kêliyê de jiyanê ji nû ve diafrîne, miriyan zindî dike û tevahiya lewaziyan xurt dike. Ev dîlgirtin di rastiyê de dîlgirtina Rojhilata Navîn û nirxên mirovahiyê ye. Ji ber wê ti carî dil napejrîne dîlgirtina te. Rêberê min, PKK wateya hebûn û jiyanê ye. PKK berhema destketiyên we ye. Ez jî wek jineke şoreşger bextewar im. Bi felsefe û ramanên we li hebûna xwe digerim. 

MIZGÎN KOBANÊ: KÊLIYEK BI EVÎNDARÊ AZADIYÊ RE

Ew roj 15’ê Sibatê bû ku ziman lal, çav kor û mêjî rawestiya bû, dengê qirîn û nalîna mirovahiyê erd û ezman hejand. 

Ew roj heman roj bû ku çirûskeke ji agir di hinava hemû gelan de bû mîna aşûtek û mala bêbextan xirab kir. Pêtên agirê di nava dilên mirovahiyê de wek şeqa Rojê mezin bû û ji gelan re bû hêviya hezaran sala. Dilşadiyên ku bi hezaran sala jê xerîb mabûn carek din bi hebûna te re ruken pêşwazî kirin. Lê mixabin xayîn û serdestên vê demê li pey berjewendiyên xwe bûn. Xwestin bişkînin hêviyên evîndarên azadiyê. Lê nekarîn tine bikin, ne evîna Rêberê gelê mirovahiyê ne jî şopdarên evîna te. Ew dem bû ku tevahiya zindiyan li xwe mikûr hatin û bêyî ku tu astengiyan binasin candan û qîriyan; “Xwezî ji canê me bûhatir tiştekî din hebûya me ji bona te feda kiribaya.”  Ji ber vê her ku dem derbas dibe fikir û ramanên te digihîje tevahiya cîhanê. 

Rêberê min bi salan e gelê Kurd her bi jan û keser jiya, her firmêskên bi xwîn barand, êdî ken ji bîra wî çûbû, êdî tevahiya mirovahiyê dilşadî ji bîr kiribûn. Lê bi hatina te re tevahiya gelên bi hêvî weke ku ji nûve zindî bibin berê xwe dan ronahiyeke bê dawî. Lewma her mirovek bi taybetî milîtanên heqîqetê bendewarê asone ku hilde û bi te re li ser Sura Amedê govenda azadiyê bigrin. 

NÛCAN AGIRÎ: EM DEYÎNDARÊ RÊBER APO NE

Gelê Kurd her tim li hember dagirkerî û siyaseta qirqirinê serî rakiriye û berxwe daye. Gelê Kurd her tim bi êşên mezin re rû bi rû hatiye lê ji bona azadiya xwe her di astekî mezin de têkoşîn meşandine. Di hin demên dîrokê de gelek; Mîr, beg, zanyar, şêx û siyasetmedarên Kurd xwe birêxistin kirine, şer kirine da ku yekîtiya Kurdan ava bikin lê mixabin an ji ber îxanetên hûndirîn an jî ji ber mêjiyê dijminahî bin ketine lewra Rêbertiyekî rast ava nekirine. Ti carî di nava dîroka gelê Kurd de rêberekî wek Serok Apo jiyan nekiriye ji ber ku ên ku bi navê rêbertî derketine jî an bi eşîr an jî bi herêmên xwe ve sînordar mane ji ber wê bi ser neketine. Lê belê têkoşîna ku Serok APO pêşengtî kir ji bona tevahiya mirovahiyê bû hêvî û heman demê de bû xwedan nasnameyekî netewî ji ber wê têkoşîna jiyana azad ji her demê bêhtir nêzî serkeftinê ye. 

Tu rêber ango pêşengekî, wekî Serok Apo ji bona azadiya jinan nexebitiye û xeta azadiyê di bingeha azadbûna jinan de pêşnexistiye ji ber wê gelê Kurd û bi taybetî jinên Kurd derketina Serokatî ji bona xwe wek hêviyek dibînin. 

Wek gelê Kurd û şervanên azadiyê ti carî dîl girtina Rêbertî nayê qabul kirin û têkoşîna me ya herî mezin teqez ji bona azadiya Rêber APO ye. Wek jinên Kurd ên ku lêgerîna azadiyê de ne em di astekî jor de deyîndarê Rêber APO ne,  ji her kesê zêdetir divê em ji bona azadiya Rêber Apo têbikoşin da ku li hember dîrokê jî bikaribin serê xwe rabikin. Emê tolhildanekî mezin bigrin da ku dîrok ti carî ji bîr neke.

AMARA JIYANDA: HÊVIYA GIHÎŞTINA RÊBER APO RUHÊ TÊKOŞÎNÊ PÊŞ DIXE

Roja 15’ê Sibatê di dîroka Kurd û hemû gelên bindest de bûye rojeke reş û bi lanet ku ti cara êşa wê rojê neyê jibîr kirin. Di wê rojê de hêviya gelên bindest û baweriya gelê Kurd bi dîtina Kurdistaneke azad ku di şexsê Serokatî de pêşdiket bi dîl girtina Serok Apo ve ew hêvî jî hatin dîl girtin. Lê belê hêvî ti carî qut nebûn û bi ruhê cangoriyên têkoşîna azadiyê re ji bona azadiya Rêber Apo, berxwedan her tim di asta herî jor de hat jiyîn. Ew ruhê berxwedêr car li Kobanê dibû Arîn û Rêvan, car li Şirnexê dibû Zeryan car jî li Efrînê dibû Avesta û Amargî car jî di têkoşîna fermandarên wek rêheval Delal û Azêyan re bilind dibû da ku bigihîje Rojê. Komploya navnetewî di şerkêşiya dewletên Natoyê de pêşdikeve û dewleta Tirk jî polîtîkayên qirkirinê bi hevkarî pêk tîne. 

Faşîzma AKP’ê wisa difikirê ku; wê me tine bike. Em wek şervanên azadiyê li serê çiyayan ji bona, xwe gihandina jiyaneke azad û bi rûmet têdikoşin û di bingeha têkoşîna me de teqez azadiya Serokatî heye. têkoşîna me ji bona azadiya Serok Apo ye. Ji bona şikandina tecrîdê bêguman çalakiyên herî mezin û xurt emê li dar bixin da ku sala 2019 an bi Serok APO re hevdîtinên azad bijîn. Fikir û birdoziya Rêbertî di her gavekî de bi me re ye lewra em bi Serok Apo re dijîn. 

Çawa dikarin evîn û eşqa gerîlayên Kurdistanê tine bikin. Serokatî di nava hêst û mêjiyê me de hêviyên jiyanê ava dike. Keda Serokatî a ku bi hezaran sala hatiye dayîn ne kême ji ber wê em deyîndarê têkoşîna azadiyê ne. Her Kurdekî amadeye da ku di vê rêya pîroz de bigihîje bêmiriniyê. Di sala 2019 an de heya ku em pergala Îmraliyê nerûxînin ji me re sekinandin tine ye.

HÊVÎDAR CÛDÎ: JI BONA RONAHIYA BÊ DAWΠ

Polîtîkayên ku di komploya navnetewî de hatiyê kirin ne tenê li hember Rêber APO bû bêguman di armanca vê komployê de tine kirina hêviyên azadiyê hebû û heta roja îro jî berdewam e. Bi tecrît kirina Rêber Apo rê armanc tecrît kirina gelên ku bi hêviya azadiyê re jiyan dikin bû. Komplo li hember mirovahiyê ye lewra netew-dewlet, têkoşîna Serok Apo ji bona pergalên xwe yên serdest wek xeteriyekî dibînin. Lê belê çiqasî bi vê armancê re berê xwe bidin Rêberê gelan Rêber APO û tevgera azadiyê jî nikarin bi ser bikevin lewra di bingeh de baweriya bi azadî û bi têkoşînê re xwe gihandina bêdawîbûnê heye. 

Ramanên Rêber Apo li her derê cîhanê belav bûye, bedewiya azadiyê di her şaneyên mirovên dilxwaz de bi cîh bûye. Jinên ku di rêya azadiyê de bi ronahiya Rêber Apo bawer dikin herî zêde divê ji hêla têkoşînê de bibin xwedan biryar lewra xeta azadiya gelan bi azadbûna jinan ve girêdayî ye. 

BERÎTAN SÎSER: BI NASKIRINA RÊBER APO RE MIN HÎS KIR KU EZ ÎNSAN IM

Wek bi hezaran rêhevalên ku di rêya heqîqetê de xwe gihandin lûtkeyên jiyana rast û azad ez jî wek jineke milîtan her tim hewl didim da ku bigihîjim xeyalên xwe yên azadiyê. 

Pergala kapîtalîzmê heta daketiye her şaneyên mirovan ji ber wê divê wekî ku em vereşin, xwe ji berovajî kirinên pergalê rizgar bikin. 

Bi naskirina Rêber Apo re mîn hîs kir ku ez însan im. Bêguman rastiya mirovan û di nav de jî rastiya jinan pir bi wate ye. Bi naskirina gerdûnê re min zanî ku em çavkaniya jiyanê ne ji ber wê serdestiyê zilam dixwaze cewher û dîroka me tine bike da ku desthilatdariyên xwe biparêzin lê belê Serok APO tevahiya planên pergalên serdestiyê tine kir lewra jin xist navenda azadiyê. 

Tevahiya kesên ku dixwazin bigihîjin şoreşa mirovahiyê divê bigihîjin heqîqeta jiyanê ji ber ku xwe bi her awayî dayîna rêya azadiyê yekser rêya, xwe ava kirinê ye. 

ADAR ARARAT: HER TIM BI HESRET IM 

Tarîtî pêçand li ser cîhanê
Stêrkên li asîmanan ji xwe, ji gerdûn, ji xweza û ji mirovahiyê xeyîdîn
Heyva ku ronahî dida di şeva tarî de xwe vemirand û xatir ji asîmanan xwest
Asîman bê te sêwî ma û bê rawestin firmêskên wî bû xelat ji bona gelên dest li hewa
Roja pîroz serî tewand û hat girtin
Şewq û kerameta xwe ji tevahiya mirovahiyê qut kir
Kulîlkên bedew çilmisîn
Hemû dar û daristan qirîn hildan, pel weşandin û nebûn berhem ji xwediyên xwe re
Xweşik, xweşikbûna xwe ji bîr kir, dûrê xwe ket û bû mêvanê xeribiyê
Dayîk û bav jibîr kirin zarokên xwe û zarok jî jibîr kirin lêyîstokên xwe yên zarokatiyê
Bi hezaran keç û xort ew roj bûn wek wolqanekî ji agir li derdora Îmraliyê
Bi hezaran keç û xortên çeleng sond xwarin da ku ew roj û her kêliyê ji neyaran re bikin dojeh
Dîroka gelê Kurd, dîroka serî rakirin û berxwedanê ye lewra Kurdistan her tim bûye navenda şerên cîhanî. Ti demê dîrokê de baweriya serkeftinê bi qasî serdema tevgera PKK’ê ava nebûye. Di pêşengtiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Öcalan de gelê Kurd di oxira serxistina vê dozê de xwe feda dikin. Bi hêviya azadiya Rêberê gelê Kurd re berxwedaniyên mezin dibe qîrîna tolhildanê û tine kirina komploya navnetewî.