Ji nava malbatek cerdevan tevlî gerîla bû

Gerîla Mîtan Gever ê ji Geverê ji nava malbatek cerdevan tevlî gerîla bû û li Rojhilatê Kurdistanê gerîlatî dike, bang li cerdevanan kir ku divê xwîna xwişk û birayên xwe nerêjin.

Mîtan Geverê sala 2000’î li Geverê di nava malbatek cerdevan de tê dinê. Gundê wan ê Geliyê Dozkî ji aliyê dijmin ve dema ku tê şewitandin koçî Geverê dikin. Gerîla Mîtan di malbateke cerdevanî dikin de mezin dibe.

‘CIHÊ SERHILDAN HEBE DEWLET JI GEL DITIRSE’

Gerîla Mîtan ji ANF’ê re wiha qala malbatê û lêgerînên xwe dike: “Di nava eşîra Dozkî de cerdevanî pir hatiye pêşxistin. Destê dewletê di nava vê civakê de pir e. Ez di nava sistemekê de ku cerdewanî lê zêde ye mezin bûm. Eger li cihekê Kurdistanê welatparêzî xurt be, gel girêdayî çanda xwe be, zimanê xwe biaxive, li dijî dewletê serî rake wê demê dewlet ji wî gelî ditirse. Ji bo ku li pêşiya welatparêziyê bigire dewlet her tiştî dike. Sîxûrtiyê pêş dixin. Em jî li ciheke wisa mezin bûn. Gever ciheke wisa bû ku welatparêzî li wê derê zêde bû. Dewlet ji viya tirsiya û ji bo ku îradeya wî gelî bişkêne her cûre rê û rêbaz bikar anîn. Cerdevanî jî yêk ji van rê û rêbazan bû. Malbata me jî ji van polîtîkayên dewletê nasîbê xwe girtibû. Bi asîmîlasyonêre rû bi rû hatibû. Kurdîniya xwe ji bîrkiribû. Dewlet ew anîbûn rewşeke wisa ku muhtacî wî bibin. Her ku dem derbas bû min li rewaş ku min lê dijiya mêze dikir û min dixwest ez fêm bikim. Weke Kurdekê çima ez bi çanda xwe ve mezin nebûme? çawa xwestine dîroka min tine bikin, nirxên me ji aliyê dijmin ve çawa tên binpêkirin, ev şere çima tê kirin? min vane hemû hêdî hêdî fêm dikir. Nakokî çêdibû. Her ku nakokî çêdibû lêgerîn jî zêde dibû. Di encama lêgerînên min de min biryar da ku ez tevlî gerilla bibim.”

‘PÊWÎSTE XWIŞK Û BIRAYÊN XWE NEKUJIN’

Gerîla Mîtan Gever di berdewamiya axaftinên xwede wiha bang li cerdevanan kir û got: “Pêwîste gelê me bizane ka cerdevanî, sîxûrî çima tê pêşxistin. Pêwîste lêkolîn bikin. Dewlet çiqasî birçîbûyîn, feqîriyê pêş bixîne jî pêwîste cerdevanî neyê qebûl kirin. Li dijî birayê xwe xwişka xwe pêwîste çek ranekin. Dewlet destpêkê birçî dihêle piştre jî ji bo ku tevlî operasyonan bibe zext li ser dike. Ew jî li hemberê van polîtîkayên dewletê serî ditewînin. Tevlî operasyonan dibin piştre jî tên kuştin. Pêwîste cerdevan viya pirs bikin; ‘em çima di eniyên herî pêş de li dijî xwişk û birayên xwe şer dikin? Dewlet çima leşkerên xwe nade pêş?’ Ev rewşe bira bi bira dayîna kuştin e. Pêwîste cerdevan rewşê baş bizanin. Bizanin ku li dijî kê şer dikin.”

‘CIWAN LI BER POLÎTÎKAYÊN REJÎMA ÎRANÊ BALDAR BIN’

Mîtan ê ku li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê gerîllatiyê dike wiha domand: “Gelê me li Rojhilatê Kurdistanê de feqîr in. Rejîma Îranê jî vê rewşê dişixulîne. Dijminê me ye wê derew jî bike wê qetlîam jî bike wî gel bi avêje zindanan jî. Lê belê bi dijmin re di heman eniyê de li dijî nirxên xwe şer kirin îxaneta herî mezin e. Gelê me ê ku bi van lîstokan ve bawer dike ez bang li wan dikim. Teybet jî ciwan pêwîste li dijî van polîtîkayan dengê xwe bilind bikin. Sîxûrên di nava xwe de derbixin. Dem dema me ye. Ji bo azadiyê kêm ma.”