Ji pênûsa rêwiyên azadiyê nameyên ji Rojê re -3

Vaye niha sê roj man ji rojbûna min re. Her wiha sê roj ji roja 15'ê Sibatê re man. Ji ber wê hîs dikim ku dilê min serhildaneke mezin heye... Di van kêliyan de dilê min tenê zingîniyekê dibihîse... Dema gotinê bi dawî bû, êdî dem dema çalakiyê ye.

Ji bo avakirina jiyaneke demokratîk divê berdêl bê dayîn, lewra serketin bi berxwedanê pêkan e. Ji ber wê Rêberê gelê Kurd Abdullah Öcalan wiha dibêje "Jiyana mirov kengî azad bibe maneyeke xwe heye, naxwe li ku dibe bila bibe, ew der her tim zindaneke tarî ye."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pênûsa şehîd Dunya Nehîr de wiha cih digire: "Hîs dikim ku di dilê min de serhildaneke mezin heye."

DEMA GOTINÊ BI DAWÎ BÛYE, ÊDÎ DEM DEMA ÇALAKIYÊ YE

Ji gerîlayên YJA Starê Dunya Nehîr Efrîn ku di roja dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji dayik bû û di nava têkoşîna azadiyê de şehîd bû, di rojnivîsa xwe de wiha dibêje:

"Dîroka ji dayîkbûna min û dîroka ku mirovê dil mezin ê ku bûye hêvî ji milyonan re, dîl ketiye destê dagirkeran rastê hev tên di rojek wiha de. Li hember vê rojê, ango li hember vê komploya bi lanet bi sedan keç û xortên gelê min bi armanca protestokirina vê rojê agir berdan bedena xwe, xwe feda kirin. Bi agir bersiv dan hêzên komploger. Diyar kirin ku yên bixwazin destê xwe dirêjî roja me bikin em ê bi agirê canê xwe destê wan bişewitînin. Ji ber wê hemûyan jî bi dirûşmeya 'Hûn nikarin Roja me tarî' bikin bûn rêwiyên rojê. Bûn parêzvanên herî rasteqîn ji Rêber APO re. Hemiyan bi hev re bi yek dengî got 'Xwezî ji canê me tiştek bihatir heba me feda bikira' Vaye niha sê roj man ji dîroka zayîna min re. Her wiha sê roj ji roja 15'ê Sibatê re man. Ji ber wê hîs dikim ku dilê min serhildaneke mezin heye... Di van kêliyan de dilê min tenê zingîniyekê dibihîse... Dema gotinê bi dawî bû, êdî dem dema çalakiyê ye."