Ji Konyayê heta çiyayên Kurdistanê: Elîşêr Xelikan

Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê û Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Elîşêr Xelikan di 19’ê Berfanbarê 2017’an de li Çewlikê di şer de şehîd bûbû. Rêhevalên wî di salvegera şahadeta wî de ew bi bîr anîn.

Elîşêr Xelikan di sala 1973’an de wek zarokekî Kurdên koçberbûyî li gundê Xelikan yê girêdayî Konyayê tê dinyayê. Eylem Ronî ya ku ji zaroktî ve wî nas dike, bandora koçberî û şert û mercên mezinbûna Elîşêr Xelikan wiha tîne ser ziman:

‘’LORÎNÊN KURDÊN KOÇBER HER TIM KÛR Û BÊDENG IN’’

‘Rêheval Elîşêr ji Kurdên Anatoliya Navîn bû. Kurdên Konya ji ber qirkirin û komkujiyên dewleta Tirk ji Kurdistanê koçber bûne. Cîh û warên wan hatiye talankirin. Malbatê heval Elîşêr jî ji ber qirkirina dewleta Tirk koçber bûne û hatine Konyayê. Ji xwezayeke pir xweşik a weke Kurdistanê ku tijî çiya, daristan û çem in, derbasî cihekî çolter û deştê dibe. Vê koçkirinê li ser heval Elîşêr bandor kiribû.

Heval Elîşêr xwedî malbateke xwerû û kedkar bû. Malbata wî heman demê de girêdayî çand û zimanê xwe û nirxên Kurdîniyê bûn. Di şexsê Kurdên Anatoliya Navîn de koçberbûna Kurdên Anatoliya Navîn wê herêmê de di şexsê malbatê Heval Elîşêr de diyar bû. Bi nirxên xwe pir girêdayî bûn. Wek Kurdên Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê nejîyan lê lorînên Kurdên koçber her tim kûr û bêdeng in. Heval Elîşêr di malbateke çawa de mezin bû ev girîng e. Heval Elîşêr her tim bi pîvan mezin kirin, her tim girêdayî nirx û pîvanên civakê wî mezin kirin. Fêrî wî kiribûn ku ti carî rêzikên civakê û pîvanên Kurd û Kurdistanî derbas neke. Ji mirovên ji xwe mezintir re rêz dida, yê biçûkên xwe jî her tim hez dikir. Malbatê wî bi çandinî re mijûl dibûn û ji bo ku heval Elîşêr bixwine pir ked dan. Heval Elîşêr jî ti carî dê û bavên xwe tene nehişt. Hem karê çandinî dikir, hem dibistan dixwend hem jî ji bo alikariyê malbatê bike, dixebitî. Rojeke cîhê xwe de nedisekinî. Tevlîbûnê heval Elîşêr li hember politîkayên dijmin ên komkujî û koçberkirinê wek tol û helwestekê bû. Tevlîbûnê wî vegerandina axê bû. Heval Elîşêr bi tevlîbûna xwe xwedî çand û nasnameya xwe derket. Ji ber ku ti carî fêrî axê ku koçber bûne nebûye. Dema hat jî bi xweza û çiyayên Kurdistanê re girêdanbûneke pir mezin avakir.’

‘BÛ NÛNERÊ XETA APOYÎ’

Elîşêr Xelikan ji ser Yewnanistanê tevlî refên azadiyê dibe, demekê li wir perwerde dibine û derbasî qada Serokatî dibe. Li gel Serokatî demekî perwerde dibînî û li ser esasê felsefeye ku ji Rêberê Gele Kurd fêr dibe bere xwe dide çiyayên Kurdistanê. Yek ji rêhevalên wî Dûran Kalkan, Elîşêr Xelikan bi bîr anî û li ser tevlîbûn û taybetmendiyên wî yên kesayetî wiha axivî:

‘Birdoziya Serokatî fêm kiribû û xwedî sekneke îdeolojîk bû. Ti carî kesayetê xwe de ji ferdparêzî, madiyatperestî, kêfibûn û rihetî re cîh neda. Kesayetê wî de parvekirin, hilberîn, komunalîzm, kolektivizîm di asta herî pêş de bû. Li hember êrişên lîberal ên moderniteya kapîtalîst ku her tim ferdparêziye hişyar dike û ajoyan derdixinê pêş, wî xwe di xeta kesayetiya azad de perwerde kir û wiha bersiv da.

Bû nûnerê xeta Apo’yî yê pir saxlem ku ti carî ji rê dernakeve. Tenê ne ku di xeta kesayetiyê azad û komîna demokratîk de sekinîbû, heman demê de her dixebitî û tiştên nû diafirand. Tiştên ku diafirand û pêş dixist bi hevalên xwe û derdora xwe re par ve dikir. Derdora xwe perwerde dikir, rêxistin dikir û vêya derbasî gel jî dikir.

Li qada Zagros û Gever bi xebatên komîn û meclîsan ve bal kişand. Seknê xwe ya bîrdozî derbasî çalakî û rêxistinê dikir. Di jiyanî kirina paradîgmaya nû û perwerdekirina civakê de pêşengtî kir. Li kêleka xebatên gel û sekna xwe ya bîrdozî ti carî xwe ji berxwedanê qut nekir. Her tim ruhê azad ya gerîla, vîn, bawerî û iddayê gerîla kesayetê xwe de şênber kir.

Her tim bi jiyana gerîla ve jiya. Xwedî ruhê gerîla bû. Bi şêwazê gerîla şer kir. Bi ruhê xwe, bi bîrdozî, propaganda û çalakiya xwe ve her tim li hember dijminê qirker û dagirker li ber xwe da. Bi vê taybetmendiyên xwe her tim xwedî pêşketin û têgihiştî bû. Fikrên Serok Apo bi kûrahî û awayekî yekpare fêm dikir. Xwedî daneheveke fikrî ya pir xurt bû. Fikr de afirîner û hilberîner bû. Heman astê de parveker bû û perwerde dida. Her tim derdora xwe ronî dikir. Rêgez, bîrdozî, teorî û felsefeya Serokatî fêm dikir û di vê bingehê de dijiya. Her tim bû milîtanekî wêrek û fedakar. Li her derê Kurdistanê xebat meşand. Ew her tim ji hemû erkan re amade bû. Li ku derê pêwîstî hebe diçû wir. Partî kîjan erk dabe, vêya pêk danî. Ferq û cudatî nedixist nav xebatan de. Ti carî negot ‘ez ne amade me’. Ti zehmetî û astengiyê pêşiya xwe de nekir hincet. Wana her tim derbas dikir. Serdemên herî zehmet de, di salên 2016- 2017’an de çû qada Amedê. Li dilê Kurdistanê hember zihniyet û siyaseta faşîst, dagirker û qirker gelê me perwerde kir, rêxistin kir û ber bi têkoşîna azadiyê ve kişand.”

DIJMIN JI XEBATÊN WÎ PIR DITIRSIYA

Elîşêr Xelikan herî zede bi xebatên xwe yên li qada Gever û Zagrosê tê naskirin. Bi tevlîbûn û sekna xwe û bi xebatên xwe ya rêxistinkirina gel ji aliyê gelê Geverê ve her tim tên hezkirin û tê hewandin.

Cemal Şerîk demekî dirêj li qad û xebatên cuda de bi Elîşêr Xelikan ve maye, di derbarê xebatên wî yên li Gever û Amedê wana diyar kir:

“Dema ku li Geverê xebat dimeşand, gel her tim dixwest bi wî rê baxive, nîqaş bike û dema bi wî re dİaxivîn piştrê dest bi xebat dikirin. Dijmin jî ji xebatên wî yê li wê derê pir ditirsiya. Yek jî kesên ku ji aliyê dijmin ve herî zede dihat gerandin bû. Li Geverê wêneyên Heval Elîşêr li ser dîwaran dikirin. Di rêxistinkirina Gever û gel kişandina di nav têkoşînê de ristekî girîng lîst. Carna hinek kes ji Geverê dihatin çiya, her dixwestin heval Elîşêr bibinin. Beyî ku heval Elîşêr bibînin nediçûn.

Heval Elîşêr herî dawî di xebatên girêdayî Bakur û Tirkiyeyê de cihê xwe girtibû. Bi lidarxistina civata giştî ya Kongre Gel a 2016’an de di encama xebatên ku meşandiyê de, wek rêveberiya KCK cihê xwe girt. Endamê Konseya Rêveber bû. Bi navê Endamê Konseya Rêveber li Amedê xebat meşand, şehîd bû. Berê ku şehîd bibe, di berxwedanên rêveberiya xweser de wek pêşeng rol lîst. Bi hilbijartinên 7’ê Pûşperê 2015’an ve li Kurdistanê vîna gel derket hole. Piştî hilbijartinên 7’ê Pûşperê dijmin ji bo ku vîna gel xesp bike ket tevgerê. Li hember vê berxwedana gel a rêveberiya xweser pêş ket. Ya ku bingeha berxwedanên rêveberiyên xweser ava dikir ev bû. Deskeftiyên ku têkoşîna me bi dest xistiye, vîna gel a ku derketiyê hole ji aliyê rejîma Komara Tirkiyeyê ve hate redkirin. Li hember şikandin û tinehesibandina vînê, vîna gel a ku derketiye hole bû.

Heval Elîşêr wek rêberekî gel ji bo xwedî derketin, bi hêz kirin û parastina vîna gel di nava pêşengên têkoşînê de cîh girt. Dema ku ev erkê xwe pêk danî gihîşt şahadetê, tevlî karwana şehîdan bû.”

‘MAMOSTEYEKÎ JIYANÊ BÛ’

Bahtiyar Kaddafî yek ji şervanên Elîşêr Xelikanê anî ziman ku, ew remza mutewazîbûyîn, kedkarî, dirustbûn û giredanbûnê bû.

Kaddafî got ku “Heval Elîşêr li Zagrosan bû, ji Zagrosê pir hez dikir. Li her cîhê Zagrosan ked û xweydanê heval Elîşêr heye. Ji ber vê yekê gelê Colemêrg, Gever, Şemzînanê heval Elîşêr baş nas dikin. Gelê wê derê baş dizane ku heval Elîşêr li wê herême de bi çi awahî ked daye. Ji ber vê yekê zarokekî gel bû. Ji ber ku baweriyê wî şoreşa gel hebû. Berdevkê me yê giştî bû. Heval Elîşêr di xebatên me de me danî gel hev du, xebat dimeşand û her tim dixwest ku xebat mezin bibe, li pey pêşketin û nûbûnê dimeşiya. Heval Elîşêr remza mutewazîbûyîn, kedkarî, durustbûn û giredanbûnê bû. Tevlîbûnê wî yê jiyanê jî wisa bû. Kîjan sazî dibe bila bibe, eger pirsgirêkek di xebatan de derketiba her tim mudaxale dikir. Hema xwe berpirsyar didît û nedixwest ew xebat were sekinandin. Ji ber ku wisa fêr bûbû û dixwest bi wê awayî jî fêr bike. Ji ber vê wek mamosteyekî bû. Mamosteyekî jiyanê bû.

Xwesteka wî Kurdistan û gelekî azad bû. Li ku derê dibe bila bibe, li ser esasê şoreşê xizmetkirina hevalan bû. Heval Elîşêr vê fêrî min kir. Ez bi xwe jî xwendekarê Heval Elîşêr bûm. Ji ber ku şoreşgertiyê, PKK’yî bûyînê, hevaltiyê, giredanbûnê Serokatî û xwedîderketina bîrdoziya wî ji heval Elîşêr fêr bûm. Ji ber wê dema ku min şahadetê wî bihîst, ew kêlî bû kelîyeke ku hestê mirov bêwate dibe. Ji ber wê pejirandina vê hinek zehmet e. Bi gotinan an jî bi hestan ravekirina heval Elîşêr pir zehmet e. Encax mirov dikare wî bijî. Mirov bi jiyana wekî şewazên Heval Elîşêr dikare wî fêm bike. Soza ku em bikaribin bidin wî ew e ku, em ê li ser şopa wî, têkoşîna xwe bidomînin.”

‘8 ROJAN TÎ Û BIRÇÎ DI NAV BERFÊ DE LI DIJMIN DAN’

Elîşêr Xelikan di sala 2015’an de derbasî qada Amedê dibe û piştî kedên xwe yên bêhempa û xebatên xwe yên serkeftî a li wê herêmê di encama pevçûneke bi arteşa Tirk ve bi qehremanî şer dike, bi rojan li ber xwe dide û di dawiyê de digihîje şehadetê. Yek jî rêhevalên wî yên xebatê Rotînda Amed di derheqa berxwedan û şahadeta Elîşêr Xelikan de wisa nirxandin kir:

“Di zivistanê 2017’an de dijmin operasyonên pir berfireh dabû destpêkirin. Gerîla wê deme hîn li kampên xwe yên zivistanê bûn, perwerde didîtin. Dijmin jî dizanibû ku di vê demsalê de gerîla hêj li hundir e. Di wê serdemê de bi deh hezaran leşker hatin di derdora kampên gerîla de operasyon dan destpêkirin. Kampê heval Elîşêr wan lê bûn, ew kamp jî ket ber wê operasyonê. Bi hezaran leşker tenê di derdorê wê kampê de kom bûbû. Bi Skorsky û Kobrayan dihatin û lêdidan. Nêzî du metre berf li erde bû, şert û mercên derketina derve ji bo gerîla pir guncaw nîn bû. Lê kampê heval Elîşêr wana jî biryar didin ku derkevin. Dibêjin dijmin êdî kampa me dîtiye, li şûna ku em li hundir şehîd bikevin, em derkevin derve û şer bikin. Teslîmîyet qebûl nekirin. Berê ku hêzên xwe derxinîn derve û şer bikin mirin ti carî qebûl nekirin. Ew kamp jî xwe dikin sê beş. Berxwedana koma ku heval Elîşêr û çend hevalên din tê de ne, aqilê mirov dide sekinandin. Heval Elîşêr 8 rojan di nav berfê de, di nava bi hezaran leşker de hem xwe hem jî hevalên li cem xwe parast. 8 roj tî, birçî,di nav berf û sermayê de derbe li dijmin dan. Pevçûnên pir dijwar çêbûn û dijmin derbên giran xwar. Îradeya heval Elîşêr pir xurt bû, bi sekn û berxwedanê xwe îrade dida derdora xwe jî. Herî dawî li qada Akdaxê, di operasyoneke de şehîd ket. Pêwîst e rêheval Elîşêr baş were naskirin û fêmkirin. Em ê her tim li ser şopa wan bin û xwedî li têkoşîna wan derkevin.’’