Ji MKG’ê rapora Cotmehê: Zexta li dijî rojnamevanan didome
MKG’ê ragihand ku di meha Cotmehê de 6 rojnamevan hatine binçavkirin, gef li 5 rojnamevanan hatiye xwarin û êrîşî 3 rojnamevanan jî hatiye kirin.
MKG’ê ragihand ku di meha Cotmehê de 6 rojnamevan hatine binçavkirin, gef li 5 rojnamevanan hatiye xwarin û êrîşî 3 rojnamevanan jî hatiye kirin.
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên rojnamevanên jin a meha cotmehê eşkere kir. Di raporê de hat ragihandin ku tundî, binçavkirin, zext û darizandina jinên rojnamevan dewam kiriye û hat gotin wê li dijî vê tundî û neheqiyê têkoşîna rojnamevanan dewam bike.
MKG’ê da zanîn ku li Tirkiyeyê zextên li ser azadiya ramanê û çapemeniyê dewam dikin. Rapor, wiha dom kir: “Ev zext bi taybet li ser jinên rojnamevan dewam dikin. Ji cotmeha 2024'an vir ve hewldanên kontrolê yên li ser medyayê zêde dibin, ev rewş jî mafê gihandina agahiyan ê gel hîn zêde sînordar dike. Wekî MKG’ê em binpêkirina mafên jinên rojnamevan qeyd dikin û bi raya giştî re parve dikin. Em van zextan rexne dikin.
Di meha cotmehê de jinên rojnamevan ji ber nûçeyên çêkirine bi zextên curbecur rû bi rû man, gelek jinên rojnamevan jî bi êrişa fîzîkî rû bi rû man. Wekî mînak rojnamevan Melîke Aydin ji 8 mehan zêdetir e di nava hepsa malê de ye. Ev mînak asta polîtîkayên çewisandinê ya li hemberî kedkarên çapemeniya azad nîşan dide. Zextên hiqûqî yên bi vî rengî ji bo çewisandina rojnamevanan e û ev perçeyekî stratejiya ji bo oto-sansura li ser rojnamevanan e.
Sepanên îktidarê yên mafê agahîgirtinê yên welatiyan sînordar dikin bi rêbazên wekî sînordarkirina rûpelên li ser medyaya dîjîtal jî dewam dikin. Di meha cotmehê de piştî êrişa li ser tesîsên TUSAŞ'ê sînordarkirina li ser platformên medyaya dîjtîal xwegihandina agahiyan a raya giştî bi awayekî cidî asteng kiriye. Sînordarkirina xwegihandina agahiyê ya gel qada polîtîkayên sansurê ya îktidarê berfireh dike xwegihandina agahiyên rast a civakê sînordar dike.
Hejmara dozên der barê jinên rojnamevan de jî nîşaneyeke girîng a tengbûna azadiya ramanê ye. Ji ber parvekirinên medyaya dîjîtal cezayê hepsê dan rojnamevan Pelîn Ozkaptan û biryarên wekî paşxistina eşkerekirina hukum dewamkirina peywira rojnamevanan zehmet dike. Hewldana çewisandina rojnamevanan a bi rêya darazê ya ji aliyê îktidarê ve ne tenê mafê girtina agahiyan a rojnamevanan di heman demê de jî mafê girtina agahiyan a civakê jî asteng dike.
Astengiyên xwegihandinê û sansura li ser medyaya dîjîtal dibe sedema astengkirina xwegihandina agahiyên bêalî yê civakê. Di meha cotmehê de 126 naverokên medyaya dîjîtal hatin astengkirin. 11 sîteyên înternetê jî hatine girtin. Ev yek ji bo herikbariya agahiyan têkeve binê kontrola dewletê pêk tên.
Ewlehiya aborî ya jinên rojnamevan jî bi zextan gef lê tê xwarin. Aysin Komitgan piştî hat binçavkirin şûnde ji peywirê hat girtin. Ev yek ne tenê azadiya ramanê ya rojnamevanan dixe talûkeyê di heman demê de azadiya aboriya rojnamevanan jî dixe talûkeyê. Derxistina ji kar dibe sedema binpêkirina mafê xebata azad a rojnamevanan.
Zextên li ser medyayê gefxwarina li dijî civaka demokratîk e. Qada zext û kontrolê ya li ser medyayê fikirandina rexneyî ya gel jî asteng dike û bingeha dûrketina ji hev a civakê amade dike. Her wiha zexta li ser çapemeniyê zirarê dide îdeala "civaka hatiye agahdarkirin".
Zextên li ser jinên rojnamevan ne tenê êrişa li dijî azadiya çapemeniyê ye di heman demê de jî êrişa rasterast a li dijî nirxên demokratîk û mafê xwegihandina agahiyan e. Em wekî Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) dibêjin tevî hemû zextan em ê têkoşîna xwe dewam bikin û parastina mafên jinên rojnamevan bidomînin. Em vê yekê careke dinê ji raya giştî re radigihînin.
Daneyên îstatîkî ya rapora binpêkirina mafên jinên rojnamevan a meha cothema 2024'an;
* Rojnamevanên bi muameleya nebaş rû bi rû mane: 5
* Rojnamevanên gef li wan hatine xwarin: 5
* Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyan hatine astengkirin: 3
* Rojnamevanên der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin: 4
* Rojnamevanên doz li wan hatine vekirin: 3
* Rojnamevanên hatine cezakirin: 6 (Cezayê girtîgehê 30 meh)
* Hejmara rojnamevanên girtî: 7 (Ji 4’ê çileya 2023’yan ve)
* Rojnamevanên darizandina wan didomin: 7 (7 dosya)
* Cezayên RTUK’ê li weşanan birî: 10
* Qedexeya weşanê: 2
* Sîteyên hatine girtin: 11
* Nûçeyên hatine astengkirin: 63
* Naverokên medyaya dijîtal ên hatine astengkirin: 126
ROJNAMEVANÊN GIRTÎ
* Elîf Ersoy - Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê
* Hatîce Duman - Midûra Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê
* Lutfiye Burcu Kara - Rojnameya Yekitiya Têkoşînê
* Selamet Turan - Rojnamevan
* Tulay Canpolat - Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê
* Ozden Kinik - Xebatkara TRT'yê ya berê
* Ozlem Seyhan - Rojnamevan