Ji pênûsa rêwiyên azadiyê nameyên ji Rojê re -2

"Soz didim ku wê tola me, dîtina Rêbertî û afirandina jiyaneke azad be. Ya em ê bi Rêbertî re jiyaneke azad biafirînin, an jî wê mirineke bi rûmet a ku tolê ji tevahî paşverûtiyan bigre pêşwazî bikin."

Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan gelek analîzên xwe li ser bingeha azadiya jinê dike û di nirxandineke xwe de wiha dibêje, "Afirandina jina azad, ji welat û serxwebûnê girîngtir e. Azadiya jinê azadiya civakê ye."

Yek ji gerîlayên YJA Starê Bêrîtan Zinar ku di nava refên têkoşîna azadiyê de şehîd bû, di rojnivîsa xwe de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha dibêje:

RÊBER APO SOND Û BIRYARA TOLHILDANÊ YE 

"Niha dilê min dixwaze bi bask bibe û li ser latên Cîlo yên asê bifire, piştre jî li ser kulîlkên Çarçêla bisekine. Dixwaze biçe Îmraliyê, herî zêde jî dixwaze rûyê rojê yê ku jiyanê dide bibîne. Wê demê li şûna hesretê wê bayê Nêrgizan bêhn bide dilê min ê tije hesret.

14 sal derbas bûn. Wisa demek dirêj e ku weke deryayeke bêrîkirinê ye. Wiha dihizirim ku wê ev sal pir cûda be. Bi qasî wateya wê jiyînê girîng e. Min ji bo vê salê biryarên girîng girtin. Bi wesîleya vê rojê dixwazim bi seknek aktîf tevlî hemla nû bibim. Wê ev bibe sonda min û ez ê bi şerê xwe xwedî li sonda xwe derkevim.

Rêbertî jî dibêje, 'Jiyan dema ku mirov pê dihese dest pê dike'. Ez ji pergala ku Rêbertiya me ji me qut kir, ji roja 15'ê Sibatê ya ku vê lanetbûnê tîne bîra me, nefret dikim. Soz didim ku wê tola me, dîtina Rêbertî û afirandina jiyaneke azad be. Ya em ê bi Rêbertî re jiyaneke azad biafirînin, an jî wê mirineke bi rûmet a ku tolê ji tevahî paşverûtiyan bigre pêşwazî bikin. Ez bi bawer im û ji her demê zêdetir bi hêvî me. Hesreta di navbera me û Rêbertî de, wê di demeke kurt de bi dawî bibe..."