Ji memûrên li Kîlîsê re fermana ‘ji bajêr derkevin’ hate dayîn

Dewleta Tirk ya ku li derfetên dagirkirina Efrînê digere, hat ragihandin fermana ‘ji bajêr derkevin’ daye malbatên memûr û leşkerên li Kîlîsê.

Piştî gefa Serokkomarê Tirkiye Tayyîp Erdogan ya ji bo dagirkirina Efrînê û şûnde xwe li ser sînor bi cih kir û amûrên şer zêde dike, hat zanîn ku dewleta Tirk fermana ‘ji bajêr derkevin’ daye malbatên memûr û leşkerên li Kîlîsê dijîn.

Li gorî agahiyên berdest, artêşa Tirk ferman da ku herî dereng heya roja pêncşemê bila malbatên memûr û leşkeran ji bajarê Kîlîsê yê li ser sînorê Efrînê derkevin.