Dozger xwest cezayê girtîgehê li parlementera berê ya HDP'ê Demîrel were birîn

Derbarê parlementera berê ya HDP’ê Çaglar Demîrel di çarçoveya xala 301’emîn de cezayê girtîgehê hate xwestin.

Derbarê parlementera berê ya HDP’ê Çaglar Demîrel ji ber çeteyên DAÎŞ’ê û desthilatdariya AKP û MHP’ê rexne kiriye û ji ber ku tevlî çalakiyan bûye doz lê hatibû vekirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Asliye ya 4’emîn a Amedê hate kirin. Demîrel tevlî rûniştinê nebû, parêzer Serdar Çelebî di dozê de amade bû.

Dozgeriyê xwest Demîrel li gorî xala 301’emîn a Qanûna Cezayê Tirk were cezakirin. Parêzer Serdar Çelebî ji bo parastinê dem xwest.

Dadgehê daxwaza demxwestinê qebûl kir û rûniştin taloqî 15’ê Mijdarê kir.