KMMK'ê rapora binpêkirina mafên mirovan a meha Îlonê eşkere kir û bal kişand ser înfazê, kuştinê, xwekuştinê, êşkenceyê û destgîrkirinê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.
KMMK'ê diayr kir ku li Rojhilatê Kurdistanê kesek hate darvekirin, li girtîgehan jî 3 girtî bi gumanbarî mirin. Tê texmînkirin ku girtî ji aliyê dewletê ve hatibe kuştin. Kesek jî ji aliyê hêzên dewletê ve bi rengekî bêdaraz hate kuştin.
Di raporê de li ser destgîrkirin û girtinê jî wiha hate gotin: "Li Ûrmiye, Sine, Kirmaşan, Mahabad, Xurremabad, Îlam, Hamedan û Loristanê gelek kes hatin destgîrkirin û girtin. 49 welatî, sivîl û aktîvîstên siyasî hatin girtin, yan jî cezayê girtîgehê li wan hate birîn. Vê mehê cezayê girtîgehê li 9 welatiyan hate birîn. Hate ragihandin ku tundî li kesên hatin destgîrkirin hate kirin.
Meha Îlonê gelek kolber hatin kuştin. Li gorî raporê vê mehê herî kêm 8 kolber hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Meha Tebaxê 4 kolber hatin kuştin, 7 kolber û 3 kasibkar birîndar bûn.